Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yehya omerî - tirşik
yehya omerî
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbestkarekî ciwan e. Niha li zanîngeha yyu xwendevan e. îsal di (bnr: pêşbirka helbestan a arjen arî) de xelata yekemîniyê girtiye. Dê pirtûka Yehya ji aliyê weşanxaneya evrenselê ve were çap kirin. Ez kekê Yehya pîroz dikim.



02.04.2015 23:11 | seydayê_peyvan

2. Ji kerema xwe sirûdên liser çuyînê ji ber bikin.

Marx tune ye, şoreş çênabe.

Ji hev re tiştên xweş bibêjin li ser evîn û jiyanê



Yehya Omerî

Kovara Çirûskê, hj.22.



02.04.2015 23:16 | seydayê_peyvan

3. Tênetî heqê bawkê min bî

O têna nêmendî

Hîrê cenî ey estbî - Yehya Omerî



11.06.2015 11:30 | teberkerde

4. baş o. bi heviyêk averroj de tewr baş bibo



11.06.2015 11:32 | teberkerde

5. helbestkarekî ciwan î kurd e

di sala 2015'an de xelata pêşbirka helbestan a arjen arî qezenç kiriye ango di wê pêşbirkê de bûye yekemîn



di sala 1993'an de li li gundê êlaska ya girêdayî dêrikê xwudê daye

heta lîseyê li mêrdînê xwendiye, ji bo lîseyê jî çûye bursayê lê bes di nava welatê tirkan de kerixîye û biryara vegera kurdistanê girtiye û vegeriyaye kurdistanê.

ew aniha di zanîngeha yüzüncü yıl ya wanê de beşa ziman û edebiyata tirkî dixwîne

şa'irekî ciwan e li gorî ku ji min re got hê di dozdeh saliya xwe de dest bi nivîsînê kiriye, jixwe ji ristên wî yên xurt jî pirr baş xuya dike ku bingeheke wî yê zexîm û saxlem heye, ligel hin şaşiyên rêzimanê, kurmanciya camêr gelek xweş e

pirtûka wî ya bi navê anatomiya demsalên zer evê salê derçû..

ji bela ku hê kîteba wî negihîşte ber destên min, min jê rica kir û li ser faceyê ji min re wênayên du helbestên xwe şandin û min jî derbasî kombersê kirin..

bi rastî jî ev her du helbestên camêr zêde zêde xweş in.. û ev cara ewil dê bi temamî li ser tirşik.netê bê belavkirin



(bnr: anatomiya demsalên zer)

(bnr: qesîdeyek ji bo bîra te)



09.11.2015 12:38 ~12:57 | ferhenga şikestî

6. Helbestvanê ku salek ji min piçûktir e.

Mala wî ava ku piştî me li wanê hevûdû nas kir pirtûka xwe îmze kirî ye û ji min re şandî ye.

Helbestên gelek ciwan nivîsandiye û qet zorê nedaye xwe. Çend xalên bala min kişandiye dixwazim binivisînim lê min tu carî rexneya helbestê nexwendiye û nizanim kirirtîka helbestê jî çawa tê kirin. hew hin tiştên bala min kişandiye dixwazim binivisînim.

Peyvên ku di helbestên omerî de pir tên bikaranîn: gul, gulê, îlon, perav, helbest, stran, tunebûn, beybûn, çivîk, çivîkên baskokirî, firîn, kulîn, evîn, bîr, têkçûyîn û helbet zer.

Van peyvan hetanî radeyek meriv acis nake lê cend hevok hene ku wek hev in ew hinek zorê dide meriv

Minak: Di helbesta qesîdeyek ji bo bîra te de -ku bi ya min helbestek têra xwe xweş e- hevoka "meke behs" di rûpela pey re di helbesta gulên anonîm de wek "behsa tiştan neke" derbas dibe. di cihek de dibê ku "çiyayan bilind dikin bi lîlên xwe" di helbesta hunera helbestê de jî dibê ku "çiyayan bilind bike."

Bi hêviya ku wek neheqî neyê qebûlkirin hin peyvên di nav helbestan de hevokên rênas jiyan xistin bîra min: Xwezî delalê, peravên hest, dereweke mîtolojîk, ji çavên te didoşin, beytikên baskokirî

helbesta "gotinên kêlekî" jî nizanim kîjan e lê helbesteke evdile peşêw anî bîra min.

Di helbestê de gelek denglêkirin, dengbilindkirin û hevok û peyvên fermanî henin û bi ya min ev bûye tarzek xweş wek; huş be, meke behs, neke, bes e, neyÊ

Nizanim tercîha helbestvan e lê ji min re wisa hat ku di gelek ciha de xeletiya nivîsandinê hebû; peyva ramûsan bi çar awayan hatibû nivisindin û çend peyvên din!

welhasilî kelam helbestên hest tije diyariyê me kiriye, mala wî hezar carî ava.



18.05.2016 11:16 | xewnname

7. qesîdeyek ji bo bîra te





18.05.2016 11:20 ~2016.05.19 11:55 | xewnname

8. anatomiya demsalên zer





18.05.2016 11:21 ~2016.05.19 11:56 | xewnname

9. (...)

Dawiyê ez û tu bûn êşa heman birînê.

dawiyê

radihêlim tenêtiya xwe diherim xewna çiyayek mê.

dawiyê

diherim xewna çiyayek mê û dengbêj dawiya çîrokê tîne.

niha qediyam, rûnê û min ji ber bike.



Yeyha Omerî / westiyam min ramîse



18.05.2016 11:26 | xewnname

10. Bila di bîra te de be,

Xwe li ber barana te şil nakim êdî.



-ji helbesta anatomiya demsalên zer -



03.06.2016 17:08 | xewnname

11. Di hevpeyvînekê de ji Yehya Omerî pirsîne, "helbest çi ye ?" û wî jî bersiveke wusa nuwaze daye:
"Helbest
Diyarkirina tişta ku em bi amatorî pê dibilin, nav hildana wê bi min xweş tê. Lew helbest ew welatê ku çi baş çi jî xerab dema ez bi navê wê an jî li ser navê wê hin rewş, hest û nihêrînên xwe nîşan didim û pê aram dibim ku ew min ji wê kêliya aloz dûr dixe û datîne stargehek ku bi tenê ez û serhevdeya xwe ya jiyanê lê ne, heq dike ku carna bibêjim helbest. Bi min helbest xemilandina tişta ye bi peyvan. Bi vî awayî tu rengekî û kûrahiyekê didî wan ku ew carna êş in carna rastiyên li ber çavan e ku bi xemla helbestê zêdetir berbiçav dibin, dibin cihê zewq sitendin û lêfikirînê."
Here lînkê



03.11.2019 12:32 ~12:47 | hesinkar

12. Berhema wî ya duyem bi serenavê "nêrgiza li defterê bişkivî" ji weşanxaneya Avestayê derçû.
Helbesta " destên ku ji xewn û kendalan pekiyane" ji aliyê Erol Şaybak ve hatiye xwendin. Ji bo şîroveya wî


"ez ê li vira bim, heke tu ew bişîrîna serê sibê bî
piştî her bayê sibê li tenişta darê, sûretê yarê dixwînim"



25.10.2021 13:09 ~13:11 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yehyayê imadkar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî