Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li dinê - tirşik
li dinê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. koma mûzîkê ya kurdî ku bi enstrûmanên rojavayî û bi gotinên îngîlîzî mûzÎka xwe îcra dikin.. kom ji gare sazkar, rewan riko, samuel b. sindi pêk tê.. ji mûzîka ku çêdikin re dibêjin hemereng.. di komê de samuel b. sindi gotinên stranan dinivîse, rewan riko van gotinan bi meqaminên modern beste dike û gare sazkar jî bi piranî bi neqaratên stranê şikl û şêweyeke kurdî û kurdistanî dide stranan.. heta niha li ser dinyayê du stranên vê kom û kolozê hene.. yek jê were were yarê û ya din jî newroz e.. evê komê ne tenê di nav kurdan de lê di nav hemû mûzîkhezên cihanî de eleqe û sematiyek ji xwe re peyda kiriye.. li gorî dengûbehsên dawîn bi stranbêja navdar a ji başûrê kurdistanê dashni morad ku wekê şakîraya kurdan jî tê nasîn re stranek nû çêkirin e..



25.07.2013 00:20 | endazer

2. Stranê xwe yê bi navê "were were yarê" gelek xweşe.



25.07.2013 00:24 | kurdmisê

3. hahoooo xwudêooo.. camêran vê carê jî destê xwe bi dengê dashni moradê ve anîne.. bi xwudê xebatek gelek xweş derketiye holê.. vîdeo klÎb ji aliyekî deşniya wekê berê reş ya di nêva keba pÎroz de ji aliyekî û coş û heycana xalê me gare sazkar ji aliyekÎ mirov terkexem û terkedîn û terkedinya dike.. mala hemûyan ava ji bo dengê min tê te û take me homeê..

kerem kin bila kes jê nemîne:



21.08.2013 20:06 | endazer

4. derheqê vê komê deû derheqê xebatên wan ên mûzîkal de îro di çapemeniya denmarkê de nûçeyek derketiye.. http://www.dr.dk/Nyheder/Kultur/2013/08/20/084335.htm



21.08.2013 21:07 | endazer

5. strana wî ya li gel dashni morad de, destpêka vîdyoyê de wisa dinivîse "always remember my son, that your home is where your heart is"

yanî "her tim bizane kurê min, dilê te li ku be mala te wir e"

wateya take me home jî 'min bibe malê' ye.



21.08.2013 21:27 | simurg56

6. di strana xwe ye take me...de zelamê me yê bi qaskol(bnr:gara sazkar) bi kurdî dikkeve navberê gelek xweş dike.ev stran bi avakarina xwe de dişibe sitraneke karuan ku wir de jî du hevok kurdî cizrewî dikeve navberê meriv li ser hişê xwe dibe.çi sentezeke xweşe.çi sipere



23.08.2013 20:52 | tivirloismail

7. bi ya min tenê strana wan ya bi navê take me home xweş e. lê mixabin ev jî yên din jî nikarin bi dilrehetî weke stranên kurdî werin binavkirin. ji ber ku piraniya wan bi îngîlîzî ye. tenê hinek baneşan û dîsgotin kurdî ne lê beşa ku peyamê dide bi îngîlîzî ne.

weke qet neçûme başûr lê klîbên wan heç weke li miami beachê bin hatine kişandin. keçik, ereq, bar, agirê mezin, erebyên ser-verkirî û hwd.

ji aliyê din ve wisa xuya dike ku keçikên ku klîban de dilîzîn jî ne kurd in. ev yek jî jixwe yekcar samîmiyeta stranan wenda dike.

dawiya dawîn, ger kurdistan bi rastî jî weke di klîbên wan de, bûya û ew keçik jî kurd bûne û beşdarî stranê bûbûna û beşên îngîlîzî kêmtir bûna, min ê bigota komeke mûzîkê ya ser wasatî ye...



06.09.2013 14:30 | simurg56

8. komeke muzîkê ye ku min bi xêra yûtûbê ew nas kirine. stranên xwe nîvco mîvco bi zimanên engilîzî û kurdî distirin. bi rastî mirov difikire ku camêr kareke baş dikin, çand û zimanê kurdî bi biyaniyan didin nasîn. lê tiştê li berçav ew e ku çand û kultura beredayî û bêhnbigû ya bîyaniyan bi̇ me didin nasîn û heww. Mirov bi dileke rehet dikare bêje ku kom ji xeynî Gare Sazkar ji qeşmeran pêk tê.



08.12.2013 20:02 | oxir

9. albûma wan ya ewil ya bi navê hemereng derketiye bazarê..

nûçeya albûmê: http://goo.gl/gmWRfX

û vîdeoya lansmana albûmê: http://goo.gl/33QlCW



20.03.2014 01:38 | endazer

10. straneke xweş bi navê tobe, ji albûma komê ya bi navê hemereng, cara ewil di youtubeê de û piştÎ youtubeê jî di tirşikê de, jê nemînin;

*



'tobe min sozek da'



15.04.2014 03:14 | endazer

11. hevpeyvîneke xweş li gel li dinê, ji aliyê malpera medyamagazine.comê ve hatiye çêkirin.. di hevpeyvînê de endamên komê rewan û bêwar bi îngîlizî û gara jî bi kurdî diştexile..



û dixwazim bêjim kuro rewan bênamûs, tu bûyî stranbêj lê tu nebûyî zilam, tu çawa li cihê ku bavê te lê ye ling davêjî ser ling, qeda bi te û bi mûzÎka te bikeve.. *

malpera komê ya resmî; http://li-dine.com/ ziamnê wê îngîlizî ye û tê de tişteke nû nîne, netikinîn.. *



15.04.2014 03:49 | endazer

12. nirxeke giranbuha ye ku haya gelek kurdan jê nîne. li başûrê kurdistanê radyoyek bi navê babylon fm heye ku stranên biyanî lêdixe hema bêje her du sê saetan carekî straneka vê komê lêdixin. albûma wan gelek baş e, ez ya rast bêjim di demeke zû de min albûmek ev qasî baş hêvî nedikir. ji xeynî newroz, were were yarê û take me home, li ser youtube, dailymotion û soundcloudê çend stranên ji albûmê ji aliyê bikarhênerên kurd ve hatine belavkirin.



tobe:



C'est La Vie (Bira):



bimrim bo te: https://soundcloud.com/kurdmusic231/li-dine-bim-rim-bo-ta

slow down: https://soundcloud.com/kurdmusic231/li-dine-slow-down

technically single: https://soundcloud.com/kurdmusic231/li-dine-technically-single

yar yar: https://soundcloud.com/kurdmusic231/li-dine-yar-yar

yek du sê: http://www.dailymotion.com/video/x1pdwu4_li-dine-yek-du-se_music



(ji kerema xwe eger derfeta we hebe albûma orjînal bikirin, ji bo endamên komê bikaribin nanekî ji karê xwe bixwin û albÛma xwe ya nû fînanse bikin.) albûma orjînal hûn dkarin ji vir bikirin: http://www.dailymotion.com/video/x1pdwu4_li-dine-yek-du-se_music



27.03.2015 22:56 | xwînhingivîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî