Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
shorbevan - tirşik
shorbevan
(141) (11) (19)
di mijarê de bigere

224. Çavkaniya kenê min e. Xwendina peyamên wî yek ji hobiyên min e. Piştî astengkirin û berlêgirtina çend sala duh şevê ketiye ber efa moderasyona tirşikê û deriyê tirşikê dîsa lê hatiye vekirin. Wer hêvî dikim dê dîsa were û bi zimanê xwe yê efsûnî binivîse û çend peyamên din jî li hobiya min zêde bike.

Werhasil ji nûvde bixêr hatiye, em li benda çîrok û meselokê wî ne.



23.05.2020 12:28 | tîrêj zana 21

225. astengiya li ser hesabê wî hê jî didome, nikare bi serkeftin bikebe sîstemê



23.05.2020 13:19 | telebê hz mêdî

226. A niha navê wî di lîsteya nivîskarên girêdayî da ne bi xêr hatiye *
Vay be mînanî xoşewîstên berê shorbevan û tirşik dîsa gihîştine hevdu *
despêkeke ji nû ve her tim bi xwe re tiştên nû tîne ka em binhêrin dê çawa be ..



23.05.2020 13:32 | bûtîmar

227. Nivîskarê ku derheqê wî de 263 peyam hatiye nivîsîn. Tevlî vê peyama min bû 264. Bi xêr hatiye.



23.05.2020 13:54 | xabûrî

228. nivîskarê ku aniha online, lê tiştekî nanivîse.
Tu çima di bin simbêla de dikenê, de were qada tirşikê.

bêje moderetorên ku te asteng kirine;
I am legend *



23.05.2020 13:58 ~13:58 | merwano

229. shorbevanê endazer cardin merhebatiya wî û we nûn kiriye wî li serê we kiriye bela malava .. ji berêde dibêje tirşikêde yek heye û ew jî endazere
(bnr: bila moderator endazer neyê guhertin) bila bê astengkirin

Shorbevanê piştî hun wî nasdikin û astengiya wî radikin hun dizanin wê dîsa bi shorbîne êdî ji peyamên xwe ne berbirsiyare wekî hun dibînin berpirsiyar endazere bila ev jî qencî û mineta wî be li ser serê me divê ez di binê mineta wîde nemînim. Shorbevanê Helbet wê heyfa 2 sala bistîne hun û wî hunê hevdû bi çivîkî(di ciwaniyêde emrê xwede) biçirînin hun wisa bizanibin.
Gelo wê wekî berê çalak be, wê gevzikekî li we rake, we liser toz û dumanê bihêle,? Ne bawerim, jiber bi mehniya ku bi devoka amedê dinivîse, kurdiya wî ne wekî ya endazerê akademîqe * , qaşo jibûna peyamên xwe zêde bike di binê her mijarîde derdikebe, û piçek bi argoyî nivîsandina wî,.. û tirşikvana ji tirşikê sar kirina wî kirin sedema astengiya wî edî di nivîsên xwede wê bigumanbe bi tirs binivîse. herwiha bi serdevê rêvebirya tirşikê bi niheqî hat astengkirin, kirin nekirin sedemeka bi mantiq ji astengiya wîre nedîtin, û cardin wî azadkirin lê ew jî edî sare û jiyan zêde zorê didê wextê wî tune barê wî girane û rêka wî dûre, bi alîkarî û sponsoriya we û jiyanê di hişê xwe û çelengiya xwe jî niyaye, hişê wî tevlîheve.. ton kî dinyayê wî hene lê dije tirşik jî di serê van dinyayande tê.. lê bi hêviye wê vê havînê sobeyek deyne xwe û we hev li tirşikê germbike.. Sond û gefa, dixwar, xeyidî çû digot ez êdî li tirşikê nanivîsim, lê paşê got jimin ji we qeda liwe, got ezê ji kî bixeydim ez şeveqê hetanî êvarê kurdên(hesûdên) propaganda wan û zimanê wan dikim? Tirşika jibûna wan xebat dike?.. Min got na xêr nolamaz ..herwiha Edî serê xwe nake nava her sergoyî(sernivîsî), bela xwe û formatê jî nake tevlî hev heta format bela xwe pê nede, û wê meydanê ji tirşikvanên dinre jî bihêle..
Û behsa xelatê hatiye kirin belê hemû xelatên sîpan jêre hindikin, lê bavo ne lazim bira me navêjin feleqê û recm nekin,astengnekin xelata bedlîsê jî jiwere, ne lazim, ev behsa xelatê jî xelateke jiminre ku ji terefê xeyda ya dilpak li ser navê tirşikvana hatiye diyarîkirin, dibêjin xelat du car nayê diyarkirin lê ew vê xelatê digre û dide gumgumokê gewrikî jiber tirşikvanê wî bitenê û dûrî tirşikê nehişt ewe herhebe.
kesên ku wan piçek kenandibe jî ji wan hêviya ken dike xelk hêviya dia dike ew hêviya ken û hêvîdike ti car ken ji ser lêvên wan kêm nemîne..
spasiya xwe jibû hemû tirşikvanan diyar dike
Û jiber pêşiya xwe dibîne di destpêkêde dibêje ya allah ya xwedê bê qeza bela be, yarebî tu ti tifaq û teşqele nedî *
(bnr: me gotibû merheba)
merheba



23.05.2020 14:02 | shorbevan

230. di nav nivîskarê tirşikê de yê herî ez bi nivîsên wî dikenim ev camêr e.
xwedê wî ji van dera kêm nehêlê.
her tim binivîsê înşelleh



17.06.2020 15:06 | merwano

231. timayê pêkeniyên deqê carkî tên hişê wî berê ew têr dilê xwe di wan û dikende rihet dike û paşê dixwaze fitrû zikat û sedeqeya wî bide tirşikê jiber li tirşikê diçe, şîva şeva jî li tirşikê diçe.., armanca wî eve kenek bide ser dev û lêv û çav û birî û bîvên xwendekarên mad û mirûzê wan wekî tirşa simakê an tirşa tirşikê..herwiha dixwaze di tirşikêde mîzah jî hebe kesên hatin dikaribin di tirşikêde wextek xweş derbasbikin, kêfxweş bên verêkirin, destê wan jê nebe û cardin werin. mesela kesên peyamên endazer dixweynin ji dinyayê dilsardibin : ) edî cardin silava xwedê jî nadin rûpela tirşikê divê ne wisabe *
Shorbevanê wext û zeman, kar û bar,.. û jiyanê pişt û mêjî lê xûzkiriye hima dema wî hebe kes astengiyê jêre dernexe xwedê dernaxe jixwe ji wê yekê em bibêjin bi îzna tirşikvana an bi înş a tirşikvana wê şopînerên xwe bê mîzah û peyamên xweyî pêkenî, helbestî, qansêrî,.. û qorona vîrusî nehêle *



17.06.2020 21:42 | shorbevan

232. bi xwedê nivîskarekî temaşe ye. ji do ve ye ez pir kenandim *



17.11.2020 00:06 | mirovekirind

233. nivîskarê xwediyê vê mijarê ye:
ez rabim ez ê di lêgerînê nim *



17.11.2020 00:09 | merwano

234. Nivîskarê bi vê şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê/89168 peyama xwe min ji kena xeniqandiye. Ji bo peyvên ji nivîsên wî hîn dibim, di jiyana xwe de bi kar bînim, bê sebr im. Em xêrê jê bibînin*



12.12.2020 12:29 | tîrêj zana 21

235. (bnr: shorbevan) bêjin tiştek nebêjin..bi çavê nerijiyayî bi stuyê ne şikestî dîsa vegeriyaye tirşikê.. * zêde wî ewk nekin bê mane û dûrî cenabê wî jixwe qûna wî ji rabûnêre musaite *.. armanca wî ewe jixwe kenek bide ser dev û lêvên we dost û hevalan ger we piçek jî bikenîne şahiya mezin eve jibû wî jî.. û wiha dibêjeje jixwe li vê dinya pûç û betal kenandin û ken ji merivre kare karek zirara xwe jihev derxistiye, rihê xwe bi ken û kenandinê bixemilînin, ji 'eksa tunebûna kul û xema bikenin, bi xeriqin. ken bi biwêjî niyana derd û xemaye.. û ne bi henekan tenê bikenînin û ken li herkesî diçe..

(bnr: shorbevan); xuya û aşkereya pêkenî û xweşiya nivîsa zimanê kurdiye, jixwe dizane jiwe kurdê tim dev û dest vekirî, çav li derî, birçî.. pere çênabe wiha dibêje; ev pêkenî û henek ji biwêj, gotin, çîrok pêkenok,stran.. û çanda weyî kurdî min tev diziye ne malê mine malê we yê mîrateye haya we jê nîne herkes dikare li herderî parve bike li gorî kêfa xwe biguherîne.. ez pê kêfxweş dibim bila mîzaha me jî hinda nebe

a dawî ez dizanim xêra bi hezar xêrî jî li we diçe lê xêr xwe ji destê wî dernaxin ka hunê çi xêrê jê bibinin? Her wiha hezar xêrî ji shorbevanê xwe bibînin û bi hêviya di halê xwede bimînin..



12.12.2020 21:49 | shorbevan

236. Nîvîskara ku kurdîya wê acêp û hinek nefesîh e.
Lê ji ya min şirustî ye.



08.02.2021 00:35 | heval.js

237. shorbevanê dîsa destpêkir * di derbarê ev herdû peyam
îtîrafên tirşikvanan/130765
shorbevan/130758
û peyamên bivî rengî daxuyaniyek wî ; ez jî îtiraf dikim kesên nivêsên min dixwînin û jê fehmnakin ez jî ji xwendina wan fehmnakim * û heyrî dimînim vê kurdiya sefîh, fesîh û zelal a farqînê.. xelk bi serê kurdiya min sond dixwe, tije biwêj û kurt nivîsa peyvan, tije dijûn û bê ehlaqî * , tije mîzah, tije wêje, jixwe qala zanyariyê nakim * ... tenê bi çend peyvên kurdiya akademîk diherimînim û hew. îtiraf dikim rastnivîs û nuqteşan ji nivêsên min xeyidîne, serîkî û binîkî ji nivîsên minre tune.. yanî bi kurtî nivîs shorbeye ez qebûldikim hûn jî qebûlbikin kurdiya we nebaşe hun pirahiya biwêj û peyvan nizanin jiber wî hun şaş fehmdikin an fehmnakin *

Tirşikvanên bi kurdiya fesîh dinivîsin (stur: ecêbkîne bira ez jî sosretekbim *

Jibû rexneyên we spas.. berê jî me li ser vê mijarê şerên giran kiribû serê min jî ji kevir hişktire heta binermije * we kurdiya min a di destpêkêde bidîta weyê îro bigota edî shorbevan bi kurdiya akademîk dinivîse * hêdî, hêdî..

Kêmasiyên me teva hene her kesê qisûrek heye
Mînak ev peyvên heremî û şaş nivîsî sewa, zehv çima ez fehmdikim?
Seba zehf
hun jî fehmbikin kî bi we girtiye

Heval js di serîde gotiye kurdiya min nebaşe... lê nêrîna wî jî ne fesîhe du peyamê min xwendiye hew maye ji minre bibêje hevala bêrîvan * ew jî acêpe
Ewil/berê şûjinê di xwede rakin paşê derziyê jî *
Herwiha ez we mafdar dibînim xêra xwe hûn jî shorbevan mafdar bibînin

Ez nêvî bihenek nevî bêhenek we û rexneyên we rexne dikim tiştek nebin ba dilêxwe/ ser dilê xwe/dilê we nemîne.. kêfa min tê ku hun kêmasiyên min bînin peyamê û dema min rexne bikin kêfxweş dibim..



08.02.2021 23:14 | shorbevan

238. şahê biwêj û gotinan.

di neqeba nehezkirina/nefehmkirina shorbevan û kêmasiya iq'yê de pêwendiyekî xurt heye. vêca hûn û iq'ya we.



10.02.2021 17:08 ~17:10 | hueyn

239. Yek ji nivîskarên hêja yê tirşikê ye. Gelek kêfa min jê re tê. Wisa bawer dikim ku kêfa wî jî ji min re tê. * ji ber wê hebkî dilê wî ji Êlihê germ bibû. *

her kes ji aliyê tiştekî ve baş e. Birêz Shorbevan jî ji aliyê biwêj û gotinên pêşiyan ve. Di her peyamên wî de hema bibêje yek du heb ji wan hene. Ew jî dibe sedema hîn bûna min a biwêjan. Ji ber wê Peyamên wî bi kêf dixwînim. Bila her hebe li vir domdar be.

tirşikvanên ku bi kurdiya zelal dinivîsînin/130855 ez nizanim di vê entryê de çêra min kiriye an pesna min daye. * wisa bawer dikim peyva ritamê yek ji peyvên shorbevan afirandiye. *
û dixwazim tiştekî îtîraf bikim.

hin cara heta entryên te dixwînim û fêm dikim qûna min diçire. *



11.02.2021 22:33 | yûsiv

240. shorbevan/131000

nivîskar û helbestvan û çiyayê divê hun qîmeta wî zanibin nivîsên wî meriv here bi barê kera û kantira kitêb/ pirtûk bixweyne, bi tira alkol bikarbîne.. hewqas henek, biwêj û gotin û quzilqurt peyda nake ... bi heyranê xwe serbilind û jiwanre nivîsên hêjayî xwendina wan deyndar û minetdare Ji Lewendî re jî spas dikim jibû puvdana wî : ) û piştî piştgiriya wî, êdî kes nikare pişta min û nava min deyne ku shorbevan jixwere kiribe rol model û mînak bila bê guman be riya wî raste wê rastiyê bibîne îdolek ew yek shorbevan.. xwedê we ji serê wî kêm neke ne jibû xatirê we be ez jî nanivîsim û nikarim binivîsim

shorbevan/131005
em herin spasiya Yûsiv
Qasê ez jê hezdikim bila bawer bike ew ji xwe heznake.. bila jikerema xwere nekebe nav min û êlihiya * rast dibêje bi xêra wî êlihî ji xezeba min, rizgarbûn.. seyda shorbevan dibêje jixwe em û êlihiya cîranê hevin dibêjin ezabê cîran ji cîran tê xwestin, bila ew û rihayî guhnedin henek û gotinên min jiber devê min dibêje dilê min nabêje ka çi zirara camêra gihiştiye min ne başbin jixwere nebaşin.. dinya li ser îman û quranê û vî awhayî hatiye avakirin * herkes kesên ne jiwan be serê wan bihev nexweşe herkes dawa nefsa xwe dike berê dibêje ez û em.. her çiqas min bi henek jî gotibe êlih û riha ez îro li hemberî wan şermîbûme rihayî û êlihî bav û birayê minin.. hew ez wiha ji bela wan bi filitim * hewqasê berê pişta wan bike min ezê wan heb heba deynim/ bidim ser hev) kîrê wan heb heba * bila biborin di virde ecelê gotinê baş nat * ecelê gotinê tê tê gotin *

Mijara kurdiya şolî û zelal
Di wê peyamêde wekî hergav tepek li nal xistiye yek li bizmar yek li xwe yek li we xistiye berê çêra kiriye paşê diakiriye gotiye yarebî tu çêrê min qebûl nekî

Ritam jî Peyvek ku em pir bikartînin di ferhenga de jî heye bawerim ne yekeme lê dibe ku ez pir bikarbînim

Mijara çirandinê jî
Birayê/n minî xweş divê/n hun bi tîşek çiriyan lê we dînemêta kir binê min we jî min teqand.. herwiha ez ji nivîsê xwe fehmdikim eleqeya min bi we neketiye *
Dîsa sipasiyên min jibû we...



15.02.2021 21:33 | shorbevan

241. Nivîskarê ku ji bo mijarê +18 û erotîk dixwazim jê rik bigrim lê nikarim her birastî gelek bi peyamên wî dikenim, dizane henekan bike bi xwedê.



11.04.2021 00:35 | navîgiranmezelîwêran

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» shorbevan

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî