Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
taybetmendiyên zavayên ku dayikên kurd dixwazin - tirşik
taybetmendiyên zavayên ku dayikên kurd dixwazin
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

2. (bnr: qadrolî)

Êdî edet bûye ev, dibêjin ka zavayê me qadro standiye an na, qadrolî ye, nexwe temam *



26.03.2015 12:26 | xendekî

3. bêguman metre û nîv zincîra zêr, kembera zêr, heft heb bazinên sêtêl, guhar, sê gustîlk( yek ji dayê re yek ji bûkê re yek ji baltûzê re), cihêz, mesrefa desthinê, cil û bergên bûkê yên ji roja xwestinê heya roja dawetê, eşyayên spî û li ber dê û bavê bûkê xwe bi erdê ve kirin yek. piştî vana dor hê nû tê bejn û bala te. tu hinek bejnbilind bî ew jî temame.

(bnr: welle te nagrim bîlle te nastînim)





26.03.2015 12:35 ~2015.07.17 17:05 | ceso


5. (bnr: memûr bûn)



26.03.2015 19:38 | vêca çiyeeee

6. ew taybetî ne ku nimêjkerbûn jî yek jê ye.



26.03.2015 21:43 | simurg56

7. Sala duyem bû ez ji stenbol û ji malê veqetiyabûm, min li trakya dixwend, rojek bo betlanê çûbûm malê cem dê û bav. Em ji xwe re rûniştibûn. bav pirsî; erê ka bêje te li wir ti hemşehrî nedîtine. min jî go belê yabo zehf in, yek ji şirnex yek midyat yek Wan yek diyarbekir..û min deh panzdeh kes hijmartin, diya min jî dest bi ken kir her dikenî heta hêstir ji çavan hatin. bavê min go keçê ma morik in tu wan bi dar ve dikî, yekî tenê bêje, axir min fêhm û fihêt kir û ez ji mezelê reviyam.. diya min li pey min bi dengekî az go, "keça min hey hemû dixtor bin wa nîşa me bike em ji te re yekî hilbijêrin" û dîsa bû tîqtîqa wê, ez rizîl kirim*

Welhasil dayîk carna zavayên dixtor jî dixwazin.



26.03.2015 22:31 | kevçiyê dil

8. bila pere hebe, yên din ne xem e



26.03.2015 22:51 | ferhenga şikestî

9. (bnr: ez)



27.03.2015 01:39 | vêca çiyeeee

10. zava ne zavalli be bes e



27.03.2015 19:56 | bijêrvan

11. li gor pîvanên dêya kevçiyê dil kesên bi vî awahî di tirşikê de pirin.



(bnr: di tirşikê de pirbûna bijîşkan)



27.03.2015 20:16 | remlavêj

12. rojekî zavayek cûye mala xezûr û xesîya xwe. dema ku zava gava xwe diavêje bexçê malê, se yê malê dixe ewtînî. zavayê reben dema ku dengê kûçik dibîhize, ji ber rêzdariya xwe a li hember mala xezûr û xesiya xwe dibêje : "can can can". bi rastî xesî zavayên wisa dixwazin*



01.04.2015 15:10 | nazim tolhildan

13. Xwedî malek û karek be û ji malbata xwe cuda bijî ku keça wan nekeve di bin destê xesî û xezûr de.*



15.11.2018 15:11 ~15:12 | xelîl

14. (bnr: görevli)



15.11.2018 23:46 | bûtîmar

15. 1- bila dê, bav, xwîşkên wî nîn bin.
2- bila rewşa wî ya aborî gelekî baş be.
3- bila tevli pereyê te nebe, ew malê binêre tu jî pereyê xwe bona xwe û dê bavê xwe xerc bikî
4- bila qedr qîmetê xesî, xezûrê xwe bigire.
5- bila dest û pê, serxwe, bedew be.

min heya niha kesekî wiha ne mêr ne jî jin nas nekiriye lê heke hebe ji kerema xwe; danışmaya :D



16.01.2019 17:31 | jifêzagorda

16. Qadro+mela = loqim piskivît û goştê sor.
Qêy edî tê çi bixwaze, ketiye ber rehma xwedê



27.06.2022 10:36 ~10:38 | evcebarê pirê

17. dewlemend: dikaribe kembera zêr çêkirin bide û hemî zêrên malbat dixwaze bike, bila qelend bide, mal filan bêvan bila ew bikirre
malbat binav: bila dikaribin bêjin zavê me ji vê malbatê ye
Û hew.



27.06.2022 19:45 ~19:47 | xemakê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» taybetmendiyên ku kurdiyê bedew dikin
» dayikên bi deq
» kurdî-dera cizîrê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî