Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
anime - tirşik
anime
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji fîlmên qarton ên japonan re tê gotin. hunereke giranbuha ye. ne gelempêrê anîmeyan lê hemû anîme bi xêzkirinê çê dibin. her sehneye li qaxizan tên xêzkirin û dûvre bi kombersê tên zeliqandin. ji ber xêzkirin ked û hunereke mezin dixwaze, çêkirina anîmeyan gelekî dijwar e. loma divê herkes rêzê bide derhênerên anîmeyan.

anîme bi du şiklî ye. hinek rêze fîlm in hinek jî fîlm in. dirêjahiya her beşeke rêzefîlman di navbera 15-25 deqeyan de diguhere. ji ber vê yekê temaşekirina anîmeyên rêzefîlm hêsan e. zêde wext navê. tabî ger meriv li naruto anjî bleach temaşe bike dê zêde wext here lewra herdu jî bi sedan beşan pêk tên.

ez ê du lîsteyan binivîsim. yek anîmeyên rêzefîlm yek jî anîmeyên fîlm.



rêzefîlmên ku ez herî pir jê hezdikim:

1- neon genesis evangelion

2- cowboy bebop

3- elfen lied

4- steins gate

5- death note

6- samurai champloo

7- rupan sansei

8- arupusu no shôjo haiji



fîlmên ku herî pir jê hez dikim:

1- sen to chihiro no kamikakushi

2- hotaru no haka

3- mononoke-hime

4- kaze no tani no naushika

5- tonari no totoro

6- hauru no ugoku shiro

7- ponyo

8- akira

9- castle in the sky

10- sennen joyû



26.03.2015 12:25 | mergehez

2. cûreyek hunerê ye ku mirovan kiriye u beş: yên ku gelek jê hez dikin û jê re qurban in û yên ku qet temaşe nakin û dema anîme tê gotin tenê ice ace tê bîra wan.



min heta niha tenê carekê, li anîmeyek temaşe kiriye. fîlm bû. navê wê çi bû niha nayê bîra min.

derhêneriya fîlmê bi min gelek xweş hatibû lê min ji mijar û senaryoyê hez nekir. paşê êdî min qet li anîmeyek temaşe nekir.

ger anîmeyek bi senaryoyek garantî hebûya belkî min dîsa biceribanda.



26.03.2015 20:28 | simurg56

3. hin ji anîmasyonên kurt ên xelatgirtî :

kapîtalîzm, 1974, di mihrîcana flîman a cannesê de kurteflîma herî baş;




alma;




2+2 = 5;




bav;




tiştinên ne di rêya xwe de diçin hene;




mitfax;




kutojo, the last kint;




mesaî;




dimanche (yekşem);




demjimêr




wênegir:




19.01.2016 12:14 ~2017.01.09 12:27 | xendekî

4. death note pir xweş e. dema anîmeyan seyr dikim heyrî dimênim li şêwey axiftina japonan. tu dibêy qey her bi şer diaxivin.



01.03.2020 20:12 | hespêsor

5. Li gorî min "bungou stray dogs" pir xweş e. Ez ne temaşevanekî anime me lê b.s.d bi giranî hêjayî temaşekirinê ye.

not:
Xwendina manga ji temaşekirina anime xweştir e



28.02.2023 16:48 | horhorik

6. rêze/+fîlmên ku li japonyayê hatine çêkirin. bo yên din: anîmasyon. pir caran ji mangayan tên adaptekirin lê helbet ên serbixwe an jî reh-wêje jî hene.

di vê dawêyê de min dororoya amazon prime temaşe kir ku rêzefîlmekê efsane ye. her wiha violet evergardena netflix jî çûbû xweşa min.

(bnr: studio ghibli)
(bnr: hayao miyazaki)
(bnr: isao takahata)
(bnr: makoto shinkai)

bonus: sailor moon



28.02.2023 21:40 ~21:49 | biruya hayao miyazaki

7. min tenê heta niha death note xilas kirîye lê ew jî ne bi dilê min dawî bû. Dû ra min dest bi temaşekirina tokyo ghoul kiribû bes sebra min lê nehat û min dev jê berda. Nizam dibêm qey ji ber xelkên ku dublaja van fîlman dikin freqansa dengê xwe hingî zêde dikin ku êşek dixe serê mero û dilê mero jê sar dibi.



28.02.2023 21:54 | pîroz

8. one punch man favoriyeke min e. Li bende Sezona 3yan kezebreşî bûm. Kêfa min ecêb ji sensei saitama re tê.



28.02.2023 22:02 ~22:02 | dewbir

9. https://vm.tiktok.com/ZMYn5gF3o/

Li vê tîktokê, ew behsa 300 Suudîyan dikin ku ne mîr in û hikûmeta wan li Japonya şandine ku fêrî hûnera anîme bibin. Piştî vê, ew anîmeyekê li ser çanda ereb û îslam çêkirin. Ez difikirim ku ev fikir çêkirina anîmeyekê biaqil e û min gelek fikirên xwe hene ji bo anîmeyekê ku li Kurdistanê derbas dibe.

Xeyal dikin ku Gîlgamêş, Şahmeran wekî qehremanên anîmeyê Japonî têne bikar anîn, ez gelekî heyecanê dikim.



15.04.2023 15:36 | ardlarzî

10. Riya Japonan e bo gerdûnîkirina çanda xwe. Di vê dawiyê de dîsa vegeriyam ser dororoyê û li hemû beşên wê neriyam. Bandorker bû. Têkiliya arezûyên hêzdarbûna mirovan û hêzên derxwezayî/şeytanan vedibêje. Qurbankirina law bo saxî û silametiya dewletê nîqaşekê hêzdar derdixe holê. Ûff. Fantazî, siyaset, dilrehmî û serpêhatî... Xweş bû.

Dororoyê delal. Û ev jî hebû, tevlihev nekin: (bnr: totoro)

Edit.



04.10.2023 19:56 ~20:12 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» anime

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî