Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 9 peyam
    pîzza - tirşik
    pîzza
    (7) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. xwarineke navdarbûyî yê îtalyanan e. ji hevîr û gelek cûre tiştên li ser wê, pêk tê.

    cara ewil di rojên şer de hatiye, dîtin û çêkirin.

    xwarinên din yên ku tê gotin ji ber bêderfetiyê hatine dîtin: ecûn, aşûre...



    2015.03.16-22:06 | simurg56

    2. karekî li swêde hemû destên kurda de ye. Û hinek li dewletên ewropa de jî kurd ji destê îtalyanan vê karê hildaye. Navê dikanê wan bi îtalyanî ye lê belê xweyî dikan û xebatkarê wan kurd in. Jixwe kurd dişibin îtalyanan kesek ferq nake.



    2015.03.16-22:22 ~22:25]| mîr

    3. Xwarineke populer û xweş e. Li mala me jî tê hezkirin. Kurê min dibêje; "baba bê, mamo pîzza bîni, venî pere"...



    2015.03.16-23:02 | azadixwaz

    4. lehmecûna îtalyanan e.



    2015.03.17-01:55 | terkexem

    5. min berî çend saetan hevîrê pîzzayê çêkir û malzemeyên wê amade kirin ku piraniya wan ji xwe hazir in. tenê sos hinekî bi zehmet e, lê li cem xwarinên tirşikan karê zarokan e. axirî bû efsane û ev ceribeya min a pêşîn bû.

    di nav sosa wê de, bacanê sor, sîr, pîvaz, zehter, kîmyon, filfil, ketçap, îsota hûr a tuj û xwê hene. sosîs, 'sicûq', îsot, garis, penêrê mozarella jî li ser bûn. min ji bîr kir, zeytûn têxim lê wiha jî bi ekl bû.

    bi vê xwarinê dikarim bi qanala "xwarinên dayika min" re têkevim pêşbaziyê. eferim ji min re asdfgh*



    2021.05.16-17:33 ~2021.05.17 08:36]| biruya hayao miyazaki

    6. (bnr: xwarinên biruya hayao miyazaki)



    2021.05.16-17:58 | xemakê

    7. Xwarina ku me jî do çêkirîye lê a me şixûlê feqîra bû yanî tu mozeralle tê de tunnebû.
    pîzza/133704
    Lê camêr bi rastî jî heyat çêkirîye meriv dibê qey kalkê wî îtalyanî ye.

    (bnr: zilamên jêhatî)



    2021.05.16-21:22 | pîroz

    8. Ez şeş mehan li Italyayê mam ji ber Erasmusê. Firavîna me her daim bixwe pîzza bû ji xwe û xeynî vê gellek caran me taştê jî bi pîzzayê vedikir zikê xwerînî. Ne ji ber em mehdegemarbûn bes pare tine bû û pîzza jî pirr erzan bû. Li wir şûnva tu carî min li turkiyê pîzza nexwar dilêm pê hevdikeve û rastî jî eleqa pîzza Italyayê bi Tirkiyê ve tinne. Bes pîzza gundê Kafro a Midyatê ewa pir xwaş bû tehma wê min pir eciband. Û misoger biçin Kafro û pizza bixwin taybetî bila tuj be. Yek jî pîzzayê sade bixwin heyran penîr û firingî bese haa. Hinek karî, pûng, sosîs, û birre tişt tixinê û tixine mîna keledoş. Welhasilî kelam bijî pîzza margarîta û Şahê Bedo.



    2021.05.17-02:40 | qertewîn04

    9. xwarinek bûha ye li tirkiyê. di rastîyê de malîyeta wê ne zêde ye lê nizanim çima, li tirkiyê wek ku tişekî gelek taybet be, bi bûhayên mezin tê firotin.
    wextê em xwendevan bûn, car caran me sîparîşa ya domînosê dida, wê demê li ber dilê me zêde zêde xweş bû lê niha wê tamê nastînim. îhtîmalek mezin qalîteya wan kêm kiriye loma. te dît ji ber rewşa abotî ya tirkiyê.
    ev demek e dîya zarokan, ji wan re bixwe pîzza çêdike. li gorî keyfa zarokan, penîr, zeytûn, qelî, sicûq, libên garisan û hwd. bi rastî jî ji yên derve gelek xweştir çêdibe. heta gelek caran hevîrê wê jş ji firinê distîne, bi vî awayî gelek rihet jî dibe.



    2021.05.17-06:59 | simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kajav [3]
    Nivîskarê tirşikê ye û ji Zazayê Carbekir e. Îro ji ber ku ketîye dûv ...
    nds [2]
    Cihê ku neka ez lê me û li benda kajav û biraziyê xwe me. Min ...
    bila moderator endazer were guhertin [1]
    ev mijar çar sal û çar meh berê vebûye, kê vekiriye? berredayiyekî bi ...
    tishk barzanji [1]
    Ala rengîn. (lînk: https://www.instagram.com/p/Bn1z5CFH_No/?utm_sour...
    tishk barzanji [1]
    Hunerkarekê li londonê dijî ye. Navê wî/wê kurdî ye. Lê li ser mal...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » pizza çawa tê çêkirin

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî