Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
çîroka pepûk - tirşik
çîroka pepûk
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gava ez piçûkbum diya min ji minra wî çirokî carna dikot.

Hebu tunebu tiştek ji Xwedé meztir tunebu. Meziné faşîstan ( :D ) kuçik bun li ber dere mebun.

kes nizane li ku derê

xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî

dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin,

dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan

keseke pir dilxirç û dilreş bûye. Ji zarokan heznekiriye.

Xwestiye serê zarokan wenda bike.



Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike,

dide pişta kurik û wan dişîne kerengan.

Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr

tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe.

Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev

dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin,

keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane.

Ew ji birayê xwe re dibêje:

- Te hemû kereng xwarine, di tûr de

hebek nehiştiye. Wê dêmariya me me

bikuje.

Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje:

- Na min kereng nexwarine!

Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê

kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire.

Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.

Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî.

Dibêje:

- Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt,

min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim?

Ez bi ku ve biçim?

Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê

rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik.

Navê wê jî dike pepûk.

Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî

û dibêje:

- Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!

Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:

Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...

Çavkanî: Diya min û Wîkîpedîya



02.04.2015 23:48 | tîrejên rojê

2. vê çîrokê dema diya min di got, ew tiştê ku keçik li serê birayê xwe dixist hadûdk bû. hadûdk alavek e. pê wê kereng diçinin. ji vê çûkê re dibêjin hudhud jî . dibe ku ev nav ji hadûdkê hatibe.



12.01.2020 23:06 | xwelî li ser

3. (bnr: kurteçîrok)



13.01.2020 20:11 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka genc xelîl û hewsê
» pepûk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî