Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
tiştên ku dema ders xebitînê de tên bîra mirov - tirşik
tiştên ku dema ders xebitînê de tên bîra mirov
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. piranîya wan, tiştên fizûli ne. lê belê, dîqata mirov xera dikin. talîya talî mirov nikare emeleke bimane derxe hole. wek mînak; bi bîr anîn û fikirîna axaftinan rojane...



bi min, metoda herî bifeyde ya ji bo xelas bûna wê derdê nivîsandina wan tiştan e. gava ew ên tên bîra yekî, heke yê li ser sahifeyeke vala wan binivîsîne dê ew bênamusan hew bigerin di mêjîya yekî de...



05.04.2015 21:40 ~21:43 | ervah.azad

2. kolanan amedê, bîranînên ji çaxa nûciwaniyê mayî, xweziyên poşmaniyê yên ku vegera wan nîn e..



05.04.2015 21:45 | ferhenga şikestî

3. piranî caran ji bilî dersê her tiştek tê bîra min.wekî dema ez biçûk dizîyên min kirî,çavreşe evro dema min cixare dikişand awirek avêtiye min,avşîna dema ez pola yekem,gulbahara ku di polên 6 7 8 ê de xeyalên min neqişandî û ew keçika ku ez neşêm navê wê bêjim û çavhêşîna keça se û alexis texas û gelek tiştên dî.



(bnr: tiştên ku xeyalên nivîskaran neqişandiye)



06.04.2015 00:48 | vêca çiyeeee

4. Kesên ku divê ez bakim wan tên bîra min. Heta carinan lîsteyek çêdikim lê min tu caran tiştên hatî bîra min di navberan de pêk neaniye.



06.04.2015 07:46 | brusk56

5. Ji bêyî şixulîna dersê her tişt.



06.04.2015 11:11 | ceso

6. Bi mehan,mal di nav qirêjiyê de dimîne û hefteya wîzeyan de îlhamek tê ji min re û dest bi paqijiyê dikim çi ecêb e looo



06.04.2015 13:15 | mîrzayêbiçûk


8. Îro ezmûne kî min hebû .Ez sibe zû rabûm saet 9da çûm Kullîyê kewlê rte.ser berjêr min xwe berda ber alîyê fakulte.Çi bivînim tav ê sibe tîrêjên xwe gola sapanca dixe dibrikîne çîya yên kesk xwe xemlandine.dîmenek behampe ber çawa min ê.ez çi bikim çi nekim wî dîmenê xweş nerevînim.hinek sekinîm hevalê min ketin fakulte.hindik mabû êdî ezmûnê destpêkira le he min biryar nedabû ka ezê çi bikim.anyway ez çûm manzara kafe (navê kafeterya fakulta me manzara ye) min qehwa xwe hilde û min wî dîmenê xweş temaşe kir.êdî de hûn binêrin tiştên çawa tê bira mirov kû xeter rîsk ê wuha hildide ber çavê xwe.



06.04.2015 18:50 | quşxaneli

9. (bnr: ma çi nayê) ?

(bnr: hertist.com)



06.04.2015 19:28 | xendekî

10. Temaşekirina fîlman, çûyina sûkê, ka ez xwe biçekî gêr bikim, ka bîçek çavê xwe germ bikim... Welhasil bihane ne. Ev tişt wextê ders tune bê nayê bîra mirov an jî mirov naxwaze bike. Dîvê mirov here çol çiyakî bixebite. *



06.04.2015 22:29 | xwelî li ser

11. ew(:/),tirşik, twitter, wîkîpediya... diçê û hey diçe
Bi kurtasî ji bilî dersê her tişt *



19.11.2020 10:45 | merwano

12. hindik caran be jî, hesabên ku ji bo ders xebitînê tevizandime.:/

ekşi sozluk.
lê nivîskar bûm. piştî çend salên çomeziyê heqê nivîsandinê aktîf dabûn min re. tiştên ku min dinivîsand digihîşt herî kêm bi sed kesan. deh hezaran jî zor nebû. mirovên min ên tê da, nivîsên min ên tije, nifirên faşîstan ku piştî peyamên siyasî dihatin min, dijûnên li mijara min dihatin nivîsandin... her yeko tehmên nedîtî dida min. min beriya her yeko kir.

facebook.
bi dehan koman de hebûm. her kes dibêje facebook ji kalik-pîrikan re maye. hinek wekî wisa be jî, kesên ku ji bo komên taybet dihatin facebookê atmosferekî gelek xweş ava kiribûn. komên mezin hebûn ku goygoyên rind çêdibû. komên siyasî kêfa min radikir çiyayê agirî. komên din ên cûre bi cûre, mîna hezkarên filma x an jî şopînerên fikîra y, super bûn.

twitter.
li ser vê zêde naxwazim xeber bidim. min bi tenêka rewşa kurdistanê û kurd an tirkên ku heneka xwe bi îdeolojiya fermî ya tc-yê dikirin, dişopand. bêhtir tiştek nedikirim.

axirê, gava ku mirov bi van parveyan dike dixwaze kontrol bike. dixwaze ji bertekan bibîne. ew daxwaz parveyên din tîne, dîsa û dîsa... herwiha her kes dizane ku mirov çawa dixwaze li menûyan bigere û bigere û bigere. ew kûjera wext û focûsa min bûn.

min wan kêmasiyan rakir.



24.09.2023 00:32 ~00:35 | ciwanzêr

13. Bı xwedê ez ne ser dersê bim tiştek nayê bîra min lê gava ku ez ser mase dirûnim hişê min divebe û hemû tişt tê bîra min. Law berî wê sê-çar rojan hevalê min ê pêşdibistan hat bîra min. Çi eleqa ji bo xwedê???



24.09.2023 06:13 | horhorik

14. ji bo min piranî paqijiya malê bû. di mala me ya xwendekaran de her tim kar û barên paqijiyê hebûn ku me her roj dîsa paşguh dikir û ji roja dîtir re dihişt. loma çawa ku ez rûdiniştim ku dersa xwe bişixulim, demildest ev kar û bar dihatin bîra min. ku ew jî ji dersê ne şêrîntir bûn..



24.09.2023 20:45 | simurg56

15. Xwedê, bi taybetî li van rojan çawa diçim ser xwendinê niyeta xwe xira dikim ku bixebitim ya ev pisîka ku danîne li ber mala me bala min bela wela diki, yan jî wan şitexalîyên ca min î ku bi dengê xwe yî bilind bi ahl û mervan re dikevi nav mesleyên kûr û dûr nahêli ez xwe bidim ser xwendinê. Û hin mesleyên hevaltî wek ji alîyê hina be hûn ji niveşekê hatibin "ghost" kirin. Lê mero li ber mahna bigere pir e loma bala xwe bidin ser xwendinê ji ber ku xilasîya milet ji xilasîya mero bi xwe dest pê diki.
Nîşe:
Ez ê jî vegerim li ser xwendinê, divê ji vê stajê derbas bibim:/



24.09.2023 21:31 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dawîya wan nayê
» dema sakura
» dersên kirmanckî
» têneper
» bîranînên zanîngehê
» mirovayî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî