Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 21 peyam
emoji - tirşik
emoji
(5) (0) (13)
di mijarê de bigere

1. dibe ku ji emotiona ingilîzî be. emotion yanî hest; xemgînî, dilşadî, şaşwazî,mitaletî, bextewarî û hwd..



2015.04.01-04:48 | kevçiyê dil

2. şêwazeke nû a peyama ye ku bi smartphonea êdî ketiye jiyana me. Li gor vê yekê ji dêleva tîpan smilê têne bikaranin. Fikr ji nivîsandina japonan a ku ji dêvla tîpan wêneyan bikar tînin derketiye. hin kes vê yekê qels û lawaz dibînin, hin kes dibêjin kesê ku emoji yê bikar tînin popüler û biqewet in Here lînkê . bo numune bnr: Here lînkê ez bi tena serê xwe emoji bikar naynim lê car caran bo nivîs watedartir bibe û bikar tînim.



2015.06.30-04:42 ~04:51]| diclefirat

3. elmek pîs e û hinek mirov ewqas fîşal dikin.

şûna wê mirov dikare îşaretên weke : ), :( û :0 fîlan bi kar bîne. jixwe yên din ne hewce ne.



2015.06.30-13:09 ~13:09]| simurg56

6. smileyên li ser telefona gava meriv sihbet dike evan sembol û wêneyê biçûk ji bû rewşa (ken, girî, xemgîn...)xwe bide nîşandan tên bikarhanîn pirahî.





2015.07.01-16:34 ~16:48]| shorbevan


8. Tiştokên xweşik û kêrhatî ne. Çi dikim nakim nikarim vana di rewşên guncaw de bi kar bînim. Carinan bi kar tînim lê bikaranîna min ji tiştekî re nabe yanî ez di wê rewşê de bi kar neyînim jî dibe û hinek rewş jî hene, meriv emojiyan bi kar bîne dibe sîper sîper lê nayê bîra min.. neyse heke ku meriv di rewşên guncaw de bi kar bîne, emojî weke makîneyên kenandinê ne..



2015.07.01-16:52 | mergehez

9. bikaranîna emojiyan ne sunnet e ferz e ferz e. di rojên min ên borî de gava ez li zaningehê bûm ji ber ku hêj emojî îcad nebûbûn ji ber xeletfehmkirinê ez û hevala xwe bi hev ketibûn û ez av û av çûbûm. îroro ez bêemojî nikarim peyaman bişînim hima bibêjin ez emijîkolîk im. ji ber ku her îfade bi hesteke cuda tê gotin û ev îfade mirov nikare veguhêze nivîse û ez mirovek wisa me ku di hemû gotinên xwe de îroni û mîroniyan bi kar tînim henek menekan dikim yanî eger emojî tunebin muheqqeq wê di dawiya her peyamên min de şer derkeve* bi xêra emojiyan qet nebe ez vê rewşa neyînî ber bi pozîtîfbûnê ve dibim. carna jî peyamên henek ên ku ji min re têne ji ber ku emojî di xwe de nahewînin ez cidî fehm dikim û bersivek wisa cidî didim. ji kerema xwe re gava we peyama xwe nivisî emojiya xwe jî pêve bikin.*



2015.07.02-12:38 | ceso

10. emojiya xemgîn çi delal e.



2018.09.10-23:14 | biruya hayao miyazaki

11. ne îngilîzî ye. e di japonî de bi wateya wêne ye, moji jî karakter e. min îro di malpereke lînguîstîk de xwend û qasî deh dq min rûnişt û li ser wê fikirî. nizanim, lê xemgîn bûm.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



2018.10.03-16:18 | biruya hayao miyazaki

12. (bnr: cesoyê rûtirş)
(bnr: cesoyê devbiken)
(bnr: cesoyê xemgîn)
(bnr: cesoyê bişirînê)



2019.12.01-14:21 | ferhenga şikestî

13. nexşêwaz



2019.12.08-23:15 | rûbar

14. Kêmasîyeke tirşikê ye jî.
li tirşikê de mirov ne dikare têrr bikene û ne jî dikare têrr bigirî.
Bê emojî tirşik pirr sar , tenê û bê kes dixûyê.



2020.03.17-13:35 | brzn

15. Kêmasiyek e ku nahêle mirov hestên tirşikvanan fêhm bike. Ji berra jî bê emojî tirşik ne xweş e.



2020.03.17-13:39 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tîrêj zana 21 [1]
dermana "kul û derdan" û "bnr'yan vala"....
kul û derda herî mezin a nîvîskarên tirşikê [2]
[Kul û derdê heval.js bû] Bixwe ê min jinga agirê kurdî û kurdist...
kul û derda herî mezin a nîvîskarên tirşikê [1]
derdorê min da kesek min fehm dike tûne, bi taybetî malbat û hevalên m...
kampa hol [1]
kampa ku li rojava ye. kûçikên daîşê li ew derê dimîne...
sîxur [1]
Ajalê ku li cem we ne wek ê di peyama yekem de ye. Li cem me (stur: sî...
belki ev jî bala te bikişînin
» emoji

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî