Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

170. tweetên wî yên ku dema şerr birin li ser rojava gelek girîng bûn û kes nikaribû wan tweetan binvîsan de lê wî moral /motîvasyon dida şopînerên xwe.Dîsa ji bo (bnr: mistefa selîmî) jî gelek tweetên girîng nivîsin û her kes nikare tiştek wisa bike.Yanî carnan divê mirov dev ji pê ketine şikbûnê berde.Belê her tişt tweet nîne lê , min heta niha hizrekî ne rast nedît.
Bila ev neyê wî wateyê ku ez xwe qurbana wî bikim lê kesên ku dixwînin û hin tiştên girîng dibêjin divê em qedr qiymetê bidin wan.
Ev barzanîhez e , ev apohez e , ev nizam çi ye bi xwedê ne xema min e.Tenê bila ji bo welatê xwe û axa xwe kar bike.Gotinên ku ixbaran kirin , gotinên ku her kes nikare bibêje ye.



13.04.2020 00:57 | brzn

171. (bnr: tiroviro)
(bnr: tevlîhev)
(bnr: şorbe)



13.04.2020 01:02 | afa

172. carna hinek tiştan dibêje kêfa mirov jê re tê carna jî hinek tiştan dibêje mirov dixwaze kulmekê li devî bide. ê xoce ka bisekine



13.04.2020 17:04 | soryazyus

173. 3 sal ewil bû, ez çûbûm Mêrsînê, li wir bi navê kitapsan kitêbfiroşekî heye, me go çiqa em ê herin serekî lêdin li wir jî

Xweyî kitapsanê anegorî xwe demokrat in, kitêbên li ser misilman, file, xwedênenas, çepgiran û zimanên wekî kurdî, îngilîzî hatine nivîsîn hwd. Tê da hene, Alternatîvên cûda di nav dikana wan da tê Peydakirin.

Min bala xwe dabû aliyê kitêbên kurdî, du heb xort jî kêleka min bû, me hev ra go merheba, çawanî silametî felan û bewan, ewana xwendekarên ji zanîngeha Mêrsînê bûn, Yekî wan ji nişke ve ji min ra pirsî go, tu Îbrahîm Xelîl baran nas dikî, min cewab da, Qasê ku ji Twitterê xwendibim ew e, ewqas nas dikim, gotin zahf rind dinivîse, kesekî Qadirgiran e ... li ser wî me hinekî sohbet kir.

Çi bêjim eleqeyekî tunebû kesên xerîb, me hev nas nedikir, navê wî bihilda ser Îbo sohbet bikira, mijar çawa hate ser wî nizam.

Yanî bi kurtasî bêjim, van salên dawî gelekî tesîra xwe xistiye nav gêncên kurd...



13.04.2020 21:13 | mîr

174. 17.04.2020 nde ser facebookê heypeyvînek gelek xweş bi hacî kardoxî re li ser radyoya aşitî hatiye kirin.Hevpeyvînê de mirov dikare ramanên ixbaran gelek zelal bibîne.Kesên ku dixwazin temaşe bikin.
https://www.facebook.com/Radio.Ashti/videos/593700311504801/



18.04.2020 20:15 | brzn

175. mêrik lêkolîner e.
min vîdyoyekî wisa ê wî dît.



;feature=youtu.be

behsa dîwana kurdan û mûzîka kurdî kiriye di vê vîdyoyê de.
wele puanek erênî ji min stand bi vê xebata xwe..



30.04.2020 23:52 | brusk56

177. Here lînkê
li ser twitterê wî ra peyamek hatîye li vê peyamê bikarhênere(user) kî kurdê eşîra dinaî testê dna kiriye. li encamê dna da bavkalên wî 9521 salê derketine. birastî nizanim trolle an raste, hema pişt vê encamê şaşnebûm.



11.05.2020 14:03 | doesntmatter

178. Kesê ku min nedixwest di derbarê wî de bitirşikînim lê belê her ku diçim ku derê dertê pêşiya min. Ji neçarî ezê çend fikrên xwe yê belengaz vebêjim. Miroveke welatparêz e. Ji dil dixwaze bo welatê xwe tiştekî bike lê wekî ku rexne lê hatiye kirin ew jî weke me konformîst e. Piştî ku cihê xwe zexim kiriye vêca bang li gel dike û şîretan li xelkê dibarîne. Lê ji dêlava ku ji welêt derkeve li bakûr siyaseteke welatparêzî bikira, heye ku gel mecbûrî van qûnalêsê kemalîsta nebûya.

Heke em werin ser taybetmendiyên kesayetî, birastî ne miroveke karîzmatîk e. Lê kar û xebatên wî hêja ne. Bes piranî bi tirkî ne. Nenivîsandina xwe ya kurdî jî dixin sûcê nefêmkirina kurda. Law heke kes ji kurdî fêm nake û em tev bi tirkî li hev dikin û ji ber wê jî em bi tirkî dinivîsin, vêca ev şer û tekoşîn ya çi ye? Em doza çi dikin? Law xwuda wekîl ne ji hezkirina zimanê zikmakî bûna min demjimareke xwe jî li vir nedibuhurand. An min tu eleqeya xwe bi tevgera azadiyê jî netanî. Heke armanc ne zimanê min be, çi dikim ji biratiya gelan? Çi dikim ji çepgiriyê?

Wer hasil min hêvî ji vî cenabî heye ku hinekî bêhtir çalak be, di jiyana rastî de û hemû kar û barên xwe bêyî ku guh li fêmkirina xelkê bike bi kurdî bike.



17.07.2020 23:02 | tîrêj zana 21

179. netewperwerek hêja ye. Di peyamek kevin de li ser siyaseta pratîk min rexneyên dijwar lê kirine, hêj li ser wan fikranim lê belê dixwazim vê carê balê bikşênim ser girîngîya hewldana wî a fikrî. Ji bo rizgarîya netewî kesên wek brahîm xelîl difikirin divê zêde bibin. Heta ku netewek li nirxên kevneşopî xweyî dernekeve wek av û nan rojê deh caran dewlet nexwaze nikare ser xwe ve were. Hin kes dewletxwazîya wî karîkatûrîze dikin lê wek fenomenek hebûna wî bo têkoşîna netewî girînge.



22.07.2020 13:28 | hespêsor

180. Merivekî baradayi ye..
Demekê pey keçika pir digeriya..nizanim ev axlakê wî goriya ye an na lê belê zilamekî vît û vala ye



22.07.2020 15:44 | xeletnivîs

181. Bi heft Qur`an`ê dikarim sond bixwim kû camêr ji Selhedin Demirtas û hevserokên HDPê sed caran çêtir e



26.09.2020 21:39 | kurêbavêxwe

182. gotineke wî heye: tirkiye welatekî karîkatur e.

mebesta wî zêdeyî li ser tirkan e lê mixabin em kurdên bakurê Kurdistanê jî bi wan re dibin karîkatur. wek tê zanîn ji ber îdeolojiya AKPê û erdogan rêzefîlmên qaşo-dîrokî mîna dîrîliş ertugrul, kuruluş Osman û hwd. meşhûr bûn, kurd û çepgirok jî beramberî van neo-osmanîyan dest pê kirine fîlma şêx Bedredîn çêdikin.



08.10.2020 19:18 ~19:20 | tizbîkêş

183. Azadîxwazekî xwebexş, serxwebûnxwazekî dilovan e. fikr û ramanên wî, ji kaniya doza azadiyê tên. Serokekî eniya wî bilind e. Kesayetekî bi mejî û nasnama xwe azad e, û dixwaze em hemû wisan azad bibin.



19.11.2020 13:25 ~13:27 | lawkegoyi

184. Yek ji çend rewşenbîr ên kurdan e. ewqas hişyar, ewqas zana û jîr, bi kesayeteka ewqas rind, ser da jî li ser mijarên kurdewarî ewqas çalak min nedîtîye.

dikare xwe bigihîne xelkê jî. ewqas dixwîne, ewqas tiştan dizane û ya herî mihîm jî ew e ku bi hêsanî û basît dikare tişt û meseleyan vebêje, bi zelalî xwe îfade dike. nebêjin temenê wî biçûk e. willehî mêr e mêr. role model e. xwedê wî bihêle.

ew û micahît bîlîcî qîmeta wan li ber min zahv bilind e. şikir ji xwedê ra ku kurdên wek wana jî me dît.



10.01.2021 01:03 | mirovekirind

185. Neteweperwerekî!!!!, evîndarê zimanê dagirkerên xwe ye. keseke ku pirtûkên xwe tirkî dinivîse, bernameyên tirkî çêdike dikare bibe rewşenbirê tirka lê nikare bibe ya gelê kurd. jixwe ne rewşenbîr e jî. ji vîya ha her tişt dikare derkeve lê rewşenbîrî ti car dernakeve. Ku sibe twitter were girtin, kesî navê wî jî bi bîr nayêne.



10.01.2021 12:33 ~12:37 | hueyn

186. (bnr: bila îxb bibe mêwanê tirşikê)



10.01.2021 19:00 | cinorek

187. -devletsizlik sadece devletsizlik değildir.

+devletsizlik nedir hocam

-sevismektir.

+ ????

(bnr: fenomenên bênamus)



10.02.2021 15:25 | heval.js

188. Gava bi tirkî diaxive dengê xwe pir dişibe siyasetmendê tirk selehattin demirtaş.



03.07.2021 08:58 | elaziz izzetpasa camii

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim halil baran
» halil cibran
» baran

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî