1. nivîskar û helbestvan e. ji bajarê rihayê ye. pêvajoya di navbera pkk û tirkîyê rexne dike. gotinek wî navdar heye: (bnr: ez di sureca we nim) |
|
24.07.2013 18:14 |
baz21
![]() |
2. dibêje: pêwîste ku leşker û artêşên tirk, ereb û faris ji kurdistanê derkevin, kurdistan azad bibe. |
|
24.07.2013 18:18 |
baz21
![]() |
3. bi kurtayî ihb an jî Îxb |
|
24.07.2013 19:56 |
bazirgan
![]() |
4. nivîskar û ramanwerek kurd e û. ji perspektîva azadî û serxwebûna kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan li her rûdan Û bûyereka li dinya û kurdistanê diqewime dinêre û şirove dike ji ber hindê gelek caran bertekên kurdên asîmîlebûyî an entegrebûyî û yên çepgir û rastgir û îslamîstên tirk dikişÎne ser xwe.. ez bi xwe pişta hema bêje her gotinek û fikreka wî digirim lê nizanim ji ber çi gelekî zêde ji xwe bawer diaxive û dema derheqê tiştekî de diaxive wekê ku yekane otorÎte ew e qet îhtîmala şik û îtîrazekî jî bernade. mixabin di nivîsên xwe û parvekên xwe yên li ser twitter û facebookê de bipiranî zimanê tirkî bikar tîne. carinan li ser facebookê derheqê hind peyvên kurdî de xebatên xwe yên etîmolojÎk parve dike ku piraniya etîmolojya van peyvan şaş in û tu esl û feslê wan ê rastiyê nîne. carina jî wekê kurdên nû bi kurdîtiyê hesiyayîn û divên tiştinan bikin nivîsên gelekî hişk û tûj û req dinivîse. |
|
24.07.2013 21:16 ~2022.01.13 12:43 |
endazer
![]() |
5. dîwaneka wî ya helbestan bi tirkî bi navê sular divanı di sala 2005an de ji nav weşanên yomê de derketiye heye. |
|
24.07.2013 21:18 ~2022.01.13 12:47 |
endazer
![]() |
6. fenomenê twitter ê ku kesê herî zêde xwediyê dijminan e . |
|
24.07.2013 21:53 |
brusk56
![]() |
7. gora ew bi xwe dibêje serokê navenda lêkolîn û polîtîkayên serbixwe ye . |
|
24.07.2013 22:04 |
brusk56
![]() |
8. Dibêje ez Kurdim Û Kesekê kurdistanî me. |
|
24.07.2013 22:52 |
shiyandar
![]() |
9. bi israr li ser bindestiya kurdan û mûstemlekebûna welatê kurdan kurdistanê disekine û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û kurdistanê hizr û pêşniyarên xwe li ser facebook û twitterê bi hejêker û guhdêrên xwe re parve dike.. hêvî heye ku bê û di tirşikê de jî hespê xwe rake pêdarê û bela xwe li dewletnexwazên kurd yên ji her derûdorekî bide.. |
|
24.07.2013 23:33 |
endazer
![]() |
10. yekî ji tu tiştî namîne ye. |
|
24.07.2013 23:41 |
bazirgan
![]() |
11. Dibêje bila Kurdîstan ava bibe, eze bibim paqijokê Kurdîstanê. |
|
24.07.2013 23:49 |
kurdmisê
![]() |
12. xwediyê gotina ku ji bo Roboskiyê ''Katır sırtında ölüler, unutursam kalbim kurusun:'' e. |
|
25.07.2013 00:28 |
fuad hemedxan
![]() |
13. radibe û rûdine dibêje ax kurdistan û wax kurdistan |
|
25.07.2013 00:50 |
cîncoqo
![]() |
14. bi xwedê, ha barana nîsanê, ha brahîm xelîl baran... |
|
25.07.2013 01:13 |
devliken kelogiri
![]() |
15. kesê ku ez dibînim bi şabûna wî bi peyva kurdistanê re heye û ji ber vê jî popûlaritiya wî di nava welatparêzên me de tê pejirandin. |
|
25.07.2013 01:17 |
fizikzan
![]() |
16. Kurdnasek gelek baş, helbestvan u nıviskar e. Wexta navé wi guhdar bıkım Kurdıstan té bira mın * Bı evina Kurdıstan xwe dıkuje ku jı bo me hemuyan ji minakek héja ye. İxb=Kurdistan * |
|
25.07.2013 01:54 |
bawermend
![]() |
17. ji devê wîkîpediyayê îbrahîm xelîl baran: |
|
25.07.2013 05:34 ~2022.01.13 12:49 |
endazer
![]() |
18. bi evîna kurdistanê dimire rojê 10000 bêjeyên tirkî dinivîse li ser facebookê |
|
01.08.2013 05:52 |
maro
![]() |
19. Li ser rêberê gelê kurd zêde dipeyive û zêde rexneyan lê digire. |
|
16.08.2013 16:26 |
quzulqurt
![]() |
20. Mamosteyek zehf delal û hêjayê.Doza wi yekîtiya Kurd û Kurdistanê ye. |
|
16.08.2013 17:55 |
stajyer kurd
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |