Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
çaya zelal - tirşik
çaya zelal
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bikaranînek çewt e.. çay wekî ava kanîyan şelû nabe ku zelal jî bibe.. ya rast çaya ron û çaya tîr e li gor feraseta kurmancî.



08.04.2015 23:55 ~2015.04.11 23:54 | havka

2. ron û tîr jî ne diriste bi ya min ji ber ku tiştên pir avkî ron e yê berevajî ango yê vîskoz jî tîr e. hevîrê ron ya jî tîr dibe lê çay nabe ez bawerim.



09.04.2015 00:20 ~00:29 | şêxê bêserî

3. Em nabejin çaya zelal em dibêjin çaya rohni an ji vekîrî û çaya tarî



09.04.2015 12:32 | tîrejên rojê

4. bikaranîna rast e.

(bnr: çaya zelal)

(bnr: çaya tarî)

li Cizîrê em bi vî awayî bikar tînin.

çaya rohnî baş nizanim lê çaya vekirî ji wergera tirkî ye.



09.04.2015 12:48 | xendekî

5. çaya vekirî wergerkî nîn e, li gor devoka herêmên xwe vî zimanî standardîze nekin. yanê em nikarin li ser kurmanciya kalik û pîrikên we vî zimanî standardîze bikin..

nîvê hevokên tirkî ji îngîlîzî hatine wergirtin û pirr xweş jî li hev anîne

tu weha li meseleyê binihêre; dema yek bêje çaya vekirî çi tê hêşê te?

heke formula çêkirina mastî nehatibe hêşê te tu problem nîn e.

meseleya zimên ev e ku mariv bikaribe li hev bike, têkilî û ragihandinê bêî problem û teşqeleyan çêke..

ez bixwe dibêjim çaya vekirî, tu zanî çima? ez hej ji peyva vekirîyê dikem canim*



09.04.2015 15:22 ~15:25 | ferhenga şikestî

6. çaya ku rengê mîzê dide..



09.04.2015 15:53 | mele ehmedê nalbendî

7. Here lînkê



10.04.2015 23:06 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya mişmişa ku bêhna wê ji tehma wê xweştir e
» zelalê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî