1. mêrê ku tenê di filman de dikare were dîtin. |
|
27.03.2015 19:32 |
brusk56
![]() |
2. (bnr: mixabin)* |
|
27.03.2015 19:40 ~20:10 |
ceso
![]() |
3. Piştî di nava kurdan de asta azadiya jinan pêş ve dikeve hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Bûyereke gelek romantîk e. Ez bawer im jinka kurd jî rasta vê were dê lotikên xweş bide |
|
27.03.2015 19:48 |
bijêrvan
![]() |
4. sembola mêrê romantîk e. lê ya min ecêbmayî dihêle li ser nivînan taştê-xwarin e. hun bi xwedê kî hevalno çi xweşiya wê heye? |
|
28.03.2015 14:29 |
azadixwaz
![]() |
5. Mijara ku ez vî sibê evîndara xwe ra ser têr axivîm û têr kenîyam |
|
28.03.2015 14:34 |
quşxaneli
![]() |
6. (bnr: mêrê ku li ser nivînan li jina xwe dixê) |
|
28.03.2015 14:37 |
hûteheftserî
![]() |
7. (bnr: paşê min got what the fuck) |
|
28.03.2015 14:39 |
vêca çiyeeee
![]() |
8. Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ser çiyayên Kurdistanê şehîd ketibûn, yên din jî nizanim li ewropa an li stenbolê bû diman. |
|
28.03.2015 16:00 ~16:05 |
xendekî
![]() |
9. mêrê bizavê rojavayiyan dike ye * an jî qaşo romantik e. li nav nivînan de serê sibê taştê çawa dibe? min tu carî manayek nedaye vê romantîzmê (!) |
|
16.04.2016 23:39 |
sergijik
![]() |
10. ger jina meriv nexweş be an daxwaz bike merivê rabe ser û piyan jî çêke çima * |
|
17.04.2016 00:16 ~00:38 |
shorbevan
![]() |
11. Bila mêr, mêrantîya bi rastî bizanibin : Bila mêrantîyê ara şeqa xwe da negerin, bila mêrantîyê bi zorbatîya li ser jina da test nekin, |
|
17.04.2016 00:53 |
bûtîmar
![]() |
12. Ne bila mêr bi tenê serê xwe çêke ne jî jin. Bila bi hev re çêkin û têr bixwin (: |
|
17.04.2016 10:21 |
gulêê
![]() |
13. Gava diya min nexweş bû êvarê na lê nikaribû şeveqê rabê taştê amade bikê. Ew karê min bû. Min çêdikir. Û dema meha remezanê paşîvê jî min amade dikir. Ji nan û avê hetanî hêk û bacan û nizanim xeyara hemû tenê min danî û pê re herkesî şiyar dikir. Pişt re jî firaxan herî zêde xwişika min dişûşt min jî sofre dirakir carinan jî min dişûşt. Pê re gava ku ez li mal im di her sê danan jî sofrê ez dideynim û firaxan tînim û dibim. Nan tînim av tînim, dibim. Kevçî û badînan rêz dikim. Yanê hema çi nîn e çi lazim be ez jî alîkar dibim em bi hev re çêdikin. Carinan erdê bi gêziya ceyranê re dimalînim, paqij dikim. Heta heta wîleda dibêjin, ewî jî min ne zehf lê çêkiriye. Carinan malê didim hev. Diçim market û bazaran. Nan dikirim. |
|
24.05.2017 15:10 ~15:19 |
rûbar
![]() |
14. mêrê ne kurde. ji ber ku nav kurda de mêreke wusa nîne. mêrê kurd kiribe jî ji ber mecburiyetê kiriye. ji ber ku ev çanda me de nine. |
|
24.05.2017 19:41 |
kanî27
![]() |
15. rewşa ji bo kurdan gelek bi teşqele ye. ji ber gelek mêrên kurd taştê naxwin îca ji jina xwe re taştê amade bike û bibe ser livînan * |
|
25.11.2019 00:41 |
berxweda
![]() |
16. Mêrê ku nizanim armanca wî çiye. Wek însanan bila sifre dayne bes e. Li nav nivînan taştê tê xwarin??? |
|
25.11.2019 00:43 |
biaqila malê
![]() |
![]() |
tirsên ecêb ên zarokatiyê [2] |
![]() |
şivanê kurmanca [1] |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |