1. taştêya ku her tim ji rojên din xweşiktir e. li mala me piranî roja yekşemê tê lidarxistin. xêndî penêr, zeytûn, hêkên bi sicûq û nutella, vê rojê xwarinên patat û îsot û sosîsa sorkirî, hêka kelandî û şamborek, dims û reçel, donê esil û hungiv, bacana sor û xiyar, helbet tirşik ser siniyê dixemlînin. vexwarina çayê ya heta çaydan biqede, çalakiya herî populer e. piştî nîv saetê çêkirina qehwê ser taca sibe dibe. hele li malê dê û bav û xwişk û bira, jinbir û zava, birazî û xwarzî jî hebin, ew taştê dibe cejn. * |
|
11.04.2015 12:28 ~12:34 |
biruya hayao miyazaki
|
2. di hefteyekê de tenê taştêya ku ez dikim e û ew jî sibeha yekşemê ye. dizanim ku gelek kes wek min in. wekî din bi gelemperî zikê xwe bi poxaçeyan ve têr dikim û gelek caran jî qet tiştekî naxwim û heya nîvro birçî dimînim. ji ber we taştêya sibeha yekşemê zêdetir girîng dibe, taştê bi rîtueleke cûda ve tê amadekirin, heya ji destê mirov tê xwarina û vexwarina taştê dirêj dike. |
|
31.03.2016 11:40 |
nazim tolhildan
|
3. (bnr: taştêyên dawiya hefteyê yên bi malbatê re) |
|
31.03.2016 11:58 |
bêvila nazmîkirik
|
4. A ku ji ber rewşa karê min van rojan di rojên nava heftiyêde jî tên dîtin. Kêfxweşiyeke bêhempa ye û divê bi dîqet û cidîyet bê amade kirin û xwarin. Çaya piştî wê tê vexwarin jî keyfeke din e û divê ne bi lez be. Min niha dev ji çayê berda lê dîsa dilê min çuyê*. |
|
31.03.2016 12:22 |
azadixwaz
|
5. Taştêya ku ji wateya xwe wêdetir e. Hele hele mirov pêş tavê pêş ronahîyê bixwe mirov ta'mek cûda jê digire. Ew xwarin dibe henerek bi tam. |
|
31.12.2019 00:49 |
azad30
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |