Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

78. Sibeh hetta êvare doza kurdistane dike le belê dewletên yekbûyî yên emerîkayê dijî.dibeje Axa kurdistan Axa kurdistan le bele ne ser Axa kurdistane ne jî alîkarîye ciwanen kurdan dike. Li rojava ye 2 nivîskâr û helbestvan bi çeken xwe Axa xwe û welaten xwe diparêzen.bila wana binêre.kehfa min ji wîra nay



10.08.2014 17:23 | quşxaneli

79. kesê ji bo kobanî harîkariyek mezin darxistibû.gelek xizmetên baş ji bo kesên ji kobanî hatin kiribû.lê ji aliyê partiyê ve wek kesê "sextekar" hate binav kirin û harîkariyên wi bi dawî bûn.



11.10.2014 01:45 | dildar geverî

80. yê ku qaşo çû li pirsûsê alikariya penaberên ji kobanê hatî bike, paşê got welatparêzan nizanim çi gotine min û dev jê berda.

armanca wî ew bû ku herkes bikeve fikra, "vaye mêrik karekî pir baş dikir, lê welatparêzan destûr neda bike".

carinan rexneyên wî ên di cî de jî çêdibin, lê gelek caran li min biborin lê dirî bi xwe ve..



11.10.2014 02:03 | brusk56

81. anf derbarê wi de nivîsiye



http://www.firatnews.com/news/guncel/kobane-magdurlarini-somurenlere-dikkat.htm



wi jî ji hesaba xwe ya facebookê gotiye ez ê hemû makbûz û fatûrayên ku ew pereyên ji min re hatiye şandin piştî rewşa kobanî baş bû parvebikim.



11.10.2014 23:35 | dildar geverî

82. ez, ji tevahiya fikrên wî hez nakim û gellek caran wî populîst dibînim.

dibe ku mirov ne di heman fikirê de be lê bawer im ku anf bê ku ispatek hebe wî wek sextekar diyar kiriye ku ev qet ne tiştekî xweş e.

dema ez çûm pirsûsê min ew li wir dît û dixebitî lê taliya talî ez nizanim bê karê xwe çawa dimeşand.

lê heke mirov yekî/ê wek sextekar îlan bike divê ispatên mirov jî hebin.



13.10.2014 13:24 | gulan

83. ev çend hefte ne di rudawa tirki de nivisen wi derdikevin. ew ji u ceng sagniç ji heta evari behsa serxwebun u dewletbune dikin le hema beje hemu tişten wan bi tirki ye, gelek caran tişten rast dibejin le dema ambalaja we tişte bi zimaneke biyani be hingi bive neve mirov ji dilsoziya wan dikeve şike. dema tu gazindan je diki, çima bi kurdi nanivisi, dibeje: bi zimane tirki dema ez dinivisim zedetir kes dixwinin an tu kes bi kurdi naxwine. li gori min ev argumanta wan tene xwexapandinek e. u tişteke din bi taybet ihb geleki nefsmezin e, min hin nediye careki ji ya xwe hatiye xwar u ji ber şaşiyeka xwe leborin xwestiye, gelek tişten dibeje şaş in heta ji şaşiye ji wedetir buxtan u bebexti ne, ve taliye ji bo idris baluken gotibu ne kurd e, dema çend nas u dosten idris baluken li ser twittere gotin em malbata wi nas dikin, idris baluken ji heft bave xwe de kurd e u zaza ye, ne ji ya xwe hat xwar u ne ji ji ber şaşiya xwe leborin xwest.

(biborin karakteren kurdi li ve komyutire tune ne, bi xwe re nabinim ji xwar kopi ji bikim.)



29.03.2015 17:05 | xwînhingivîn

84. zêde zêde utopîst e..

mesela qala realîteya kurdistanê dike lê di qalkirina xwe de jî dikeve xewn û xeyalan..

di warê dirokê de heta ku jê tê mafdar e lê ji rastiya civata xwe bê hay û xeber e.

dibêje heke hûn bixwazin herin nostaljiyê, herin li amedê kurdî bipeyivin. tê bêjî qey emelên xwe rojê bîst û çar saet bi kurdî dike. di warê etîmolojiya kurdî de carinan nimûne û mînakan pêşkeş dike lê hê rêziman û rastnivîsa kurdî nizane..

dibêje divê rê li ber rexneyê neyê girtin lê dema tu wî rexne dikî mirûzê xwe tirş dike û te bi korfêmî îtham dike. yanê çi? yanê dema ez rexne bikim dibim asofireh lê dema hûn rêxne bikin hûn dibin mejîzingar, ma bavê min te xêr e? te vê xweşbazariyê ji kû kirî?

çi dibe bila bibe heta ku zimanê tirkî li xwe qedexe neke êdî ezê nema ji samîmiyeta wî bawer bim.

tê bîra min careke ji caran pê re ketim nîqaşekê, min go tu behsa nirxên netewbûnê dikî lê wek mînaka qîza meleyî tu bixwe hay jê nîn î, ev çi îş e? go niza têkilî, ragihandin falan û bêvan, yanê xwest bêje ku dema bi kurdî dibêjim reaksiyon nagirim. pekî çi ye ew reaksiyon birê min! di ser tevn û tora medyaya sanal de, hefûhêşt û galegalên bêwate..

neyse min dîsa dirêj kir



12.04.2015 14:03 ~14:05 | ferhenga şikestî

85. di rûdawê de bi navê ermeniler, kürtlerden özür dilesin (bila ermen, ji kurdan lêborÎnê bixwazin) nivîsek metrajdirêj nivîsiye.. nivîs hingî dirêj e heta min xwend û xitim kir malik li min çû mîratê.. divê vê jî bêjim camêr bi barê kerekî behsa bûyer û meseleyên dîrokî dike di nivîsa xwe de lê ji bo yekî tenê jî çavkanî destnîşan nekiriye, tu wê bêjî qey dema ew bûyer diqewimîn ihb jî li ser hespê xwe sekiniye û temamê bûyeran li cem xwe ligel hemû detayan qeyd kiriye.. neyse Here lînkê



26.04.2015 03:42 | endazer

86. dibe evî kesî hinek din jî çira û heqaretên xweş em lê bikin bira hinek dinjî reqlama tirşikê bike. me xêrê ji te dîto, tu ne belqitî belî,evê ne li hev..

Here lînkê



03.05.2015 11:35 | shorbevan

87. dema ku mirov lînka shorbevan vedike ewl ev hevoka wî ya şildim bildim tirkî tê li ber çavê me



"Şahsen eleştirileri çok önemsiyorum. Fakat altı-yedi yıldır Türkçe yazılmış eleştirileri önemsemiyorum. Türkçe şiir yazmayı bıraktığım gibi hakkımda Türkçe yazılmış eleştirileri önemsemeyi de bıraktım. "



dema ku wî propagandaya xwe jî bi kurdî kir û dev j tirkî berda wê demê bila hinek jê bawer bikin



03.05.2015 13:09 | hêja hûner

88. Di îmana min da be kerekî baş e. Kûçik be jî kûçik ê me ye.



03.05.2015 13:27 | filîtê qutto

89. Nivîskarê ku di derheqê vê hevpeyvîna wî ya dawî de neheqî lê hatiye kirin Here lînkê

Orjînala hevpeyvînê bi kurdî ye lê hevalê shorbevan lînka tirkî bi me re parve kiriye.ji ber vê yekê hêja hûner jî rexneyeke tûj li îxb kiriye.ma sucê îxb çi ye*





03.05.2015 13:33 ~13:54 | bayesar

90. Ê ku bi xêra wî min tirşik.net naskirîye.

Ebu Zer'ê Kurdan e.





03.05.2015 16:02 | gumgumok

91. camêrekî baş e, heqê jîyana xwe dide. hinek keren me çirtik zirtikan diavêjinê lê, ev qusura keran e. yên li pişta wan siwar dibin aciz nabin lê yên bi wan re şabin gez dikin.



03.05.2015 18:51 | sîyaûyê bekirî

92. gotiye ku ez tim tirşikê dişopînim..

baş e..

çend gazinc û pirsên min hene..

egerên wî yên nenivîsandina kurdî, sedemên maqul in lê di heman demê de xeternak e jî. dema ez bala xwe didim kurdên tirkîaxêf, têdigihîjim ku hama bêje sedemên wan yek in û dibêjin piştî ku kurdistan rizgar bû em ê dest bi kurdî bikin, e baş e, ma zimanê kurdî qeyd û zîncîr e? çima welatê mêriv azad nebe mariv nikare fêrî vî zimanî be û hemî emelên xwe yên dinyewî bi vî zimanî bike?

di warê ragihandin û têkiliyê de mafdar e, dema ku meriv bi kurdî kar û xebatên xwe bike ji bela kesadbûnê armanca mêriv naçe serî, yanê meriv nagîhîje muşterîyên potensiyel ên kurd, lê ev jî he ye; ji ber ku herkes bi vî aqilî jiyana xwe dîzayn dike, lewma jî kes qûna xwe ji erdê ranake. yanê sedem maqul e lê encamên wê xeterî ne..

edît: sererast



03.05.2015 22:33 ~22:35 | ferhenga şikestî

93. kesê gotiye bi kurdî ez nikarim bigihêjim kesên kurdînezan. bila zanîbe bi tirkî jî nikare bigihêje kurdên tirkînezan an jî kesên ji tirkî direvin jî.



min wî di şerê wî û bijwen nas kir. lê kêfa min ji bijwen bêhtir ji wîr dihat sedem jî ji bijwen zêdetir bi kar anîna kurdî bû. piştî min biryar stend û ez ji tirkî reviyam min terika wî jî û a bijwen jî kir. car caran ez wî dişopînim lê nizanim bê bijwen sax e an mirî ye. ne xema min e jî.



03.05.2015 22:39 | berxweda

94. nizanim ev malbîrat bi çi şol diket enerjîya wî qet xilas nabît û her tiştî jî dizanît, mirov dişêt bo wî bibêjît hertiştologê kurdan.



04.05.2015 00:08 ~11:07 | mîrêhekarya

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim khalil
» halil cibran
» baranparêz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî