Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

115. ibrahim halil baran çi dixwaze ez jî wî dixwazim em özerklikê dixwazin barişê dixwazin kardeşlikê dixwazin..



Here lînkê



17.08.2015 22:13 | shorbevan

116. di rûdawê îro liqay nivîseka wî ya bi kurmancî hatim, gelekî kêfa min hat, ev nivîsa wî ya bi kurmancî li gorî nivîsên wî yên din ên tirkî hem bi naveroka xwe û bi hem zimanê xwe, biçekî qels e, lê gelekî normal e, ji ber ku mirov 30 salan destê xwe yê çepê bişixulîne û paşê rojekî bi destê xwe yê rastê bihese û bêje lene'l şeytên destê xwe yê rastê bişixulîne ji bo çend carên ewil wê bişerpile, gelek kêmî û kurtî wê jê çêbin, lê pê re pê re her tişt wê hel dibe û vegere ser esl û tebîet û fitrata xwe..

tiştek din ku ji bo min cihê kêfxweşiyê ye, bi kurmancî jî retorÎka camêr xurt û saxlem e!



çend têbinî li ser kurmanciya wî;



Ji wî daxwaza tiştekî sivik dikirin (şûna sivik ''biçûk'')

berê zimanê Bruno jê qut kirin û dû re jî ew şewitandin. (şûna berê ''pêşiyê'' an ''ewil'')

Hiş bin û dengê xwe nekin! (şûna hişbinê ''xwe kerr kin'')

Lê wan, guh li wan nekir û ronî ji wan belav bû. (şûna guh li wan nekir ''guhê xwe neda wan'')

gotinê xwe jê kêm nedikir. (''ji ya xwe nedihat'', ''tu gotin ji xwe texsîr nedikir'', ''bêminet diştexilî'')

Dîsa jî ji xwe derbas nebû (''nekarî bi xwe'', ''nekarî xwe ragire'', ''ser milê xwe re nebir'')

xwaşiya min tê (''kêfa min jê re tê'', ''hejê dikim'', ''bi min xweş tê'', ''bi dilê min e'')



02.09.2015 22:57 | endazer

117. ji vir çar meh berê me li amedê hev dît û qederekî em axifîn, çendîn li ser medyayê emelên xwe bi tirkî bike jî, di jiyana xwe de bi temamî bi kurmancî emela dike, kurmanciya wî gelek fesih bû, ez heyirîbûm beravajiya kurmancînivîsiya xwe, xweş diaxife



02.09.2015 23:17 | ferhenga şikestî

118. kesên bakur wek bakûr dinivîsin



03.09.2015 23:43 | dijber

119. camêrekî jîr û zana ye lê weke axlebê jîr û zanayan bi tekebbur e. ha di vê navbirê de dest û pêyên wî dirêj in. li her qadên medyaya civakî çalak e. belkî li vir, di tirşikê de jî dinivîse. ki dizane?



03.09.2015 23:54 | diclefirat

120. ji bo rexne bike êdî hema bi gotinên tewşomewşo û beredayî xwe rizîl dike.

her roj her roj heman gotinan dûbare dike. heta êvarê li dû gotin û daxûyaniyên hdpiyan e. hema ji derekê peyvek xelet bikare derxe wê heftiyekî behsê bike. min nekarî zêdetir tahamûl bikim û min unfollow kir.



08.11.2015 22:23 | brusk56

121. Tiştên dike

Tiştên dibêje

Zimanê dibêje

Tev ji bo kurdan zirar e..



Kî dikare bêje tiştên ew dibêje filan tiştê de kêrî kurdan hatiye?



08.11.2015 22:51 | hêja hûner

122. carekê, me rû bi rû jî hevudu dît û qederekî em pênç deh deqe axifîn..

mirovekî baş e. di jiyana rastîn de ne wekî li ser medyayê xwîntehl e, sempatîk e.

dixwaze tiştan bike ji lew kurdekî bê dewlet e lê...

nabe aga nabe ma bi zor e? bi şeref nabe! bi xwudê nabe! nebiyê nûh jî ji gorê rabe nabe nabe!

rêbaza te û rastiya me li hev nakin aga nakin na+kin!

bi ya min dev jê berde tu westiyayî bi karê edebiyat û huner û dîrokê re mijûl be valle bille baştir e, bes te emrê xwe yê xweşik û ciwaniya xwe kirin jehr nebû, qeder, qebul bike, qeder...



08.11.2015 22:58 ~22:59 | ferhenga şikestî

123. here lînkê

wêneyê nîşande

...



nivîskarê carna wekî shorbevan dibêje; "lêxin di diya xweyî nin bi kujin" dema lê dixin dibêje hop hoopp hûn çidikin hûnê di diya xwedîyê wînin bi kujîn. nivîskarê hinek alîgire û deqeka wî li deqeyeka wî nanihêre.. nivîskarê bela serê meye ger em wî un follow (şermezar) bikin jî ew me un follow nake. nivîskarê carna nivîsên wî yê xweş hene lê divê ne alîgir be bes. ji minre kurdîstanê bixwaze.. werhasil divê em sernivîsek wiha vekin ji bû wî

(bnr: kêmasîyên ibrahîm halil ibrahim)



08.11.2015 23:10 | shorbevan

124. İnsanekê bêedeb e kû beriya çend rojan li ser twîtterê dijûna gora bavê mahîr çayan kiribû.ma bavê wî çi ji te kiriye bêehlaq.tu nabî neynûka demîrtaş dê çewa bibî serokê partiyekê



08.04.2016 23:14 | ronahî

125. Serokê partîyekê ye.



08.04.2016 23:41 | gumgumok

126. serokê partiyekê ye lê xeyala wî ya rêberiya kurdan wê nebe rastî.



1- kî çi dibê bila bê. pkk li bakur û rojava bingeheke qehîm avêtiye.



2- îbrahîm xelîl baran nizane çawa xeber dide. rast e carina gotinên rast dike lê awaya xeberdanaê ya wî qet ne xweş e.



bila pêşî uslûba xwe biguherîne.



09.04.2016 00:19 | kurê xelkê

127. Eyara devê wî tune ye..

Lê rexneyên li dijî wî ji bê'eyarbûna devê wî jî xirabtir in..

Mîsal; camêr nirxandineke dike digihîje encamekê, birêketina Destpêka wî şaş e. Tu eleqeya bavê mahir çayan bi vê mijara me ve tune ye tu çima bavê miriyekî tevlî meseleyê dikî?

Mîsal; rexneya dijî wî, tu eleqeya serokbûna wî û ya Demirtaş bi hev ve tune ye..

Baş lê hûr bin, di her du mînakan de jî tu cudahî nîn e..



09.04.2016 00:27 ~00:28 | ferhenga şikestî

128. qene gotibe ez di gora bavê mahîr çayan nim * ger wisa gotibe ezê wî mafdar bibînim wekî ku wî digot çêr bi kurdî xweşin yaw henek henek min di gora kalikê îbrahîm xelîl gao çi heqê wî heye çêrî gor û tirbeyên xelkê dike yarebî ya xweda!, min ji wera gotibû wî ji tirşikê dûr bixînin hingî min şopandiye devê wî jî xerab bûye *



09.04.2016 00:59 | shorbevan

129. Min jî di got birêz parêzer ferhenga dilşikestî dê kengî tevlê paristinê be.dîtina peywenda her du mijara ne dijwar e.ixb di twîtterê de li ser mijara mahîr çayan de zimandirêjî li hdpê jî dike.ne wî mijarê de tunê.armanca xwe kiriye -gorê min hatiye -dan kirin- pkkê, demîrtaşê,hdpê ber çavê gel de reş bike.bila pêşî xwe binêre serokbûn ne para herkesê ye.



09.04.2016 07:00 | ronahî

130. (bnr: formata tirşikê)

(bnr: nivîskarên ku hê jî hînî formatê nebûne)

fehenga şikestî ne parêzerê tu kesî ye, ji nîqaşên siyasî jî qerixî ye, bi xwe de nabîne bi zaroyên doyîn re bikeve nava gengeşiyên berredayî..



edît: min di peyama xwe ya jor de, di mîsala ewil de rexne li îhb'yî kiribû..

(bnr: asta têgihîştina kurmancî ya nivîskarên tirşikê)



09.04.2016 13:28 ~13:32 | ferhenga şikestî

131. (bnr: ez di gora mahir çayan nim)



09.04.2016 14:45 ~14:46 | ceso

132. Ew derweşekî kurde lê mixabin ne ji bo Mahir ji bo tu kesî giranî ya mirov bila ji dest neçê. Lo brahîmo ew berçevikên xwe carna tu paq nakî hinek paqij be *



09.04.2016 22:49 | kurdinaryus

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim gokçek
» halil cibran
» baranên çilesrî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî