1. xwarineke navdarbûyî yê îtalyanan e. ji hevîr û gelek cûre tiştên li ser wê, pêk tê. |
|
16.03.2015 22:06 |
simurg56
|
2. karekî li swêde hemû destên kurda de ye. Û hinek li dewletên ewropa de jî kurd ji destê îtalyanan vê karê hildaye. Navê dikanê wan bi îtalyanî ye lê belê xweyî dikan û xebatkarê wan kurd in. Jixwe kurd dişibin îtalyanan kesek ferq nake. |
|
16.03.2015 22:22 ~22:25 |
mîr
|
3. Xwarineke populer û xweş e. Li mala me jî tê hezkirin. Kurê min dibêje; "baba bê, mamo pîzza bîni, venî pere"... |
|
16.03.2015 23:02 |
azadixwaz
|
4. lehmecûna îtalyanan e. |
|
17.03.2015 01:55 |
terkexem
|
5. min berî çend saetan hevîrê pîzzayê çêkir û malzemeyên wê amade kirin ku piraniya wan ji xwe hazir in. tenê sos hinekî bi zehmet e, lê li cem xwarinên tirşikan karê zarokan e. axirî bû efsane û ev ceribeya min a pêşîn bû. |
|
16.05.2021 17:33 ~2021.05.17 08:36 |
biruya hayao miyazaki
|
6. Xwarina ku me jî do çêkirîye lê a me şixûlê feqîra bû yanî tu mozeralle tê de tunnebû. |
|
16.05.2021 21:22 |
pîroz
|
7. Ez şeş mehan li Italyayê mam ji ber Erasmusê. Firavîna me her daim bixwe pîzza bû ji xwe û xeynî vê gellek caran me taştê jî bi pîzzayê vedikir zikê xwerînî. Ne ji ber em mehdegemarbûn bes pare tine bû û pîzza jî pirr erzan bû. Li wir şûnva tu carî min li turkiyê pîzza nexwar dilêm pê hevdikeve û rastî jî eleqa pîzza Italyayê bi Tirkiyê ve tinne. Bes pîzza gundê Kafro a Midyatê ewa pir xwaş bû tehma wê min pir eciband. Û misoger biçin Kafro û pizza bixwin taybetî bila tuj be. Yek jî pîzzayê sade bixwin heyran penîr û firingî bese haa. Hinek karî, pûng, sosîs, û birre tişt tixinê û tixine mîna keledoş. Welhasilî kelam bijî pîzza margarîta û Şahê Bedo. |
|
17.05.2021 02:40 |
qertewîn04
|
8. xwarinek bûha ye li tirkiyê. di rastîyê de malîyeta wê ne zêde ye lê nizanim çima, li tirkiyê wek ku tişekî gelek taybet be, bi bûhayên mezin tê firotin. |
|
17.05.2021 06:59 |
simurg56
|
9. ji ber xerabûna aboriya tirkiyeyê, pîza nayên kirrîn. ku him pir biha ye him jî îde gramaj û mezinbûna wan pir biçûk e. wiha bibêjim: pîzaya biçûk a du sal berê îde bûye pîzaya navinc/horte. û malzemeya wan jî pir kêm bûye. divê mirov bo parîkek malzeme dinya pere bide. niha di dominosê de trend pîzzayên navinc/horte ên bo yek kesî 215₺ ne. û min bi 300 kaxidî malzemeyên xwe kirrîn. û bi nîvê wan pîzayekê mezin û bi rastî biekl çêkir ku em sê kes pê têr bûn. |
|
16.08.2022 23:25 ~23:29 |
biruya hayao miyazaki
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |