Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
begemkirin - tirşik
begemkirin

Navê mijarê ya ewil ev bû:begem kirin
(3) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. peyva ku kurdên peyva kurdî ya "ecibandin" nizanin, ji peyva tirkî "beğenmek" çêkirine.



2013.05.31-04:26 | simurg56

2. (bnr: ka wêneyê min begen bike)



2013.06.04-15:42 | brusk56

3. rastiya wi ecibandine.



2014.02.19-00:00 | cendhalus

4. bi qasî ez dizanim ev ne gotinek çewt e. heta min vê di tiştanokekê de dîtibû. û di ferhengan de jî heye.



2014.02.19-00:07 | mergehez

5. lêkereke ecêb e. nizanim tirkmancî ye an na lê min ji pîrika xwe jî bihîstibû.



2014.02.19-01:09 | oxir

6. em jî alîyê serhedê timî vê gotinê bikar tînin.
li cem me ecibandin qe nay bikaranîn.



2017.10.11-00:04 ~00:05]| hozan serhad

7. wekê ecibandina esil erebî ew jî bûye malê kurdî û kurmancî. lê ya ji herduyan xweştir kêfa xwe jê re anîn an bidilbûn e. wek; kêfa min ji filan tiştî re tê, an filan tişt bi dilê min e.



2017.10.11-00:13 | endazer

8. bi qasê ecibandinê nebûye malê kurdî. ecibandi, bêyî lêkera alîkar (kirin) jî lêker e. lê begem kirin, bi formata tirkmanciyê ketiye zimên. begem kirin, begenmiş kirin, hayret etmiş kirin vs.



2017.10.11-21:22 | simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [4]
dibistaneke înteraktîf e. ez zehv tiştan ji vê dibistanê û ji nivîska...
weşanxaneyên kurd [2]
weşanxaneyên ku ez bawer im sedema giranbûha bûna wan ew e ku pirtûkên...
mem ararat [1]
Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê...
îslam [1]
Bila bawermendên Îslamê biborin lê bera jî ji bo me ne baş e. Abê vê y...
navê der û berên amedê [1]
(bnr: li amedê cihên gerê) li jêr mijara jor behs li çend ji van ci...
belki ev jî bala te bikişînin
» begemkirin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî