Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
edebiyata kurdî - tirşik
edebiyata kurdî
(6) (1) (13)
di mijarê de bigere

1. ew edebiyat e ku bi zimanê kurdî pêk tê

mîna hemî edebiyatên dî yên cihanê dibe du beş

beşa yekem edebiyata devkî:ji destan, qewlêrk, çîrok, zûgotinok, lorîn, xebroşk, çirçîrok hwd.. pêk tê û bi awayekî dengbêjî û çîrokbêjî yên bi saya serê dengbêj û çîrokbêjan belav dibe. û edebiyata kurdî ya devkî tê gotin ku bi hezar salan li xaka kurdistanê pêk hatiye û hêliştiye ku zimanê kurdî her zindî û jîndar be

beşa duyem edebiyata nivîskî: wekî ku nav jî li ser e ji nîvisarên wek ên helbest, çîrok, fabl, roman, şano hwd pêk tê..

têbinî: mariv dikare beşa duyem jî bike çend beş..



2015.04.05-23:00 ~23:11]| ferhenga şikestî

2. Ew edebiyata ku asta ku bila bi kurdî be bes e derbas kiriye.û hayê hinek nivîskaran kurdî jê tune ye



2015.04.05-23:44 | cîncoqo

3. ne edebiyat wêje*



2015.04.06-16:05 | şivanizm

4. ne wêje ye, edebiyat e..

têbinî: ji bo min tucar peyva wêjeyê dewsa edebiyatê nagire, ev kûrahiya mezin a bi hezar salan bi edebiyatê vebûye bi wêbêjê nayê dagirtin..

wêje bi soranî tê wateya bêjeyê û bi raya min peyva edebiyatê bêtir berfirehtir e û xilas.



2015.04.06-16:11 | ferhenga şikestî

5. bi qasî ku min xwendiye û jê fêm kiriye, edebiyata nivîskî ya kurdî jî di nava xwe de dibe du beş

beşa yekem edebiyata klasîk a kurdî ye

ya duyem jî edebiyata modern a kurdî ye..

beşa yekem anku edebiyata klasîk ji baba tahirê uryan dest pê dike. bi giştî berhemên seydayên medreseyê ne, yanê edebiyata klasîk di medreseyên pêşketî yên kurdistanê de şitl dane û geş bûne..

pênasa beşa duyem ango edebiyata modern piçeke şolî ye hin kes hene ku ji cegerxwînî didin destpêkirin hin kes ji koyî û hin kes jî ji erebê şemoyî didin destpêkirin. taybetiya vê edebiyatê ev e ku ji nivîsariya edebiyatê ji kakila medreseyê derketiye û ji xeynî tasawufê têde qala mijarên şexsî û civakî ya jiyana modern hatine kirin..

bi ya min edebiyata modern a kurdî jî dibe çar beş

beşa yekem serdema kovara hawarê ye

beşa duyem edebiyata kurdên qafqaskayê ye

beşa sêyam edebiyata dîasporayê ye

beşa çarem jî ji notî vir de destpê dike û navenda vê serdemê/beşê jî kurdistana bakur anku amed e..



2015.04.06-16:24 | ferhenga şikestî

6. weje ya kurdi deryayeke , wexte mirov behsa wejaya kurdi dike ,her çar lehçe kurdiye -çar,benc lehçe- hemu gerek bete bıra me.



2015.04.06-18:42 | baynu

7. edebiyata ku niha tevz ketiyê canî..

bi buxtan û îdiayên diziyê dihêje



2015.04.15-20:01 | ferhenga şikestî

8. mixabin ne li ser hêma û bingeha estetîkê ava bûye, bêtir dirûvê 'îspatkirina hebûnekê, avakirina nasnameyekê' jê tê..



2015.11.18-22:14 | ferhenga şikestî

9. (bnr: wêjeya kurdî)



2015.11.18-22:25 | mijdar

10. Mîna zarokeke Ku hîn di heyama çarlepîkê de ye ye. Rêyeke dûr û dirêj Li ber e, lê bawerim bi sebir û dilekî rehet wê bigihîje mirazê xwe. Bes em bixwînin binivîsin



2015.11.18-23:03 | sergijik

11. Kîtêba aniha di destê min de ye, romana dusedemîn e ku min xwendin.. nabe nabe!

Ji romana kurdî tistekî kêm e dikim nakim bi ser ve nabim. Ne xweş in yek jî! Min berga ji 200 bêtir pirtûk vekirin 190 ji wan min herî zêde 80 rûpel xwendin û virvirandin refê...



2016.06.28-22:09 | ferhenga şikestî

12. Kitêbên hatî nivîsîn dem çiqas didome zêde dibe û di nav de ê dewlemend jî pir dibin. Ê xweşa min diçe nav ê wan e.



2016.06.29-11:47 | dizek

13. edebiyata kurdî ji ber ku tişteke cuda yan resen nahewîne mêriv naxe nav kelecaniyekê. mirov wan, piranî ji bo xatirê zimanê ezîz ji bo kurdî dixwîne. ya rast ev rewş hinekî jî normal e. gotinek heye di nav kurdan de, dibêje: pêşiyan ji paşiyan re tiştek nehîştiye.. çi gotineke xweş ! bi ya min sedema feqîrîya edebiyata kurdî yek jî ev e. hemû tişt hatin gotin. tenê kurdiya wan nehatiye gotin * ew jî vê dikin. raman û çîrokên kesan bi cilên kurdî dixemilînin digevizînin û didin li ber me. lê wek dîpnot; divê mirov rênas jiyanî nexe nav vê geremolê. gotineke wî tim heye.



2016.06.30-02:42 ~04:18]| sergijik

14. edebîyata ku bi rastî hê negihiştiye asteke bilind. car carna dibêjim tiştekî bixwînim, jixwe di kirmanckî de li gor kurmancî çavkanî û kitêb jî kêm in, lê digerim kitêbekî dikirim diçim malê di roj - sê roj bi hewes û eşq dixwînim lê dikim nakim nikarim biqedînim. nizanim çima lê dîyar e ku tehm nastînim.



vê carê ez çum kitêbfiroş min got bila pirtûkeke wergerandî be, çend heb nîşan kirin û min jî kirî. ez dê vê carê hewl bidim ku ne ji edebîyata kurdî , ji edebîyata dinyayê tiştekî bi kurdî bixwînim. A bixêr.



2016.06.30-04:08 ~04:09]| endazyar

15. zû de ye min hay ji ya nû nîne, lê carûbaran serekî li ya kevn didim.

di kategoriya nû de herî dawî min apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibira bextiyar elî xwendibû, camêr qonaxek nû daye pêşiya romana kurdî.

gelek sebebên lawaziya edebiyata nûjen a kurdî hene, çendek ji wan;

- kurmancî hêj bi ser hev de nehatiye û nekemiliye, ku mirov bikaribe dilê xwe lê fireh bike

- ji wêjevanên kurmanc hema bêje tu kes nanê xwe ji wêjeyê naxwe, ji bo pirtûka xwe bide çapkirin gelek kes bi ser de pereyan didin. wêje ji bo gelekan ''hobî'', ''ek îş'', û ''fors'' e.

- kesayeta miletê kurd ku xwe li kesayeta wêjevanan jî daye der, kes hej tu kesî nake, zikê xwe ji hevdu diêşînin, qedrê qelema hevdu nagirin, herkesî xwe bi qûna siyaset û îdeolojiyekî ve girtiye, bûne kom û kolos, kes silava kesî venade.

- dinya û bergeha gelek wêjevanên me teng e, ne klasîkên kurdî dixwînin ne jî yên dinyayê, ji ber ku her ji heman avê vedixwin, ne zimanê wan li xwe zêde dike ne dikarin mijar û temayên nû û resen bibînin.

- di nav mijaran de mijara ''bindestiya kurd'' zora gelek mijaran dibe û ev mijar jî gelek caran rê li ber ajîtasyon û ''edebiyata mexduriyetê'' vedike.

-rexne kêm e ya heye jî dibe sebeb ji bo dijminî û pevçûna dilkî û devkî.

- wergêrr û berhemên ji zimanên biyanî yên hatîn wergerrandin kêm in, asta zimanê wergêrriyê jî mixabin hêj di asta ciwanmerd kulek de ne. ji ber ku berhemên wergerrandî kêm in, wêjevan neçar dimînin, berhemên biyanî bi zimanên biyanî dixwînin, ê ev jî dibe sebeb ku ziman û dinyaya wêjeyî ya wêjevanên me bi ser wî zimanî de here.



2016.06.30-10:43 ~10:44]| endazer

16. edebiyateke hewldide kamil bibe ye. û sedema hêdîbuna wê em in, ku em nexwînin, em behs nekin, rexne nekin tu carî jî çêtir nabe. çend xêrxazên lê tînin pêş têrê nake ku li diyayê di nav edebiyata cîhanêde xwe bide nîşandan, ma ev jî ne normal e.

yek radibe dibêje tu tişt nemaye ku bê nivîsîn, hema bi kurdî ne hew. yabo! ma ingiliz hê çi dinivîsin.

werhasil kêmasî pir in lê sedem jî pir in, divê em ji xwe destpê bikin. edebiyateke yekî wek rênas jiyan têde heyî hêvî dide mirov.

ez hêvîdar im.



2016.06.30-12:21 | azadixwaz

17. edebiyata hingî zimanê kurdî zimanek edebîye ji merivra ecêb nayê an em nabînin lê Her peyvek kurdî bixwe peyvek edebiye, dema du heb tên cem hev dibin biwêj dema ji sêheb zêde peyv werin cem hev radibin govendê Yanî dibin gotinên pêşiyan, helbest, wecîze.. edebiyata kurdî jî wekî kurd û Kurdî ji bindestiyê hê bi hişê xwe natiye, niha nivîsên min jî tev edebîne wî hesabî bikin *



2016.06.30-22:35 | shorbevan

18. do karê min tune bû, eciz bûbûm, min çav li gotara "wêjeya kurdî" ya wîkiyê gerand. xwezî negerandibama. yekî, xwedê jê razî, rabûye îdayên nijada kurdan nivîsandiye, him jî dûr û dirêj, çi eleqe birê min! dibêje wêje, nabêje nijad û hela tew îda! ji bo xwedê kî ji kurdan re dibêje sumer kurd in!a* kêfa min xera bû. heman gotara tirkî ji ya me zêdetirîn baş e. her wiha, min got madem wisa, ji 2003an vir ve kesekî ranebûye û vê gotarê nenivîsandiye, xuya ye li benda te ye. min jî hemû çavkaniyên xwe yên tarîxa kurdî da ser he du û min got, bi navê xwedê.

lê...

nivîsandina tarîxa kurdî? ji ku, çawa? ya devkî? devkî ma ne wêje ye birayê mino? :/ ê ya nivîskî wê çawa be? wêje? wêjeya kî? kurmanc, zaza, goranî, soranî? zaza ya dimilî ya kirmanckî? goranî? na, ne goranî ye, hewramî ye. tiştekî wiha jî heye: gelo zimanê kurdî ya zimanên kurdî?o_0 min got ew ê hezar salan bidome ev pirsên min ên bersiv-jê-hezar-salên-ronî-dûr. lê wiha nebû. ronî ketin çavê min û kovarên beşên ziman û wêjeya kurdî hat bîra min. ev salan in ez wan dişopînim lê bi saya vê gotarê min carekî din kifş kir ku li ser gelek mijarên wêjeya kurdî gotarên akademîk hatine nivîsandin. heta niha li bin gotarê qasî 30 gotar (tevahî 40 heb zêdetir çavkanî) ketin ser hev du. heta ji destên min hat min metoda zanyariyê sepand lê car din jî gelek gelek tişt kêm in.

niha di gotara "wêjeya kurdî" de beşên kurmancî û soranî vala ye. xwedê bê erê, ew ên jî bên nivîsîn. lê xêrxwazeke din heba dê xweş bibaya. *

kerem kin û tevlî bin, hema nebû nêrînên xwe yên li ser gotar, çavkanî, zêdekirin-kêmkirina agahiyan binivîsînin. divê gotarên kurd, kurdistan, kurdî, wêjeya kurdî ji hemû wîkiyên din baştir, xweştir, kurtir û zanyarîtir bin, ev deynê me ye : Here lînkê



2018.03.12-21:57 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (Yên Din..)
ekşi sözlük [1]
Cihek tejî faşîst û bêbav in. Divê Kurd wê platforma bênamûs bi têketi...
kurdên femînîst [7]
xwediyê vê peyamê (kurdên femînîst/128527) rabûye peyama min (kurdên femînîst/126131) rexne kiriye. ...
kurdên femînîst [4]
yên ku dixwazin bala hinek kurdan bikişînin li ser meseleya (vbnr: zay...
kurdên femînîst [5]
Kurdên ku hêvî dikim ne wek xwudiyê vê kurdên femînîst/126131 peyamê bin. Ji qewla hi...
vîrûsa koronayê [1]
Nexweşiya ku min jî bihurand mixabin. Zêde giran nebû: hinek tayê û se...
belki ev jî bala te bikişînin
» edebiyata kurdî
» kurdiya selfieyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî