Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mijmij - tirşik
mijmij
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bona (bnr: mişmiş)an li wîkîferhengê mijmij hatiyê gotin ku bi rastî mîrov şaş dimê..gelo li kîjan herêman de li mişmişê dibêjin mijmij nizanim lê li vir çewtiyek heye..bona mişmişan gotinek din bi kar anîn seyr e..zerdalî, qeysî jî dibêjin lê ya herî pir gotin mişmiş e..

taybetiya darên mişmişan ev e ku dema ba hat dengê çiloyên dar ên mişmişan ji darên din cuda tên.. belkî ji ber vê ev gotin pêk hatiye ji ber dengê çiloyên daran..di hewayekî bi bê de li bin darên mişmişan de raketin(razîn) li bin darên wekî bî, hirmî, sinc, şekoka, sipîndar, giwîc..hwd cuda ye ev jî taybetiya pêlgên darê tê..ji ber ku dengê xişiniyek bi aheng tê guhê merivan..



15.03.2015 23:24 ~23:28 | havka

2. Li cem ji mişmişê re tê gotin. Li herêma botanê wek mijmij tê bikaranîn. Gava min jî mişmiş bihistî ez şaş mabûm, min digot mişmiş çi ye lo, mijmij e mijmij.



16.03.2015 14:35 | xendekî

3. navê rast yê mişmişê ye. yanî min wisa dizanî. heta ku di xêzefîlma can ya di zarok tvyê de, can ji ber zêde xwarina mişmişan nexweş ket û min zanî ku tenê em dibêjin mijmij.



16.03.2015 17:44 ~17:44 | simurg56

4. mijmij * devokî ye û ku weha ye zarok tv wekî wîkîferhengê çewtiye dike..kurmancî ne tenê devoka botanê , ew jî wekî devokên herêmên din tenê devokeke..

.ya berbelav mişmiş e çespandin jî ev e..

--li gor ferhenga îzolî: mışmış: kaysı. şelane, zerdalû, qeysi, hirog, arûng.

--li gor ferhenga celadet bedirxan qeysî: celebek mişmiş

--ferhenga enstitûya kurdi ya stenbolê mişmiş: kayisi

--ferhenga musa anter mişmiş:kayisi

li gor ferhenga kameran botî Mijmije (n.l.mê) 1. Dara mijmijê . 2. Fêqîyek biharî ti pir xweşe rengê wê zere. Zerdil.



16.03.2015 20:08 ~20:09 | havka

5. lê dinihêrim hinek kurd ber bi polîtîkayên asîmîlasyon ve xwe ra kirine armanc ku mijmij a gelê kurd bikin mişmiş a tirka. em xortên tevger a asîmîlasyonê rê sîktêrekî jî tu bide (xtasb) ber vî tiştê dibêjin ku inadına etekê mînî inad.. na na inadına mijmij xwarin yap ke .

ji bo na van mît ên nav meda re çend gotin ji xalê bahçelî were



çinarên derew ,bîrdariyên tirsonekî,mabûtên sexteyên rastî çiye nasnekirine mêjiyê civakta bûne wek gireya bûlbûye



kalik pîrikên min digotên zerdele



16.03.2015 21:26 ~21:27 | xeteraqirêj

6. rastiya peyvê mişmiş e jixwe mişmiş (مشمش ) peyveke 'esil erebî ye û hêjî di nav ereban de li kar e. mijmij ne mumkun e lewre di zarê erebî de herfa " j " tune ye.



18.03.2015 17:17 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijmijonek

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî