1. Yek ji şkenceyên nû ye |
|
06.04.2015 23:06 |
cîncoqo
|
2. ne hewceyî dvd'yan e.. |
|
06.04.2015 23:08 |
ferhenga şikestî
|
3. Xwediyên dawetê tenê ji bo "kê çi qas pere û zêr bi bûk û zavê ve kirin"ê temaşe dikin.. |
|
07.04.2015 00:06 |
kevçiyê dil
|
4. tiştek nû nîn e li gever ê.ji biçwîkatî ya min ve ye em dvd yên dewata temaşe dikeyn û bo min ne îşkence ye.tiştek gelek xweş e.ez kesekî dewatker im.gelek xweş jî dileyzim belê bê lome.û gava temaşe dikem bo xwe kiçik û miçikan jî dibînim.divêt mirov hemû fersenda bikarbînît. |
|
07.04.2015 00:57 |
vêca çiyeeee
|
5. karê ku min tu carî nekiriye, ti keyfa min ki darîkirina daweta nayê, hin kes hene hingê xwe hildiavêjin dixwazin darî xwe jî bikin, ew gelekî ji darîkirina dvdyên dawetê dikin. |
|
07.04.2015 01:44 |
xendekî
|
6. Werzîşa nû ya kurdan e. |
|
07.04.2015 10:03 |
brusk56
|
7. Tirkan düğün tv vekiribû nizanim niha heye an nîne, lê temaşekirina wê pir xweş bû. |
|
07.04.2015 11:20 |
cemilcanbegî
|
8. ji şkenceyên nûjen e. di komputera min de wêneyên gelek nasên me û vîdyoyên dawetan hene. (ji bo ku wenda nebin li wan xwedî derdikevim) vêca dema mamek min, bavê min, bapîrê min an jî tiştke min tê û meseleyan wêneyekê vebe, ez wê wêneyê vedikim paşê em li wêneyên din jî dinêrin û di dawiyê de ger çavê me li vîdyoyeke dawetê were tu bizane malik çû mîratê. 2 saet dom dike. herkes dıbe zombî, heta ku dawet xelas bibe, ez ji civatê vediqetim. |
|
07.04.2015 19:41 |
simurg56
|
9. ji bo hinekan hobiyeke jêveneger e. bi willeh û billeh ne ez im. |
|
07.04.2015 20:42 |
azadixwaz
|
10. ez di nav wan hinekan da me ku azadixwaz behsî diket.hobiyek min e.gava bêhna min teng dibît,youtube yê vedikem û dinivîsim "dewatên geverê,yûksekova dûgûnlerî,degîşîk kûrt dûgûnlerî" filan û bêvan.yaw tiştekê gelek xweşe.hûn qîymeta wê nizanin ezîz .. |
|
07.04.2015 21:18 |
vêca çiyeeee
|
11. işkenceyek e. |
|
26.04.2016 13:12 |
bûtîmar
|
12. Ez jî qet jê hez nakim lê li hin cdyên dawetên kevn dikarim temaşe bikim. Weke mînak daweta kekê min ê mezin di sala 1993an de bû û kêmqalîte be jî cdyên dawetê hene. Carinan wexta mijara demên berê vedibe em vedikin temaşe dikin. Li halê gund ê wê çaxê dinerin. Halê gundiyan/nasan dinerin. Nostaljiyeke bêhempa ye. |
|
26.04.2016 13:49 |
mergehez
|
13. Gava kh Dvdyên kevn bin nostalgiyeke komik e |
|
27.09.2017 16:19 |
robar cilo
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |