Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 12 peyam
berken bereh - tirşik
berken bereh
(6) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. helbestvanê konaxa tîrêjê, bi forma helbesta japonî haiko yan bi kurdî dinivîsê, hemû berhemên wî ji weşanxaneya lîsê bi navê "dilê min palgehe ji eşqê re" hate çapkirin..



24.07.2013 18:27 | arami

2. bila dilê xwe negire lê ji xeynî çend ristên ku bi ser navê haykoyê nivîsandine hemû helbestên xwe yên mayî dikare bigire û bavêje çopê.. heçiyê radibe behsa serkeftîbÛn û jêhatîbûn û şarezabûna nifşên nizanim kîjan kovarê dike.. ligel navê rojen barnas û arjen arî navê vî camêrî jî bilêv dike lê bi xwudê eger ji berî zayînê jî dest bi nivîsandinê kiribe û hevalê nûh nebî yê eskeriyê be jî helbestên ku di nivîse bi kêrî seriyek pÎvaz nayêne li gorî min.. ez ne ku dibêjim bila helbestan nenivîse bila ji bo xwe kar û sinetekî din bibîne di ber re dikare helbestan jî binivîse dîsan..



24.07.2013 23:27 | endazer

3. helbestvanekî ji nifşên (bnr: tirêj) ê ye. ji (bnr: şirnex) ê ye. di rojnameya (bnr: evrensel) ê bi navê (bnr: helbestgeh) ê qunciknivîsî yê dike. Her wiha (bnr: haiku) ku kirasekî şi'ra asyaya dûr e aniye bi kurt û kurmancî fesilandiye û kiriye malê hellbesta kurdî. Teybetmendîya bereh (bnr: hayko) ne. li şirnexê dijî.



24.07.2013 23:31 | seydayê_peyvan

4. pirtûkek wî ên helbestên tirkî jî heye lê ji bilî wî kesê nexwendiye,.xef kiriye



10.08.2013 14:12 | kelha bayê

5. helbestvané sala 1954'an li şirnexé ji dayik bûye.helbestén wî cara péşin, di sala 1979'an da, di kovara tiréjé de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) weşiyan.Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Bereh li welét dijî mamostetiyé dike...



berhemén wî:

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)



10.08.2013 14:37 | gabarî

6. ji nav deryaya helbestén wî helbestek:



de were



roj bihurin

demsal, sal

çend caran kulîlk vekir darbehîvé

heyvé xwe çend caran nû kir

nayé jimartin mehrûmé

tu nehatî!



ne şéx ne mişayix

ne axa ne beg

qeşmerek nema

min xwe neavétiyé

tu cardin nehatî!



temen tirş

rû tijî kirş

bajar

hejar û jar ma

min efareya te jî xwar

yar

de were!

de were!

jiyané li min bike bihar!



10.08.2013 14:52 | gabarî

7. yê ku xwediyê şewqeya vatsoyê ye.



10.08.2013 15:44 | kelha bayê

8. mijara dosyaya taybet a kovara w'yê ya hevmara 49 e. û di demek nêz de albûmek helbestan dertê bi dengê xwe helbestê xwe dixwine, mûzîkê wê jî diljen ronî çêkiriye.



07.10.2013 21:03 | arami

9. helbestvanek ji nifsê salên 70 ye.



Berhemên wî evin:



Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)



07.10.2013 22:18 | dîno

10. wextekî min derheqê şairiya camêr de devdirêjî kiribû.. vê paşîyê min pirtûka wî ya bi navê dilê min palgeh e ji işqê re xwend û niha jî tûka xwe dadiqurtînim û lêborînê jê dixwazim.. helbestên wî ew çend ne baş û serkeftî bin jî lê ne yê avêjtinê û reşkirinê ne.. hewşek ji bo devê her mirovekî lazim e birastî jî..



07.10.2013 22:21 | endazer

11. endezar efendî tu kî yî,bi çi karî mijûlî nizanim,...mafê te heye tu helbestên min ne ecibînî...lê rexne ne lewçetiye ..pÊşiyên me gotine "ker dizire karwan dibûre"...



08.10.2013 00:53 | berkenbereh

12. ...pala xwe dame çiyayê Nimêjê

şîr didoşim ji memikên rojê...



...birîneke kevnare Şirnex...



xwediyê van risteyên kûrwate ye, bawer kim êdî danasîn, ne hewceye



08.10.2013 08:27 | firaqşo

13. wekî her tişta dernegmayî ferhengA interaktîv ji di nav kurdan de bi xwe re hin problem anîne. hin dibêjin behsa gayîn û vegayînê nekin,hin dibêjin rexna edebî. Keke berken jî xweyaye ku terz û şêwaza van ferhangan nizane. nizanbûnê de mafdare lewre ew ne yê roja îroye lê ji kerama xwe re bila xwe acizneke çend nimunyên van ferhanga wek ekşî û mekşiyê raçavke.helbet heqaret tiştekî nexwaşe,lê henek ken,parodî ev tiştin yê ku van ferhangan ava dikin. dikare di yek carî de bêje wiha be jî ez dîsa tirşik mirşkan naecîbînim serbeste. lê ew bêjê û nebêje jî bi xwêdê ev tişt yê bibe. ev der ne akademiye edebiyatê an cihê gotar û rexneyên tekûzin. navên qeb ji xwe espîriya van ferhangaye navê berken bi xwe jî ne resene. ha sibe dusube xwenirên tirşikê binirxinin. çiqas baş binivîsin hewqas rinde. wekî din bila birêz bereh(îlter) bêhna xwe fireh bike. ji xwe helbesteke wi ye qerase têra xwe serkeftî heye digel helbestên berê ên qels jî. ne bi pesnan ne bi devavîtîna kêm û zêde dibe ew keda wî ye hêja. îcar bila bi xêr were,dikare wek facebookê li vir binhêre ji xwe re ji me re binivîse me jî xwe ji şad û şabaş bike. lê divê tiştekî ji bîrneke yek ji wan bê edeb,parodîhezker,beradayî,lewçe jî ez im. xwezî bizanibûya ku ew kesên ku di vê ferhengê de aktîvin di rastiya xwe de çiqas birîndar û hezkiriyê edebiyata kurdîne. ew beradayiyê endezar û simurg56 hwd. tena serê xwe ji nahava anskîlobediyeke qerasa avakirne gidî.



08.10.2013 17:48 | tivirloismail

14. Friedrich Nietzsche dibêje: “Huner, ew çalakî ye ku me ji ‘mirina ji ber rastiyan’ rizgar dike.” Divê em ji ber sedemên rasteqîn nemirin, çinku sedemên rasteqîn û berbiçav tev de êş in, xweşî nemaye, belkî jî hîç tunebû, mirov xwe tavêje bextê azadî û bedewiyê. Belam, huner me ne tenê ji pîsatiyê rizgar dike; huner dibe sedem ku em giliya pîsatiyan li rex pêşerojê bikin. Carina ji ber van şahîdbûn û gilîkirina pîsatiyan Mamo Berken giyanê xwe bi ava helbestê û sabûna kurdewariyê dişû. Louis Aragonê Fransî di derbarê helbestê de wiha dibêje: helbest ew huner e ku tiştên qels vediguherîne tiştên bedew. Vêca bi vê gotina Aragon em di helbestên Berken Bereh de rastî qedirgirtina tiştên jibîrbûyî tên. Dengêjên dengzîz, mazûbaniya Kurdan, heyranokên paleyan, bêhna kizwanan, darên berû, nanê tenûrê, lîstika birgê... Wekî van mînakan bi sedan der û ber û tişt di tekstên Mamo de ji nû ve şîr dimijin û Mamo dibe pireke hesin da ku mehra Kurd/î û jiyanê bêye birîn û di zemawendê de jî li ser pira wî ya hesin re derbas bibin. Ji Helepçeyê bigirin heta Gelî Mişkan ewî çîmento, qûm û hesinan ji bo pira xwe berhev kiriye.



15.10.2013 04:34 | zero

15. ji bo destpêka helbasta kurdî ji bo hezkirina kurdiyê pirtûkên camêr tam guncan in.ezê dur dirêj li ser binivîsim.lê hûn bawer bikin,nekin ji hûn dizanin.-di nava helbesta kurmancî de helbasta wî asteke bilinde.



08.11.2013 23:18 | tivirloismail

16. ser xêrê pirtûka wî ye nû derket.çavê me ronî .Heqqet Bereh layiqê xwendin û şopandinê ye.



10.12.2013 22:15 | tivirloismail

17. Beramberî navê wî yê din "êş" e, hevaleka min di panela wî de, di guhê min de bi pistepistî gotibû.



11.03.2014 15:18 | bavê salih

18. berken bereh, pirekÊ di navbera gund Û bajêr de.



25.08.2014 16:23 | xwelî li ser

19. helbestvanÊ kilama temenekÎ birÎndar e.



25.08.2014 16:24 | xwelî li ser

20. Bi guveguva ba

bi xuşexuşa çem

bi qebeqeba kewan

ey Kurdistan!



îroj di nûbihar ê da ev helbest a wî xwend zehf balkêş nivisandiye. Helbestan e ki hêja ye bo Kurda.



24.05.2015 00:19 | nezan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» berkenbereh

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî