Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
çillek - tirşik
çillek
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yê/a dilê wî diçe her tiştî



06.04.2015 22:51 | cîncoqo

2. (bnr: çilek)

kesa/ê dilê wî/wê diçe her tiştî, çi bibîne dilê wî/wê diçiyê.



-ev pasta he, çiqas xweş dixuyê lêê!

+dêka bes e lo, tu çi bibînî dilê te diçiyê, çilekê pîs!!!



06.04.2015 23:00 | xendekî

3. ez im yanî. ya ku ji nişka ve dilê wê tiştên ecêb an jî çi bibîne dixwaze bixwe.



31.01.2017 23:07 | gulêê

4. (bnr: nefsek)



31.01.2017 23:53 | biruya hayao miyazaki

5. wê nifşên li dû me bi travmaya vê peyvê mezin nebin.
di dema me de gelek zêde dihat karanîn.
wexta em diçûn mêvandariyê em ji tirsa ku wê ji me re bêjin çillek em nediwêriyan xwe di ber xwarin û vexwarinan de xûz bikin.
di dema zaroktiya me de ji ber feqirî û tunebûnê û edetên kevnare yên kurdan, wexta zarokek diçû mala cîran an jî xizmekî xwe, xwedî malê çi bianiya zarokê mêvan jî ew dixwar û pirrî caran jî ji şerm û eyban nedikariya xwe zêde li ber xwarinan ve bike.
tê bîra min, ji ber vê têgehê her gav ji sofrê birçî radibûm, ez nediwêriyam tiştekî ji xwedî malê bixwazim, li ba me zarokê ku di mala xelkê de zÊde tişt dixwar jê re cîhda digotin çillek! me jî bi wî mejiyê zarokane digot qey eybeke pirr mezin e.
hêvî dikim ku ev edet di gundan de jî ji holê rabe û hemî zarok têra xwe karibin bixwin û vexwin. aniha wexta zarokekî/ê tê mala min ji bo şerm neke ez bixwe tişt didim ber wî/ê û riyê wê/î vedikim..



01.02.2017 15:42 ~15:43 | ferhenga şikestî

6. Peyva ku ev hatira anî bîra min:

Ez miriyê qawîtê bûm. Favoriya zarokatiya min bû qawît. Em çend zarokên hûr bûn.

Rojekê ez û çend hevalên xwe li mala xaltîka zeynebê bûn. Xaltîka zeynebê qawît çêkir. Bêhna wê çiqa xweș bû. Bi wî dengê zirav Got "zarokno werin bixwin". Zerokên xaltîka zeynebê ketine ser qawîtê, bakire me jî. Hevalên min çûne ser qawîtê û wan jî dixwar. Ez neçûme xwarinê. Dîse bangkire min, dîse ez neçûm. Di dilê xwe de min got Xwezî dîse bakê min. Dîse bakire min, dîse ez neçûm. Ji bo ku ciya gotibû min li malên xelkê xwarinê nexwe, eyb e. Hemû zarok û mezinan ew qawît dixwarin, marê min diçû ser lê eyb bû, min nedixwar.

Em zarok çiqa feqîr bûn, gunihê reșê!

(bnr: nefîsok)
(bnr: çilorîk)
(bnr: çilek)



01.02.2017 19:30 | gumgumok

7. Ez çûm bang ji hevalî xwe bikim ta ku were em bilizn. Diya wî bang kir got.
"Kinê*, were tû jî bi me re bixwe."
Ez jî çûm.
Jinikê xilindor çêkiribû. Min ji xilindor pir hezdikir. Nedibû bejim "na"
Gava ez çûm ser sirfê jinikê diber xwe de got.
"Kinê jî hema te"
Ew bû kulpek ezing û diber min de ma.
Hê jî nikarim jibir bikim.

*kinê: li xarpêt car caran zarokan bi wê peyvê gazi dikin.



01.02.2017 19:40 ~19:41 | elaziz izzetpasa camii

8. (bnr: ji çilekiyê eşedubileh)

bavê min ji bo min vê peyvê digot. dema min xwe diavêt erdê û digot, va vê derê min diêşe û ez nexweş im û hwd, lê piştî çawa dayika min te'amtîk* dianîn min xwe çeng dikir ser wan. bavê min jî hema bi vê hevokê peyvan diavêt min. yanî ka tu nexweş bû, yên nexweş nikarin bixwwin*.



13.01.2018 18:46 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» çillek

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî