1. nivîskarên ecêb in. bi rastî jî qet nikarim wan fêm bikin. |
|
29.03.2015 11:26 |
brusk56
|
2. Pir in, heta ku sedê nodê zêdetir ên tirşikê bi biryar diterikînin in. Ji xwe ji ber wê kurd nikarin bibin yek, kes naxwaze yekî dijî wî û fikra wî tiştekî bêje. Heta ewqas zêde ye, mehde mirov jê dixele. Weke mînak partiyên kurdan li hev dikin lê xelkê pê wan hê dijûnan li yê din dike. |
|
29.03.2015 16:43 |
azadixwaz
|
3. (bnr: nivîskarên silsilok) |
|
29.03.2015 17:26 |
vêca çiyeeee
|
4. nivîskarên ku ji ber vê sedama pûç tirşikê diterikînin ez qurban hama bila deqeyekê jî nesekinin, ji ber ku tu xêr ji mirovên wehareng nayê, ne xêra wan ji wan heye ne jî xêra wan dê bo me hebe.. |
|
29.03.2015 18:13 |
ferhenga şikestî
|
5. ew jî şêweyeke fikirînê ye û ew kesê dibêje divê nivîskar dev ji tirşikê bernedin ji ber fikirinê cuda bi xwe wek wan dike ji ber ku fikir û kiryara wan wek xelet û nelirê û nezanî nîşan dide. |
|
29.03.2015 18:17 |
dijber
|
6. ew jî ne şêweyeke fikirînê ye, rasterast xeyîdokiyê ye.. |
|
29.03.2015 18:30 |
ferhenga şikestî
|
7. kuro dev ji wan berdin û bela xwe ji wan vekin. welle em xwe biçirînin jî kes nikare kesî biguhêre. ez nexeyîdim tu nexeyîdî em nexeyîdin wê kê bixeyîde heval? cihê ku xeyîdandin li wirê hebe li wir mirovahî hêjî berdewam dike yanî. * |
|
29.03.2015 19:16 |
ceso
|
8. (bnr: bêhna xwe fireh bikin bavo) |
|
29.03.2015 23:59 |
quşxaneli
|
9. dibe ku ez yêk ji wan bim.. lê hîna sebir dikim. ji ber ku mirov ne mecbûrê her civatê ye. eger civatek bi aram be rêzgirtin û rêzdayîn hebe miorv ne heman fikrê de be jî dikare li wir be. lê eger sînora heqaret û dijûnan baş neyê zanîn çi hewce ye mirov serê xwe biêşîne. ma tu karê me din tune em civatek gengeş de bin. |
|
10.05.2015 16:17 |
hêja hûner
|
10. dibêjin pale qels e hêncet das e, min hêj kurdek nedîtiye gotiye facebook an twitter bûye cihê faşîst û nizanim çiyan ez ê dev jê berdim, lê dema mesele dibe tirşik herkes ji milê xwe ve tiştekÎ dibêje, yek dibêje bila kes nebêje dewê serokê min tirş e, yê dî tê dibêje ez yekî zêde hesas im divê herkes zimaneke sterÎl bikar bîne heyna dilê min li hev dikeve, yê dî dibêje, ez rexneya li ser cihÛ û îsraîliyan qebûl nakim, ya dîtir dibêje tirşik bûye qehwexaneya mêran.. ya ecêb pirraniya van kesên ''mizmizok'' dema mijarên cihê guftûgoyê di tirşikê de vedibin, tên li jêr mijarê kerba dilê xwe vedikin û tirşikê dihêlin diçin ser twîtter û facebookê, destê xwe li tiştekÎ nadin.. |
|
10.05.2015 16:56 |
endazer
|
11. facebook û twitterê de herkes fermandarê rûpela xwe ye. dikare kesên ku heqaret li wan kirî asteng bike û wan nebîne û nehêle ew jî wî bibînin. lê malperên mîna tirşik.netê herkes dimîne li ber bextê moderator û admînan. û ev rêvebir jî edaletê pêk neynîn wê demê endam dimînin bêçare û dûr dikevin. |
|
10.05.2015 17:11 |
hêja hûner
|
12. (bnr: em dikin nakin endazer dev jê bernade) emê çi xwelîyê li xwekin. |
|
10.05.2015 19:16 |
shorbevan
|
13. Nivîskarên ku ji şikefta wan bi wan xweş tê. |
|
02.03.2023 12:17 |
bese binale welat ji kul û derda
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |