Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 47 peyam
mehmet selim kiraz - tirşik
mehmet selim kiraz
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dozgerê ku ji aliyê dhkp-c'yê ve (wisa hat gotin) di bûyera 31.03.2015 dîlgirtina dozgerê doza berkîn elvan de hat kuştin.





01.04.2015 19:37 | brusk56

2. kesê ku %90 kurd e. heta bi ihtîmalek mezin ji dihê ya navçeya sêrtê ye.

malbata wî li mêrsînê dimînin û li gor agahiyên min standî ji dihê ne ..



01.04.2015 19:40 | brusk56

3. Derket holê ku ji gelek dûr ve mirovê hevalekî min e.

Ji sêrtê ne. Esil kurd in lê niha çi ne nizanim.



01.04.2015 20:04 | simurg56

4. di rêûrisma cinazeyê wî de gelek jnên kitanspî hebûn.



01.04.2015 20:50 | xwînhingivîn

5. doznêrê ku li doza qetil kirina Berkîn Elvan dinêhirî û tê gotin ji hêla DHKP-C'yê ve hat dîl girtin û kuştin..lê di vî bûyerê de qet zelalî tûne ye..kî/ê dizani ji bo çi hate kuştin..(bnr:belkin elvan ) (bnr:DHKP-C )



01.04.2015 21:08 ~21:09 | ozjan xwenas

6. li gor otopsîyê 10 heb gulê li laşê wî ketine. gule him pêş him jî paş ve lê ketine. ev yeka jî diyar dike ku him gûleyên polêsan, him jî gûleyên çalakvanan lê ketine.

(bnr: gelo dozger bi aliyê kê ve hate kuştin?)



04.04.2015 13:41 | nazim tolhildan

7. di derheqê wî de niha li ser çapemeniyê nûçeyên ku bi deh guleyan hatiye kuştin têne weşandin. Bi min ev ne giring e, ya ku giring e mêrik mir û wê nema were û wisa xuya bû ku wê kujerê berkin elvan ku sax bimana heya çendekî din wê aşkera bikirina û wê serê dewletê pir biêşanda lê piştî kuştina wî dewleta zikreş xwe lê xist xwedî û wekî ku şehîdên wan be li der û doran zirtan li xwe xistin. Ew rêxistina ehmeq û hov û taşeron ji bo ku tola berkîn hilîne bû sebebê sê canên din jî. Ji bo canekî sê canên din. (3>1) dîsa wan ji wan kirinên Xwe yên ku tenê bi kêrî faşîst û xwînmij û dewleta tirko Hate Kirinek kir. Bêguman mirov bi vî halê wan têdigihe ku bexçê paş yê gladîoya tirk in. Hima çi gûyê pîsên ku bi kêrî akp were vê rêxistina taşeron dike. Di vê navberê de akp "güvenlik yasası" derbas kir û dest bi lêgerîna ser ya parêzeran kirin. çi cara ku akp dixwaze tişteke dermirovatî bike herkes li hember radibe vêca çi ecêba giran e ku hergav di vê navberê de bûyereke ku akpê piştgirî û mafdar bike diqewime vêca akp jî dibêje " binêrin me gotibû".



04.04.2015 14:43 ~14:44 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmet şarman
» selimiye
» kiraz

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî