Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ava susê - tirşik
ava susê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Ava sûsê, Qola Kurda ye li bajarê Kurda bi taybetî li Diyarbekirê, Riha û Entabê de tê firotan û vedixwin, ji hinek nexweşiyê re gelek şîfa ye.

giyayek şîrîn û bi tehm e, ava susê sirûşte



25.07.2013 08:23 | botan2

2. ez ji ava sûsê re dibêjim Qola Kurd



25.07.2013 08:24 | botan2

3. jî giyayeke bî navê sûs tê çêkirin. bi kutandin û dûre kelandina koka giyaya sûsê, ava sûsê tê hilberandin.

eslê vê giyayê ji çîn û rusyayê ye.

ji aliyê tipê ve gotina ewil ew e ku ev av dibe sedema bilindbûna tansiyonê ku ev yek ji bo nexweşên hîpertansiyonê talûke ye.

bandora wê ya parastina kezeba reş hatiye nîşandan û ji ber vê yekê hin deran (japonya) nexweşên vîral hepatîtê de tê karanîn. lê ger zêde were bikaranîn jî vê carê zerarê dide kezeba reş.

hinek xebatan nîşan daye ku karsînoma kaposîyê jî asteng dike. (cûreyeke kanserê ye ku têkildarî vîrûsa HIVê (AIDS) ye. )

(bnr: vexwerina netewî ya kurdan)

(bnr: vexwerina netewî ya tirkan)



25.07.2013 09:07 | simurg56

4. jê re ava şerbetê jî tê gotin



25.07.2013 09:16 | botan2

5. ava sûsê hema tu kîja derdan bêjî, ji hemûyan re dermane. Bir tirkî jêre dibêjin "meyan kökü şerbeti"



04.08.2013 19:03 | zîpik

6. tê gotin ku "avê digire" û loma ger meha remezanê were vexwarin têhnbûnê kêm dike.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



07.08.2013 01:20 | simurg56

7. ava ku cara yekemîn min vexwar mîna jehrê bû ji qurtekê behtir min ne vexwar lê sitranekê xweş li ser hatiye gotin reqsa yekî tê* (youtube:

)



06.01.2014 01:38 | gêjê

8. ava sûsê memkê qîzê



06.01.2014 13:27 | bagurdan

9. (bnr: cola kurda)

cara yekem min li batmanê vexwar. weke quzulqurtê bu.

lê divê jê hez bikim! heke ku riya min bi welêt bikeve ezê herim şûşe bi şûşe heta ku xwe biçirînim ezê vexwim.

heta ku jê hez bikim.



06.01.2014 13:33 | oxir

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ava bacanan

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî