Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
pêşvebirina saetan - tirşik
pêşvebirina saetan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bîr nekin. Îşev saeta xwe bidin pêş. Li gor min li benda saeta 03:00 nemînin, berî razanê bidin pêş, paşê razên. Heta niha bidin pêş.



pêşî lê bigrin: paşve anîna saetan/13971



29.03.2015 00:00 | remlavêj

2. (bnr: pêşve birina seetan)



29.03.2015 00:18 | vêca çiyeeee

3. Telefonen biaqil jixwe otomatik vî karî dikin ne probleme were jibîr kirin jî

lê ji ber mesela pêş û paşa kurdî serê min tevlihev bû *

aceba em wek mantiqa paşeroj&pêşeroj bifikrin û bêjin paşve birina&pêşve anîna saetan; an ev her du bikaranîn mantiqa wan ji hev cuda ye, min fêhm nekir.



29.03.2015 01:09 | kevçiyê dil

4. keyskirin;

mijara ku navê wê berê "pêşve anîna saetan" bû, niha ber bi "pêşvebirina saetan" hatiye guhertin.



29.03.2015 02:42 | ceso

5. Ê helbet saet gelek pêş ketine ma saetên berê wekî saetên îro ne. Berê saetek du kilo hebû :(





29.03.2015 04:13 | bijêrvan

6. ne pirsgirêka herî mezin ya mirovê modern e. ji ber ku êdî hemû telefonên nû, saetan jixweber dibin pêş an jî tînin paş. ew ne xem e, ya girîng eyarkirina xwe ye:

duh piştî saet 23an, min telefona xwe ji bo saet 7:10an re eyar kir, got "ji bo alarmê 6 saet û tiştek maye" min got halla halla ev çawa çêbû ez, ez ê 7 saet û nîv birazam?

paşê min fêhm kir ku wê saet werin pêşvebirin.



29.03.2015 09:24 | simurg56

7. ya ku qet xweşa min neçû. ji ber ku êdî em ê her roj saetek zûtir rabin. herkes dibêje erê lê ti yê saetek zûtir rakevî lê ferq nake. xewa sibehî cûda ye. ez saet 9ê şevê de jî rakevim sibejî saet 6an de rabûn ji min re zehmet e.



29.03.2015 11:33 | brusk56

8. tiştê jiber ku telefona min ya bêaqil e divêt ez bixwe eyar bikem.û bo min ne tu pirsgirêke.jixwe ez heta 5 ê spêdê nanivim.



29.03.2015 15:10 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşvebirina saetan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî