Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
aramî û bêdengiya li ser tirşikê - tirşik
aramî û bêdengiya li ser tirşikê
(28) (4) (2)
di mijarê de bigere

1. buyer an jî rewşeke dem bi dem ru dide ye. lê îro hema ser me de hatiye, nizanim tişteke giringtir heye û haya min jê tuneye gelo... gelo kes dengê min dibihîse? camêrno ji camêriya xwe newin xwar.

(bnr: em natirsin ji neyaran)



11.08.2013 18:12 | azadixwaz

3. A ku dîsa van rojan pêk hatiye. An jî em bêjin hindik-dengî. Gelo sedem ezmûn filanin, an nivîskarên me tiraliyê dikin û hew.



02.12.2015 16:49 | azadixwaz

4. belkî ji ber qetilkirina tahir elçî be.



02.12.2015 20:23 | xendekî

5. tiştek normal e ji ber ku vê gavê kurdistana bakur parçeya herî bêaramî ye.

her roj ewqas tişt diqewimin û tu kes ewqas ji tu tiştî fêhm nake ku kes naxwaze û nikare li ser bûyeran şîroveyan bike. aniha hûn ji min bipirsin ez nizanim bê ka li kîjan navçeyên kurdistanê qedexeya derketina derve heye, nizanim îro çend sîvîl hatin kuştin, çend çekdarên pkkê mirin û hwd. êdî em nikarin bişopînin. û bûyer jî ne zelal in.



berê ugur kaymazek dihat kuştin û me ji bîr nedikir. me bi salan şîna wî digirt. êdî her roj zarok dimirin, qene em nizanin çend salî bû û navê wî çi bû. an jî gelo bi guleya kê hat kuştin...



di pêvajoyek wisa de, mirov nikare li ser tiştên din jî tiştek binivîse.

welhasil ewrên reş in li ser kurdistanê û mejiyên kurdistaniyan.



02.12.2015 20:29 | simurg56

6. Bêdengiya hê jî sedemên wê aşkere nebuye ji ber ku tam ji bo axaftin û gotinê wext hatiye. Ne wextê bêdeng-mayînê ye, wextê gotinê ye.



02.12.2015 22:23 | azadixwaz

7. aramîya jiber ku heroj kuştin çêdibin tirşikvan şîna wan digrin û kêf tune.. ji xwe kar û barê pkk û ydg-h qet nepirsin..



02.12.2015 22:38 | shorbevan

8. Va pêla dilê kevçî naçe tirşikê. Nizane çima. Ya rast berê jî ew qas ne eşq-i tirşik bî, zehf nedinivîsî. Lê niha bêhntengî, qehr, naçarî, bêhêvîtî û hew..



03.12.2015 03:35 | kevçiyê dil

9. aramiya ku weke hatÎ gotin, ji ber rewşa berbad a kurdistanê ye. kurdistan dişewite.

tu tişt nayê ji dilê mirov. ciwanên me her roj her roj tên kuştin.

ev siyaseta çewt didome tu kes dengê xwe dernaxe..



03.12.2015 04:24 | brusk56

10. ew kes ku rabe bêje ez heme û hebûna xwe li ser fikr û ramanên serxwebûnê ava bike dawî jî bêje welle berheq ciwanên Kurd belasebeb tên kuştin şaşîtiya herî mezin e. pkk baş xerab tedikoşe. lê kesên 'kurdistanî' ??



03.12.2015 09:37 | ciwanqoser

12. piştî mehekê ferhenga şikestî vegeriya..

bêdengî lê ne aramiya ku ez jî gelek pê eciz bûme loma bila herkes sibehê şûr û mertalên xwe amade bike, wa ye hat mirina zer*



18.02.2016 21:54 ~21:56 | ferhenga şikestî

14. tişteke ne balkêş e. jixwe çend heb nivîskaran tirşik domîne dikir. dema ku ew jî dev ji nivîsê berdidin encam dibe aramî û bêdengî. divê kampanyayek bê organîze kirin û ew nivîskarên çalak bi hev re vegerin.



19.02.2016 10:33 | nazim tolhildan

15. ew ne ca çi hate serê endazer?e



19.02.2016 15:36 | cinorek

16. di wextê min de li ser sikratê bû. piştî çûyina min ji sikratê jî wer bûye *



bila ev stran jî ji hevalan re be *





25.02.2016 21:39 ~21:39 | berxweda

17. a ku eva 2 rojê dikewime ye.mirov xemgîn dike.tu tem,kêf û dilxweşî nahêle ber mirov :(





25.04.2016 20:26 | quşxaneli

18. Bi vê bêdengîyê dilê min dişewite,

Canê min diêşe û ez kelogirî dibim..

Lê ez dîsa jî xwe dixapînim dibêjim: Na na eva bêdengîya pêşîya bagerê ye (:



25.04.2016 20:30 | bûtîmar

19. heye gava tirşikvanên mîna min ziyaretiya tirşikê dikin, dixwînin lê bi xwe re nabînin tiştkî binivîsin. (bnr: bimre xwerenedîtin)



25.04.2016 20:40 | hola êzîda

20. bêdengîya bê wateye , 8 endam çalakin lê deng ji tukesî na derkevê.



25.04.2016 20:57 | mijdar

21. Bêdengiya ku ez jî jê gelek aciz im ://



25.04.2016 21:17 | biaqila malê

22. rewşa ku van rojan zêde zêde bûye. Her ku ez li panela tirşikê dinêrim hew navê xwe dibînim di nav kesên têketî te.

(bnr: hûn li ku ne, ez ditirsim)



03.06.2016 17:02 | xewnname

23. dîsa tirşikê de tenê me ez,

bêdenge û dilê min bêdengiya tirşikê guhdar dike. *



12.09.2016 23:55 | bûtîmar

24. deng bide tirşik radyo



13.09.2016 10:28 | cinorek

25. a niha jî jiber cejnêye, 9-10 roj betlaneye ma çemê/hewiza malabadê jî aram û bêdenge xwedê çi jime sitendiye em werin emrê xwe di tirşikêde bixwîm.. *



13.09.2016 11:00 | shorbevan

27. (bnr: neçariya hînbûyî)



11.01.2017 17:54 | simurg56

28. Gava ez dikim ku wê aramiyê bişkinim kes derdikevin kelfên xwe bi kurdiya min dikin. Lowma ez newerim pir teqûrek bikim.
Here lînkê



11.01.2017 18:47 ~18:48 | cinorek

29. (bnr: kes nemendo)



11.01.2017 22:00 | bûtîmar


32. Heçî îsal jî zaf zêde bûye



27.09.2017 15:53 | robar cilo

33. bêdengiya ku mîna nexweşiya nav malan digihîje her kesî, dibe ku serxwebûna kurdistanê vê bêdengiyê hetahetayî bişkîne.



27.09.2017 20:56 | serhednişîn

35. bêdengiyek ne aramî ye gelo, dilê mirov dişewitîne.



29.07.2019 07:59 | xelîl

36. Ez ji vê bêdengiyê hez dikim. Tu ji xwe re ji sibê heta êvarê dinivîsî lê kes naxwîne. Hesteke rehetiyê dide mirov.



29.07.2019 10:38 | roza

37. Rewşa ku tirşik hêdî hêdî ber bi wê de diçe. Demekê tirşik pir geş bibû lê hêdî hêdî Temirî mixabin.



19.06.2020 19:56 | xabûrî

38. bi rastî jî dema kes li vir tiştekî nanivîsê, êdî kêf bi min re nabînê ku ez tiştna binivîsim.
nizanim çima tirşikvan bûne wek miriyan :(



19.06.2020 20:11 | merwano

39. em ji xwe mirine, haya me tuneye û tu kes ji mera fatîheyek nexwendîye.

belkî laşê me hê ne mirîye lê dilê me, potansiyelê me, hevîyên me, bextewarîyên me mirîye ...
jiyana me mirîye qurban...



divê em ji nu ve werin jîyanê.



19.06.2020 22:50 | lonw karda

40. aramî û bêdengiya li ser tirşikê bila nivîskarên nûjen pênexapin jixwere çalakbin, nivîskarên din têra xwe nivîsandine hinek emekli bûne hinek bi gopala xwe li pêdigrin, hinek jî di axa sardene..

aramî û bêdengiya li ser tirşikê/125352 bira fatha jimin be

Fatîha kurdî
Bi îsm ê allah ê rehman û rehîm
hemd li îlahê rebê alemê
ê rahman û rahîm
malîkê yewmiya dîn
ê yekane abûd
yekane steîn/starîn
hedana/hedîna/(me deyne ser) riya te a musteqîme
bi siraet bi lezîne ê nî'mete eleyhîm xeyrî maxzub aleyhim we la/na dalîn

Hişyarî: bila kes vê vergera fatha yê şaş fehmneke ez li ser îslamê mirîme ev fatîhe jibû wî nazil bûye *
Xwedê gotiye ha jiwere meydan kes nikare çend ayet û sûreyên dişibe yên quranê derxin holê, tenê ez dikarim û dostên(shorbevanên) ez destûr bidim tenê dikarin ayatên bi vî rengî bînin herdû ayetên paşî min kir nekir nebûn.. we dî min çewa xwedê mafdar derxist, ev mûcîzeyeke qurana helîme



20.06.2020 21:00 | shorbevan

41. knock knock kesek tuneye?



04.07.2020 22:26 | yûsiv

42. tirşikê hê nekarî ye vê derê bike qadeke popûler ku ev aramî û bêdengî ji holê rabe.
ev ne rexne ye, tenê tespît e û tu kesî tawanbar nakim.

lê divê ev ferheng tu caran ne aram û bêdeng be. di vê rewşa pandemîyê de tirşik dikare her hefte kesekê di cemîyeta kurdî de tê nasîn bike mêvan û bihêle ku tirşikvan û kesên ne tirşikvan pirsan ji wan kesan bike.

divê êdî kesên hebkî tên nasîn (nivîskar, muzîkjen, akademîsyen, lêkolîner, şair hwd.) jî berê xwe bi mahlasan an jî navên xwe yên rasteqîn bidin vê qadê û vê derê înteraktîf bikarbînin.

hewce ye rêvebir û em tirşikvanên li vir dinivîsînin bi hevre destê xwe bikin bin vî barî de. lê şifer mihelî yanî pêşeng divê avakarên vê sîteyê bin. qoltikên paşê û yê muawîn jî yê me ne.



05.07.2020 00:25 | lehî baranyan

43. Ji ber kêm nivîsînê dîsa ketiye rojeva tirşikê. Nizanim çima lê heye ku ji ber tim heman tişt e, nivîskar aciz bûbin. An ji ber karê wergerandina fîlman nivîskar mijûl in. Lê tiştê nebe nabe. Bi sê çar kesan ev tişt nare serî. Her carê nivîskarek tê xazê û hefteyekê filan bi dehan peyama dinivîse lê piştî wextekî lê dinehêre ku ew bi xwe lê dixe û ew bi xwe dilîze. Yanê lê dinehêre ku hemû rojeva tirşikê û peyam yê wî ne, ew jî aciz dibe û dev jê berdide.

Heke guhertin an nûbûnek li tirşikê nebe, ez bawer nakim ev aramî çareser bibe. Her cara ku nivîskarek nû were û çend roja tirşikê geş bike, paşê biterikêne here, aramî dê mayînde bimîne. Wekî hevala jî pêşniyar kirine dibe ku kesên naskirî werin vexwandin. An dîsa weke salên berê hevdîtin an civîna tirşikvana were lidar xistin. An çalakiyeke ku hinekî tirşikvana li hev kom bike û kelecanê têxe tirşikê filan. An jî pêşniyariyên tirşikvana hebin karin bêne niqaşkirin.

Bi min sedema vê aramiyê li gor her kesî diguhere lê çend sedemên hevbeş hene. Yek jê ketina motîvasyonê ye. Yek jê acizbûn e. Û yek jê jî nenivîsandina moderatoran e. Ev sedem hîn jî dikarin bên zêde kirin. Weke mînak nivîskar bo binivîsin li benda hev dimînin. Dema nivîskarek tê li rojevê dinehêre heke mijareke balkêş an gutûgo tunebe ew jî bê nivîs lê dixe dere.sedemek din jî tirşik bê xwedî dixuye. Nizanim hevalên moderator. Di kude ne lê niza hizrê wan yê derbarê vê pirsgirêkê de çine.

Bi rastî min ji zûde ye nivîseke bite`m li ser tirşikê nexwendiyê. An nivîseke jê sûd werbigrim tune. Heye ku gelek kes di heman rewşê de bin. Lê min hêvî heye dîsa van dera geş bibe û em dîsa nivîsên hêja û biqalîte bixwînin.



05.07.2020 01:01 | tîrêj zana 21

44. Dîsa dest pê kiriye
(bnr: ah shit, here we go again)



12.08.2021 17:09 ~17:08 | merwano

45. (bnr: derdê me besî me ye)
(bnr: dej me û tiştên wilo berdin)



12.08.2021 19:01 | pîroz

46. tiştekî lazim e. bila tirşika reben jî bêhna xwe vede ew jî guneh e.



12.08.2021 20:07 | hueyn

48. ji ber ku dengekî ji tirşikê naxwaze peyaman binivîse, ez.

2 peyam u 2 mijar



13.10.2021 22:46 | heval.js

49. dil dixwest ku her roj nivîskarên nû tev me bibin, binîvîsin lê mixabin çê nabe û qasî ez dibînim çiqas bala kesên kurdînûs dikşîne jî xwera nabînin ku bên binivîsin *)



13.10.2021 23:18 | doesntmatter

50. rewşekî xirab e. ev çend mehan bi piranî tenê min dinivîsand, êdî ev jî tûne ye. nizanim çima wisa bû? belkî ji ber nivîskarên tirşikê yên ku him zêde nanivîsin hem jî dilê mirovê ji tirşikê sar dikin e. lê edi disa zedetr binivisim.



21.12.2021 22:04 ~22:04 | heval.js

51. tirşik forûm/137461 pêşniyareke wisa hebû lê ne di xema rêvebir de ye



22.12.2021 21:32 ~21:32 | şûjin

52. Here lînkê xwezî ev çê bibe, fikrekî gelekî başe..



22.12.2021 23:02 | doesntmatter

53. Dîsa dest pê kirîye, pejnê kesî nayê
,(bnr: ne bi xêr ne bi ala)



25.12.2021 19:36 | pîroz

54. law li rebenê, ka min got çavekî bigerînim li tirşikê îro çi hatiye nivîsîn. 2 peyam tenê du mijar heyf e, bi Xwedê heyf e.



25.12.2021 22:42 | zelalê

55. heye ku çareya wê ev be:

(bnr: kampanyaya şûndevegerandina nivîskarên tirşikê yên kevn)



25.01.2022 22:18 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» aramî û bêdengiya li ser tirşikê
» bêdengiya wextê fitarê
» serif
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî