1. Di 23'ê pÛşpera 1912an de li londona ji dayik bûye. NAvê wî yê dirêj alan mathison turing e. Matematîker û zanyarê kombersê ye. Di dîroka teknolojiyê de mirokevî pir girîng e. lewra bi dîtinên wî zanistiya kombersê û herwiha teknolojî gelekî bi pêş ketiye. Yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. di şerê dinyayê yê duyemîn de bi makineya xwe ya bi navê the bombe şîfreyên dizî yên elmanan ango enigma'yan bi dest dixe û navdar dibe. Weke min li jor jî got yek ji avakerên zanistiya kombersê ye. Li ser algorîtmayê xebatên mezin kiriye û makîneyeke bi navê turing machine dahênandiye. Bi vê dahêna xwe bingeha kombersên pêşketî avêtiye. di nav waneyên endazyariya kombersê de waneyeke bi navê automata theory heye. ev wane agahiyên di der barê bingehên kombersê de dide. di vê dersê de gelek caran qala alan turing tê kirin. |
|
05.04.2015 16:02 |
mergehez
![]() |
2. dibêjin logoya apple-ê ji sêva bi sîyanur a alan turingê ku bi xwarina wê xwe kuştiye, hatiye afirandin. ev çend dem e, kampanyayek gelek fireh tê li darxistin ku ji bo qraliyeta îngilîz bi rêya fermî lêborîna xwe ji kesayeta alan turîng ve ji hevzayendan bixwaze. |
|
05.04.2015 16:38 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
3. Sala borî li ser wî fîlmek hat kişandin. Fîlm qala jiyana wî dike. Min duh lê temaşe kir. Heke ku meriv weke belgeselekê lê temaşe bike, belgeseleke xweş e lê belê weke fîlmekê meriv binirxîne meriv dikare bêje fîlmeke nooormal e. Lewre tu tişt li sînemayê zêde nekiriye.. |
|
18.05.2015 10:28 ~10:29 |
mergehez
![]() |
4. yê ku maşîneya kodan ya meçhûr ya naziyan dişkîne û saya vê bûyerê, li gor texmînan şer 2 sal kurt dibe û 14 mîlyon kes xelas dibe. |
|
01.12.2015 23:34 |
brusk56
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |