Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê - tirşik
10.08.2015 sêyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

20. ger serok neyê ez jî nayêm.!



19.07.2015 09:58 | xendekî

21. civîna ez dikarim li ser skype beşdar bibim haya we jê hebe. ger heyranê shorbevan wî zêde meraq dikin wêneyê profîla wî yê rastîye lê ji bû heyranê xwe. di serîda yê ku li serê mirare/mirîye yanî hola ezîda ezê xisûsî wêneyek diha rastî barbikim û bikim avatarê profîlê di demek nêzde li bendê bin



19.07.2015 10:28 | shorbevan

22. civîna ku hatina ferhenga şikestî û elegez esseh bû*



19.07.2015 16:24 | ferhenga şikestî

23. ji ber ku kes navê min negotiye ez nayêm *



21.07.2015 18:39 | kurê xelkê

24. civîna ku heta kurdistana serbixwe ava nebe ez ê beşdar nabim. *



de ez werim. lê ji min pir tişt nesekinin, min got kurmancîya min ne ew qas baş e, lê ez dê biceribînim.



21.07.2015 20:54 ~22:09 | endazyar

25. (bnr: taktîk)*



Kurê xelkê neyê ez jî nayêm. Va mi dîsa go!



21.07.2015 21:22 | mergehez

26. Civîna ku ez ê nekarim beşdar bibim ji ber ku ne li amedê me. Lê wê ruhê min li wir be. Kî dizane belkî ruhê eşmeyê jî li wir be ..



21.07.2015 22:20 | brusk56

27. civîna ku bi çend şertan ez dikarim bêm;

eger elegez neyê û simurg56 were, qantir bizê û xwê şîn bibe, û kulik hespê bilîcan yê hesenê dudê birevîne bîne ji emer axa re û emer axa li ser soza xwe bisekine û keça xwe gulçînê bidiyê..

henek li aliyekî, civîna ku min dil nîne tevlê bibim, ji xwe li ser tirşikê her roja xwudê em dicivin..



24.07.2015 21:51 | endazer

28. tê bêjî qey em hemî endamên şîrketekê ne û li ser pêşeroja şîrketê, globalbûna dinyayê, û şert û mercên bazarê dipeyivin û ji bo aboriyê biryarên zor giran digirin û jiyanê li xwe dikin heram.. welhasil

yahu here were em du saet rûdinin çayê vedixwin û ji xwe'r subbet dikin, ma hûn çima xwe ewqad diqehirînin û mîna bûka yekşevîn naza dikin?

ne civîn e, hevdîtin e bo xwudê ji xeynî mergehêz kes neyê jî ez biçim û pê re çayekê vexwim û hew.



24.07.2015 22:42 ~22:43 | ferhenga şikestî

29. civîna ku bi vê şertê es ê werim: eger çaya min li ser kîsê shorbevan be. îcar em hêvî ne ew evqas ne çikûs be û xwe giran neke.



24.07.2015 22:48 | hola êzîda

30. Teklîf ji hola êzîda re: heke ku tu werî ez ê qehweya qizwanan îkramî te bikim *

ji xeynî wê: de loy loy de loy loy neyên yabo. Heke ku hûn li me ne qayil bin, em qet li we ne qayil in!



Nîşe: this is a joke! Don't misunderstand me.



24.07.2015 23:50 | mergehez

31. Vê carê em ê civîna xwe li Almanya lidarxin.



27.07.2015 02:47 | hola êzîda

32. (bnr: ne civin belav bibin)



27.07.2015 10:52 | shorbevan

33. (bnr: çivîn)

Ji ber ku çîv çîva her kesî ye û hew.



27.07.2015 21:55 | azadixwaz

34. Seêt û ça bellî nêbiyo ?



04.08.2015 12:17 | teberkerde

35. 7ê mehê ez bawer im nabe lewra heval dê wê rojê nuh werin amedê. Dibe ku westiyayî bin. Loma heke ku we jî go erê bila 8 an jî 9ê mehê be. Piştî ku roj diyar bû emê cih û saetê jî diyar bikin. Jixwe herî kêm saet 4 5an de meeiv dikare ji malê derkeve...



Sankî Teberkerde jî wê were. Heke ku were dê pir xweş bibe



04.08.2015 12:21 | mergehez

36. ger 10 be wê baştir be, ji ber ku di rojên 8 û 9'an de nîşan û daweta hevaleke min heye lewma ezê tevlî wan çalakiyên mecburî bibim

û bi ya min saet jî piştî 7'an be. ma law di orta nava rojê de mariv dikare derkeve derve? bi xwudê ji ber germahiyê serê me mîna zebeşa amedê biqelişe



04.08.2015 12:30 | ferhenga şikestî

37. ew civîn e ya ku ti kesî ez dawet nekirimê.



04.08.2015 12:34 | dijber