Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 20 peyam
shorbevan - tirşik
shorbevan
(126) (13) (46)
di mijarê de bigere

15. nivîskarek pêşîya xwe dibîne di ferqa hinek tiştadaye wiha dibêje "zêde cidîbûn nayê kişandin û nivîsê wisa ji bû navê wê nivîsbe û dirêj û valla be bê xwendin çiye nêxwendin çiye û ji xwe nayê xwendin" nivîskarek xelk rîya xwe li ser rîya wî di guherîne yekî wisa hetke lê berbay trolla nakeve ticar.



2015.04.20-20:06 ~21:15]| shorbevan

16. Nivîskarê di bersiva xwe de jî tawîz nade ye, dîsa her wekî hev e.

Hinekî din gramer, hinekî din format!...



2015.04.20-22:33 | azadixwaz

17. niviskarê ku bûye fenomen erê welle. Hemşehrîyê min e bela xwe ji vekin hun çi ji vî camêrê dilgeş dixwazin kuro. Mêrik 24 saet mesaî dike entryan ditirşikîne û dilê kesê nahêle. Şorbevano tu baş dikî ber bayê van dinyaperestan mekeve ha her wekî xwe binivîs ez li pişt te me*



2015.04.20-22:45 | ceso

18. şeref û namûsa formatê felişandiye, hetikandiye û bi ser de jî lewitandiye lêêê dîsa jî kêfa min jê re tê. lewma tev lî entyên wî nabim*

(bnr: torpîliyên tirşikê)



2015.04.20-23:39 | ferhenga şikestî

19. lêxin lêxin dîya dijminê wî nin







not: bira şaş nê fem kirin dijminê min li tirşikê tinin.



2015.04.21-14:48 ~15:25]| shorbevan

20. capsên gelek komîk bar kirine, bi xwedê gelek keniyam.

Here lînkê



2015.04.23-18:00 ~18:00]| simurg56

21. Nivîskarê ku bi vê capsa xwe ji kena zikê min êşand. ;)



2015.04.23-18:07 ~18:09]| ceso

22. kamuoyu açıklaması

bi navê xwedayê dilovan

( çepik cepik )herê tirşikvano hetanî vir. ez dema hatim ji ferhengeka din ez reetbûm gava ez hîn bûm tiştek wisa heye bi kurdî ez ji kêfa firiyam ez hatim tirşikê mingo ez hima di tirşikêde bibim endam ne nivîsînim jî ev besi mine lê min geleki nivîsand ne ligorî formatê bû jî ferhenga şikestî hima xwedê jê razî me çêra kir jî got li ser çava. ez trolltî dikim qebul lê tiştê we hînkir bi zanebûn (bnr: me gotibu em shorbevanin)

ez hêvidarim we tiştek ji shorbevan hînkir hinek pêkenîya bikin meriv tê tirşikê ji bû bi xweyne welleh nayê xwendin ne dikenin ne digirin tirşikvanev çiye û ne ji ceso û şikestîbe meriv nikare li tirşikê bise . werhasil

dibe kû em tiştê herî baş bikin jiber ti kêmasîya me tune ji kesê bi ser dikevin niha sebeba kû ezê ne nivîsînim her roj seet di 9da hetanî evarê ez di tirşik, rûdaw... û malparê wisa deme ji wî pêve 2 seet li temburê diğim min çewa format hînkirîye wisa jî temburê hîndibim xwedê negravî ji wî pêve jî 2-3 seet liser kombersê dileyizim tişt mişta hîn dibim serî li xwe dikim dolav 1.çavê min dêşê 2. ez û bavê xwe heroj bi hev dikevin dibê ti ket xebernadî ev hima 24 çar seet têlefon di destê tedaye ana ji şitrêqey tirşikvana ez dirêde diçim dirêm kûçika ez bera yekî zorim hetkim na ez ticar xerabî ji kesî ra naxwazim. ez di tirşikêde ez vî tiştî ne axivîm ewê ji minre bibe kul û derd zaza û êzidîya... belê niha ezê bêjim tiştê dijminê me anî serême em neynin serê hev mafê êzidiya zazaya... çibe em kurd nexwin bira dewletekjî daxwaz bikin ez zanim nakin kirin jî ser çava. belê tirşikçino ka ez hefteyek bina xwe bidim ezgere bixebitim jî betalî jî nabe. ez serî ji cesore datinim mendîl di destê wîdeye kabila bihejîne. qusureka min hebe ew jî ya weye min efûkir çû disa mala şikesti hezar car ava û ya min û wejî. başe min pir ne nivîsand minê wê teva bigirinî bixista bi çûndina xwe bi xatirê we.





edît : xwedê rihma xwe lêke û hew



2015.04.23-20:17 ~20:32]| shorbevan

23. (bnr: ev çi bû law)

(bnr: tofanek derbas bû)

Nivîskarê ku dixwazim jê re bibêjim ku:

bihar hatiye û êdî mêrg û zevî şîn bûne û wexte qetandina dewaran ji garanê hatiye lê tu hêjî li malî û te qûna xwe daye erdê û Tu ne dewara dibî av didî û ne jî êmê wan datinî û ne jî rêxa binê wan paqij dikî û tu destê xwe jî bi telîsê kayê nakî.* ka bêje ev çi hal e, ez jî li pişt bavê te me. min dî wê rojê gava ku bavê te ji kaşa ber derê mala sofî silheddînê kaşberkaşo ve dihat xwarê pir bi hêrs bû, mi go xalo çi bû? Çi îş û hewal e? Go xwarzê wa tu dibînî ev shorbevan hatiye gund û êdî quna xwe ji erdê ranake hima ew e telefon û telefon e, li ser nan telefon li derve telefon li hundir telefon ez êdî çi bikim ji derdê viya. Êdî hatiye zewacê, me go keçeke xweşik hebe û Em jê re bixwazin lê ew çûye bi telefona xwe re zewiciye. Yaw wê rojê mêvan hatibûn, tu bawer bike mi go shorbevan rabe çay çêbike ew çi bike baş e? Çûye beroşek tirşik çêkiriye. yaw tirşik li ku çay li ku ewqas hişê wî ne li hev e. me go kurê Me xwend êdî serê me bilinde lê qurbana zarê xelkê be çû sefere hat dîsa shorbevanê berê. Wê rojê jî min dî nîvê şevê wa ye di dest de telefon tiştek dike, ez gihîştimê Mi go kuro vê şevê te dîsa çi hewal e, go bavo bosekine hela ez tirşikê Ditirşikînim. Ha tu were ji min re bibêj ka tirşik dê çawa di telefonê çêbe he? piştî vana mi go xalo wele tirşik belkî Çênebe lê şorbe çêdibe, wî jî go de here tu jî ehmeqekî hevalê wî yî*



Not: xebroşka me li vir qediya rehmet li dê û bavê guhdaran

Edît û nedît: ev peyam orgazma kurmanciya farqînê ye.



2015.04.23-21:20 ~21:35]| ceso

24. baş e ku navber daye nivîsên xwe. bila hinekî dilê bavê xwe xweş bike.

ev stran bila ji bo wî were:












2015.04.23-22:41 | simurg56

25. nivîskarê dibe ku bibe duyem kesê ji ber formatê bê ceza kirin e.



2015.05.07-01:03 | berxweda

26. nivîskarê ku hingî reşşik xwariye dilê wî reş bûye.* lê camêr dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê. ez nizanim çend roj e lê dibînim nabînim ew e navê wî li hêla çepê daleqandiye.


shorbevan bi serê te kim yê ku reşşikan dide te ne ez im (;



2015.05.08-22:11 | ceso

27. divê bizane ku min jê re çeppik jî daye reşşik jî.

vêca çi bike bila bike, vaye min xwe aşkere kir.



2015.05.08-22:17 | simurg56


29. nivîskarê min reşşikan ji çepikan bêhtir dayiyê. pirraniya sedema dayîna reşşikên min ji ber gilî û gazinên wî yên reşşikan e. Tu dibê qey ji bo çepik û reşika li vir dinivîse. xwedê kiriye hilbijartin li vir tuneye, hebûya me yê çi gû bixwara..



2015.05.09-00:07 ~12:48]| berxweda

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin [3]
Dema Kurdek dibêje ez biratiya gelan dixwazim....
dr eser çetîn [1]
jî kanala youtubê vekiriye Jixwe hûn ê bibin abone (lînk: https://...
dersên kurdî yên online [1]
min ji bo kirmanckî xwe qeyd kiribû bi xêr îşev em ê beşdarî...
çavmir [1]
tê wate ya "heke tu bi min bişêwir e". bi tirkî bence , bi...
stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin [1]
Stranbêjên dengê gelekên wan xweş in lê mixabin piranî nizanin bi zima...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî