Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 25 peyam
pêşniyar an pêşniyaz - tirşik
pêşniyar an pêşniyaz
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li gor riwayetê nizanim di rojnameya Kurdistanê de bû an di yeka din de, ji ber ku metbeê noqteya li ser zeyna erebî xuya nekiriye ew bûye reyna erebî û bi avî awayî jî pêşniyaz bûye pêşniyar û belav bûye. Jixwe heger em piçikekî aqilê xwe bixebitînin, dema ku -pêş ji serê gotinê bête avêtin divê para mayî xwedî ma'ne be. Tu maneya 'niyar'ê tuneye, lê 'niyaz' tê maneya 'daxwazê'. Hasilî kelam dev ji gotina pêşniyar berdin; bibêjin pêşniyaz, binivîsin pêşniyaz.



20.03.2015 01:41 ~01:42 | maro

2. maro xweş gotiye. le belê ziman diguhere û gotin jî diguhere. loma her du jî guncaw e bo kar anînê. ez dê êdî pêşniyaz bikarbînim



20.03.2015 17:44 | şexgarê delam

3. li ser vê pirs û versusê gava dî liqayî têbiniyeke sosret hatim;



''Peyva (Pêşniyaz) yek ji van peyvan bû ku zimannas û ferhengmendê Kurd mamoste (gîw mukiryanî) sazkir, (Pêş + niyaz) her car jî lîstek ji van peyvên nû ku saz dikir di kovara (hetaw) (15/5/1954 - 15/10/1960) belav dikir di çapxaneya (kurdistan).

yek ji wan kesên ku karê Tîpçinî dikir di çapxaneyê de navê wî (Mewlud) bû ew dem wiha bû ku tîpan di nav xane xane de bûn û tîp tîp dihatin kom kirin îca dibûn peyvek, tîpa (R,ر,) û (Z ,ز,) li ba hev bûn û em dizanin di tîpên aramî de (ر. ز) wek hevin tenê tîpa Z xalek li ser e, îca ew Mewlud ji bilî Z, R danîbû, û wisa jî belav bû êdî xelk û nivîseran û.... her wisa bikar anîn,,, mamoste (Gîw Mukiryanî) gelek koşî ku ev şaşî san (sererast) bike lê êdî ji dest çûbû, mamoste (kurdistan mukiryanî) ku keça mamoste (Gîw Mukiryanî) ye dibêje her car ku peyva pêşniyar dibînim ew gotinê bavê xwe tê bîra min ku digot: xwezî Mewlud her du çavên te kor bûna lê peyvê Pêşniyaz nekirba Pêşniyar û wisa bi şaşî neketiba nav ferhenga kurdî.

.

Beşek ji van zanyariyan di nivîsa mamoste (Kurdistan Mukiryanî) keça (Gîw Mukiryanî) hatiye wergirtin .''



zimanê kurdî



19.05.2015 21:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [2]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên qenalên youtubeê
» pêşniyaza navî ji bo kovareke çand û wêjeyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî