Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
me vê xwarinê li derve bixwara wê x lîre ba - tirşik
me vê xwarinê li derve bixwara wê x lîre ba
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. teqez herkesê ku li malê xwarinek çêkiriye vê hevokê bi kar aniye. tebaxek fasûle, tebaxek birinc û cacik li derve herî kêm 7-8 lîre ye lê li mala dema meriv çêke herî zêde 7-8 lîre ye. welhasil ger meriv li derve li cihê herî erzan bigere û bibîne nema dê bikaribe bi gotina vê hevokê pesnê xwe bide. tabî paqijî ji îmana xwedayê reben e..



23.03.2015 21:55 ~2015.03.24 00:19 | mergehez

2. Hevokê Ku devê bavê min de bûye benîşt.



23.03.2015 22:02 | remlavêj

3. (bnr: bence jî)

hevokek klasîk be jî hema bêje %100 rast e. herî zêde dema li malê masî were çêkirin tê gotin.

di malên dê û bavan de, piranî bav wisa dibêjin. lê di malên xwendekaran de jî zarokên van bavan ji hev re vê hevokê dubare dikin.



23.03.2015 22:17 ~23:54 | simurg56

4. hevoka ku ji bo min rast e. ji ber ku ez 10 tl bidim navrojê 10 jî bidim şîvê rojê dike 20 tl, mehê dike 600 tl lê bi hawê din meha min nêzika 200 tl diçe belkî neçe jî... 400 tl ma di bêrîkê de. li gor matematîkê hesabek wiha heye lê çavên min bi wî 400 tl hê neketiye erê heqqet ew 400 tl bi ku de diçe? êdî bes e ez ê vê mehê wî perê biqefêlim*



23.03.2015 22:24 | ceso

5. hevoka klasîk ya piştî serkeftina çêkirina xwarinek xweş de tê gotin. ev hevok bi taybetî ji aliyê ew kesên ku bi piranî li derve dixwin ve tê gotin. ji ber ku ew her xwarina ku li malê dixwin weke karekî dibînin.

lê yên ku elimîne li malê bixwin dema derdikevin derve vê carê li derve hesabê dikin û dibêjin şûna em ev qas kes hatibana vir me yê li malê hwd..



û heman mirov dema diçin li restorantekî an kî sînemakî an jî şanoyekî, hesaba karê xwediyê cî jî hesab dikin.

(bnr: rojê x kes bê vê derê her yek x tl bide) *



23.03.2015 23:39 | brusk56

6. Pêşniyara min ji camêrên tirşikê re; Erê, ev rast e, lê dîsa jî, her carê vê yekê ji hevjînên xwe re nebêjin. Dibe ku hêrs bibin. Her tişt ne pere ye. Carinan divê em hilbijêrin ku li derve bixwin. tevî ku ew biha be.



01.11.2023 06:25 | cinorek

7. Hevokekê edetî ya ji qanûnên nenivîskî ya malbatên Kurdan e. Hîn pêr min xwest kebab sparîşî malê bikim. Îja xweha min dest pê kir, "law tu gune ye, hewqas pere ma ne heyf e. Ez ê aniha bi riya erzan xwarinekê biekl û xweş çêkim." Yanî tê bêjî qey ez xwarinên wê naecibînim û her tim ji dervê dixwim, vedixwim! Nikarim delîlek bînim lê ev pêşniyaza sparîşê wekî zimandrêjkirin bo kevanîbûna wê dihesibîne. Çi bertekekê heweskujer e û her tim wiha ye. Îja heke li malê tenê bim ji xwe re dikirim, dixwim û gava ew poşet û pakêtên jêmayî dibîne, dibêje "te çiqas pere da? ka ji min re? Ma neheqê min e jî law!" û rûyê xwe dadiliqîne. Were dîn nebe. Nêta min ew e ku him ew nebetile û him jî em xwarinekê ne ji rêzê bixwin û kêf bikin lê tehm di devê min de nahêle.

(bnr: hawar)



01.11.2023 08:45 ~10:48 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» vêrsin
» xwarinên kurdistanê
» wêneyê ku her kes rengên wî cuda dibîne

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî