Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tûtik - tirşik
tûtik
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: mirîşk)

di kurdî de li gelek deveran wek mînak farqîn ji bo mirîşkan dibêjin tûtik. ez bawer im ji ber dengê mirov gazî mirîşkan dike wiha hatiye gotin.

gava mirov gazî mirîşkan dike mirov dibêje:

"tû tû tûtû tû tû tûtû..."

tû tû = tûtik



bi vê rêyê hin peyvên din jî çêbûne:

kitik, gava mirov dûr dixe mirov dibêje:

"kit kit e, kit e..."

kit kit e = kitik



herwiha pisîk jî bi heman rêyê, ji bo gazîkirinê jî mirov dibêje:

"pis pis pis pis pis..."

pis pis = pisîk



edît û nedît: min carekî gotibû peyva mirîş peyveke erebî ye, min ji ku bihîstibû, li ku xwendibû, nayê bîra min; lê piştî bertekên hevalan, min vê carê taze lêkola, dawiyê diyar bû mirîşk ne erebî ye. biborin *



07.04.2015 02:05 ~2015.09.18 18:16 | xendekî

2. Amûreke ya dengeke zîz dide. Hin deveran jê re fitîk jî tê gotin.



Peyv ji dengvedana xwezayî tê. Wekî teqlîda tûûûût e.



Divê ev jî bê zanîn ku peyvên wiha ne malê zimanekî ye ya her zimanî ye. Ango mirov bêje peyveke erebî ye şaş e. Bêje kurdî ye ew jî şaş e.



(wêne:www.partitoys.com/userfiles/image/whistle-neon-green-m.jpg)



07.04.2015 12:40 ~12:40 | bijêrvan

3. giyayek heye jê re dibêjin ''tîtuk'' li devera sêrtê. carekî li mêvandariyê min xwaribû, şaş neyê bîra min mîna tivr û kartolan ew jî koka wê tê xwarin.



07.04.2015 13:24 | xwînhingivîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tûtik

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî