Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 32 peyam
ibrahim halil baran - tirşik
ibrahim halil baran
(60) (24) (1)
di mijarê de bigere

152. neteweperwer û dewletxwazekî Rihayî ye. Ecêb ji Rihayê jî yekî werê derketiye ma hîna hûn çi dixwazin? Ji ber hinek sedeman li Başûr dijî û li wira, di rojnameyekê de dinivîse. Her wiha di medyaya civakî de jî çalak e.



17.12.2019 14:25 | xabûrî

153. Xwey gotinên mezin xwey kiryarên biçûk û wala.

Hercar bi qerîne li ser pêşengtiyê çêl dike. Çawaniya pêşengtiyê lê nîn e.

Mirovê rexne û gelemşeyên neçêker.

Xurûreke pûç û mezin lê heye.

Dibêje bila kurdistan ava bibe ezê bibim paqijker.

Nefsbiçûkiyê zêde ji pozbilindiyê ye.

Pêşî her kesek xwe û ber mala xwe paqij bike di vê têgihiştinê de pêşengtiyê bike. Di demên dijwar de bila çêker be. Jixwe emê bigihêjin armancê. Vêca paqijker pir in.



17.12.2019 16:15 | rûbar

154. kesê fikrê wî ji hezar bavê hdpcîyan û serokê/n apocîyan çêtir e. qet nebe ew qala türkiyelileşmeyê nake..



17.12.2019 20:26 | berxweda

155. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



17.12.2019 21:26 ~21:27 | ferhenga şikestî

156. ê ku bo min tu caran mirovek samîmî nehat.
karekî kêrhatî jî min heta niha neditiye kirî. ji xwe dewlet jî zÊde xwe tevlî nake. ew jî zanin ku tenê xeber dide.



17.12.2019 21:38 | brusk56

157. Ne kesekî ku meriv li ser fikrên wî wilqasî bisekine ye. Rexneyên wî pûç in û hîç ne di heddê xwe de ne. Asas ne rexnegirekî aqilmend e jî. Helwesta xwe a rastgotinê di her rewşê de nîşan nade. Çi tiştê ku rû dane hema bibêje dawiyên hemiyan ku neyînî bin bi HDP ve girê dide. Mixabin hindek ciwanan wî li serê me kirine ramanger....



18.12.2019 13:57 | darînê daryo

158. Ez bawerim di gotinên xwe da dilsoze pirî caran tiştên rast dibêje jixwe.
Lê belê a wî jî pirsgirêkek wiha heye ku ne rexnegirek an teorîsyenek zîreke bi tam meaneya wê kesekî navere, vasate û karê ku pê radibe jî ne karê vasatîyê ye lê belê dinav vê rewşa berbad a entelîjansîya bakurê kurdistanê da ji xwera cîhek girt û xwe li Gandîtîyê humeynîtîyê diceribîne .
Dîroka cîhanê nîşan dide ku qehramanên bûyerên gewre ne şerte ku kesên dahî bin yê ji rêzê jî karên mezin lidardixin.
xelîl baran dilê xwe negre dibe ku tiştina biguherî.



18.12.2019 18:37 | şikber

159. wan rojên dawî romantîzma sirgûniyê dike.
profîla xwe yê twitterê:

Şair. Yazar. Çiftçi. Sürgün.
@PAKURD Genel Başkanı



10.03.2020 18:53 | cinorek

160. Nivîskarê ku "Sûlar dîvani" bi tirkî nivîsîye.

Tişta ku ez fêhm nakim ku çima tişt bi zimanê tirkî tên kirin.Çima Kurdî nîne çima...

Xwezî kurdî bûya û me jî bikariba bistanda.



10.03.2020 21:56 | brzn

161. Nivîskar ixbaran , ev çend rojên şewbayê di mal de , ew jî weşana vîdyoyan dike û di vîdyoyan de helbestan şîrove dike , di helbestan de kurdewariya helbestvanên wek melayê cizîrî tîne ber çav.




09.04.2020 17:24 | brzn

162. Kurdekî bi pirranî muxalefetiya Kurdan dike. Serçavan carina di nav re tiştên rast jî dibêje.

Binêrin migo bi pirranî.



09.04.2020 23:12 ~2020.04.10 09:41 | giyanstêr

163. min tiştek jê fam nekir. partî vekir. bû helbestkar û pirtûk nivîsî ji bo zimanê tirkî...û her tiştên ecêbê ku hatine nivîsîn. xwedê me kurdan star bike çi bêjim.



10.04.2020 01:34 | roberz

164. Ez jî her ku dibînim tu aramî ya wî tuneye, biryar nedaye ku li kuderê bisekine, gotineka xweş heye ji bo kesên wisa: "wek nanê sêlê ye"
Divê xêza meriv zelal û aşkere be.



10.04.2020 02:11 | afa

165. hema bêje ev salek e ez vî camêrî nas dikim û beriya wî min nas nedikir.Piştê temaşekirina hin vîdyoyên wî yên kevin , min dît ku wisa ne xirab e qasî ku min dît.Lê li ser twitter her tim tirki dinivîse û pirtûkeke wî jî dîsa bi tirkî bû.Nivîsên wî yên li ser quncika kurdistan24 jî dişopînim û ew jî tirkî ye.Bi xwe li başûrê kurdistan'ê jiyana xwe didomîne.
Tiştên tirkî mirkî bala min nakişîne û jixwe kesên ku tirkî biaxivin / binvîsin jî bawer nakim.(ne tenê bo birêz ixbaran ji bo her kesî , ev prensîba min e.)
Lê lêkolînên wî yên li ser peyvên kurdî , li ser youtube şîrovekirina helbestên kurdî bi zimanê kurdî pirr balkêş e.
Wek ku hûn dizanin mirov bi kurdî nikare dengê xwe bide bihîstin lê tirkî be kurd wê demê te dibihîsin. (dibe ku wisa dihizire)
şîroveyên şerrên li hemberên kurdan li rojava jî gelek wêrekbûn dixwest û ew dem hemû parlementerên hdp kerr û sukut bûn xeynê çend kesan. (herkes nikare wî helewstê bike , balkêş e.)
rexneyên ji bo hdp yê de jî mafdar e û hê hindiktir diaxive.
Belê ku dev tiştên tirkî berde , ez ê jî gelek kêfxweş bim.



10.04.2020 02:51 ~02:52 | brzn

166. Min di serî de ew ba awayê nivîseke wî nas kir, lê ez zanayê Kurdayetiyê û polîtikayê nebûm ew çax. Salekî pişt wê di 2015ê biharê de ku ez zêdetir di Twitterê de çalak bûm roj bi roj min kes nas kirin, bi tiştan fêr bûm, bi bersivên pirsên xwe ve haydar bûm û hin fikr, xeletî, tevgerî hwd yên. ku ez di ferqê de bûm lê di hişê min de bê serûber bûn min ew tomar û sererast kirin. Di vê peresîna pêşdebirê de ÎXB karîgerek rind bûn ( silav û spasî ji re dişînim, jê re serkeftin).
Wek ez di muzîkê de jî dikim, ku ez berhemeke biecibînim ez li avakirê/a wê jî lê dikolim ji ber gengaziya berhemên serkefti yên din. Lewma min di derheqe îXB de lêkolîn kir û min ferq kir ku ji bo zanîn û zanyariya Kurdayetî yekê hêja ye. Derheqê dîrok, ziman, polîtîka, civaknasî û erdnigariya Kurdistana rengîn de gelek nivîsên wî yên bibingeh û biçavkanî he nin herwisa derheqê muzîka me de jî xwedîyê agahî û arşîveke fireh e. Nivîsên wî yên derheqe muzîkên Kurdî yên hatine dizîn û hevpeyvînên derheqê bingeha kûr ya muzîka Kurdî ez pêşniyar dikim, zahf hewisîner in.
Li ser medyaya civakî, qasî ÎXB dihête lînç kirin ew qas jî bihête fêm kirin wê zanyariyeke xurt ava bibe ji bo armanca Kurdistan a pîroz. Herwisa ji ber ku li şûna Kurdi bi tirkî dinivîse dihête rexne kirin. Lê sedema xwe (bi min mafdar e) wusa ravekir ku ew tişteke ji ziman girîngtir dixwaze bide zanîn: hişmendî. Hişmendiya zimên, ya welêt, ya dîrok, ya mafên Kurdan, ya KURDISTANÎYÊ hwd. lewra ew bi Kurdî jî binivîse ew ê nehête fêmkirin.
Hevalno partiyan bidin aliyeke. Bila tu kes/partî/tevger/raman pêşiya Kurdistanê negire. Bi wê re bêpêşdarazî hev guhdar bikin, fêhm bikin, rêz bigirin ji kerema xwe re. Wekî rewşenbîrên din berê xwe bidin rewşenbîren xwe wek ÎXB. Bidin ber hev. Bizanibin ku kî nêzê Kurdistana serbixwe be nêzê we ye, kî jî dûrê wê be dûrê we ye.
Silav û rêz xweşmirovno! Her hebin, serkeftî bin!



10.04.2020 05:33 | welat.roj

167. Ku cîhê hêja tirke ne tirke nizanim çiye, buye siyasetmedar, aqilmend, stranbêj,model, bijîjk ev jinik buye ev hemû, ma Îbrahîm Xelîl baran bibe feyselof ma zehfe qey, çi bibe jî çend tiştên bi feyde dibêje .



10.04.2020 11:36 | serhedo bê kiras

168. fenomenek xwidan îdîayên ji xwe meztir e. xwe wek helbestkar, nivîskar, mişextî, cotkar, serokê pakurdê dide nasîn û "doktirîna serxwebûna kurdistan" ji xwe re kiriye mal. Siyasetmedarek fenomen e, wek her fenomenek bal dikêşe. Lê heman demê de wek gelek fenomenan ne tiştek gelek tiştên ji hev cuda û nakok dibêje.

Mafê dewletbûna kurdan dixwaze lê bi guman im ku diparêze. Ferqek cidî heye navbeyna xwestin û hewldana ji bo destxistinê, ango parastina mafî de. Ezê li ser vê îdîaya xwe li jêr sekinim lê divê serî de bêjim ku binyadek bîrdozî û perspektîfek kifş û zelal ya îbrahîm xelîl baran nîne. Lewra gelek caran tişta spêdê gotî êvarî tersê wê dibêje. Li gor îbrahîm xelîl bîrdozî ji kurdan re ne pêwîste, lê netewperwerî û dewlet wek av û nan pêwîste. Gelo ev çawan pêkane? Netewperwerî bi serê xwe bîrdozîyek qerrase ye û dewlet jî bê bîrdozî, bê îdeologan, rewşenbîran, siyasetmedaran nayê ava kirin.

Îbrahîm Xelîl û kesên wek wî nikarin doza kurdistanê bimeşînin ji ber ku konformîst û tirsonek in. Weke di hemû tweetên baran de tê dîtin ew li cihek ewle ye, parastî ye, ji bilindahîyan bangî mirovan dike: wiha bikin, wisa nekin, ji kurdistanê hez bikin, li pey wan neçin, netewperwer bin, dewletxwaz bin... Her û her bi vî şeklî ferman li şopîneran dike. Ew li cihek xwedayî ye, tişta xwe jê berpirsiyar dibîne fikre ne zikre. Lê belê gava cara ewil li ser wî doz hat vekirin ew ji qatên xwedayî hat jêr, bû kurdek mezlûm, ket nêv dest û mistên dijmin de, hingê zanî ku bedelê her tiştê heye. Qasî dizanim derdora heyvekê ma girtîgehê de û çawan derket koçî başûrê kurdistan kir. Xwe wek mişextî û mexdûr nîşan dide lê wî nekariye li pişt doza xwe bisekine, li erdê xwe bimîne karûbarên partîya ferazî bidomîne. Kesên xwe li ber derbên dijmin nagirin û di firsenda ewil de baz didin nikarin bandorek demdirêj li gelê xwe bikin.

Li gor îbrahîm xelîl baran ew serokê pakurd e. Partî ji dehan rêxistinan, rêxistin ji sedan endaman pêk tê, di vê rewşê de em bêjin îxb serokê partîyek xeyalî ye dê ne şaş be. Welew ku hebe dê bikare çi bike? Ji bo kurdistanê dikarin çi bikin? Ji bilî gilî w gazindan heta niha karek siyasî ji destê îxb û kesên wek wî me ne dîtye.

Îxb dişibe cotkarek li deşta hezex. Kesên ji nisêbîn çûne cizîr dizanin ew deşt çawan xwerû kuç û kevir e. Îxb ger bixwaze li vî erdî cotkarî bike divê ji bo paqijkirina kevirên li ser singa axê bixebite. Kevir bi gotinan nayên avêtin. Ji bo guherînê, dewletê, şoreşê bi tena serê xwe raman têre nakin.



10.04.2020 14:29 ~14:34 | hespêsor

169. trollên PKKê ne bes bûn niha jî yên PDKê lê hatine xezebê ji ber di meseleya mistefa selîmî de gotiye PDK nikare tenê bi tawanbarkirina ynkê xwe ji bin bar û berpirsiyariya vê kirêtiyê xilas bike. carina dema çav bi tiştên wiha dikevim dixwazim ji kurdbûnê tobe û îstîfa bikim lê nizanim herim ber destê kî?!



12.04.2020 23:38 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» ibrahim keivo
» halil cibran
» baranên çilesrî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarsiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî