Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
ehmedê xanî - tirşik
ehmedê xanî
(10) (4) (5)
di mijarê de bigere

1. Rêber, wêjevan û ramanwerê kurd, Ehmedê xanî, di sala 1651ê de li Culemêrgê gundê Xanî ji dayik bûye û di sala 1706ê de jî li Bazîdê çûye ser dilovanîya xwe. Zarokên delal û şêrîn! Ehmedê xanî gelek berhemên hêja bi zimanê kurdî nivîsandîye. Berhema xwe ya giring Nûbihar, ji bo we zarokên kurdan di 11 Adarê 1683an de di 23 salîya xwe de nivîsandîye. Mamoste nemir Xanî di vê berhema xwe a payebilind de xwestîye zarokên kurdan bê perwerde nemînin. Zarokên delal, seydayê nemir Ehmedê Xanî vê behremê de gelek hinareyên giring dane me. Divê hemû zarokên kurdan vê berhema hêja bixwînin.



Tirba seydayê Xanî li Bazîdê ye û bûye zîyaretgeha kurdan.



25.07.2013 08:50 | botan2

2. ''em kurd giş ji bêrîka êlegê wî derketin'' bavê me ye, roniya çavê me ye, xwedîkî me hebe ew e, kanonê me ye, ez kîrê wî bixwim



05.08.2013 08:18 | maro

3. (bnr: rêberê gelê kurd)



05.09.2013 04:20 | endazer

4. xweyê qelbê sedefa gewherê îrfan e..



''Mîrê meclîs nekenit mitribê goya çi bikit

Xunçe xendan nebitin bilbilê şeyda çi bikit



Bîneka husnê pûtan lazim e sahibnezerek

Kesê bîna ku nebit dilberê zîba çi bikit



Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê şecî’

Tîxê ahîxiste bê destê tuwana çi bikit



Talibê ilm û kemalê nebitin qabilê feyd

Hikmet û terbiyeta alimê dana çi bikit



Qelbê Xanî sedefa gewherê îrfan e we lê

Metinxwanek nebitin sahibê mana çi bikit''



09.09.2013 23:31 | endazer

5. ''Teşrîfê xilafetê te da me,

Gava te emanetê xwe da me.

Me’lûmê te bû ku em nezan în

Qedrê wî emanetî nizanî''



27.09.2013 00:59 | endazer

6. Xwediyê van rêzikê zêrîn,

"hinin bo canê xwe canana xwe dixwazin

hinin bo canana xwe canê xwe didin..."



27.09.2013 10:53 | ceso

7. tinê nivisandiye û ji osmaniyan xizmet kiriye



27.09.2013 12:45 | simko

8. Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêk ra bikira me înqiyadek



Rûm û 'ereb û 'ecem temamî

Hemiyan ji me ra dikir xulamî



Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me 'îlm û hîkmet



Ehmedê Xanî



açarnayîşê na şîîre bi kirdkî:



Eger bibînê ma de îttîfaqêk

Yewbîn rê bikerdêne îteatêk



Rûm û ‘ereb û ‘eceman temamî

Hemine ma rê kerdêne xulamî



Temam kerdêne ma dîn û dewlet

Tehsîl kerdêne ma ‘ilm û hîkmet



Ehmedê Xanî



27.09.2013 20:23 | kurdane

9. bila bê edebî neyê girtin lê camêr nebûya me yê çi xwelî serê xwe bikira çi gu belavkiriya.



27.09.2013 22:10 | tivirloismail

10. xwedîyê vê gotinê ye:

Piştî ku roja me bû tarî, mirin xweştir e ji emberê.



18.10.2013 06:11 | saladin

11. Di mem û zîn'a wî de zîn rewşa xwe û ya mûmê bi vî rengî dide ber hev:



meşriq tu yî, agirê te zahir / mexrib ez, û batinê min agir

(rojhilat tu yî, agirê te li derve / rojava ez, û agirê min di hundir de)



18.10.2013 12:00 | eznelomeezleme

12. di memozîna xwe de wilo dibêje;



Ger dê hebûya me padişahek

La'iq bidiya Xwidê kulahek

Te'yîn bibûya ji bo wî textek

zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek

Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman

dînane der ji destê le'îman



Le'în an ku mel'ûn kî ne gelo? Tirk û ereb û farisê zalim û zordar û hov in.



18.10.2013 12:23 | ceso

13. (bnr: nûbihara biçûkan)



12.11.2013 15:59 | xwelî li ser

14. nîvîskarê kurdaî mezine .. qebra ehmedê xanî bazîdê kêleka GELA BAZÎDÊYE



12.11.2013 21:07 | sîyabend

15. nivîskarê kurd ê gorbuhuşt nureddin zaza di pêşgotina pirtûka memê alan ya roger lescot da ji bo ehmedê xanî wiha nivsandiye:



Li ser vê niqtê: Xwe winda kirin, nizm ketin, madiyen û insaniyên perîşan bûn û piştre xwe ji nû ve nasîn, bilind û bextiyar bûn, hegel û marks xwe digehînin Seydayê me yê gewre. Ehmedê Xanî. Divê bizanin ku Çiraya kurdîtiyê 100 salî berî Hegel û 150 sal berî Marks hatiye dînê. Di dîtina wan de, bê şik, hin ferq hene: Xanî bextewariya insan dihêle ji bo Bihûştê, Hêgel insan dike û Marks mezinahiya insan li vê dinê dixwaze û wê mimkin dibîne. Lê riya ramana diyalektîki li cem her siyan jî yek e. Û ev ji bo me tiştekî pir pir hêja ye.



04.12.2013 01:45 | endazer

16. “Tasek ji vê ava zelal nadim bi hewza Kewserê

Lihevhatina Qesra şîrîn jê nabînim tu meferê

Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê” / ehmedê xanî/



16.02.2014 04:06 | rêzan

17. xwedîyê ev beyta hanê ye:



Nûr î, tu di husn-i rûyê dildar

Nar î, tu di qelbê aşiqê zar



15.03.2014 11:31 | dara berrûyê

19. yek ji helbestvanên herî naskirî ên kurd e lê, mixabin, ser tirb û gorê wî de tu gotin an jî pirtukekî kurdî, tune ye. qewla bazîdiyan; eyb e, şerm e.



http://hogireki.files.wordpress.com/2011/07/img_16821.jpg



15.03.2014 14:45 | ervah.azad

20. Eqîdeya Îmanê







16.04.2014 20:19 | diljan

24. Cara ewil Ehmedê Xanî dest bi xebata ferhengî kiriye û vê yekê cara ewil em di berhema wî ya bi navê nûbihara biçûkan de dibînin.



08.09.2014 13:59 | xwelî li ser

25. Herçî bire şûrî destê hîmmet

Zebt dikir ji xwe re bi merî dewlet

Bê ceng û cîdal û bê tehewwur

Qêt vê şuxlê nekin tesewwur



Ehmedê Xanî



21.01.2015 17:09 | xwelî li ser

26. Şêx ehmedê Xanî. zatê muhterem, şair û ramanyarê kurd. Divê em berhemên wî xitim bikin.





22.01.2015 02:27 | seydayê_peyvan

27. Ev strana şeban silêman e ku bang li Ehmedê Xanî dike.

(bnr: rabe xanî)



22.01.2015 02:37 | xendekî

28. "Hin kes di dema xwe de nayên fehmkirin, jixwe ew jî xebata xwe ji bo siberojê dikin; bi hêviya ku dê nifşên bên armanca daxwaza wan fehm bikin. Dema ku nemir Ehmedê Xanî berî 300 salî

“Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durrê lîsanê kurdî

Anî nîzam û întizamê

Cefa kêşa ji bo yê amê” got, dizanibû ku gelek zana û alimên wê demê jî di nav de, kes tu wateyê nade van kirin û gotinên wî, lê wî dîsan jî wî “Ne ji bo sahibrewacan belkî ji bo biçûkêd kurmancan” ev berhemên xwe nivîsandin. Wî bi vê xebata xwe bi bîr û baweriya ku “her kes mîmarê dîwarê xwe ye” yek bi yek kevirên şehkirî danîn ser qesr û qonaxa kavilkirî ya hizir û ramana kurdîniyê.



Bîr û raman jî wekî pêdiviyên daringî ne, kê pêdiviya xwe bi çi hebe, li wî tiştî digere û di encamê de jî fikir û ramanên ku di bin toz û xubara bi sedan salan de mane, piştî sed salan ji nû ve ronahiyê dibînin. Gelê kurd jî kengê serê xwe ji xewa giran rakir, bi pey mafên xwe yên rewa ket, hingî kesên mîna Ehmedê Xanî hatin bîra wî. Têkoşer û rewşenbîrên kurd li berhemên Ehmedê Xanî vegeriyan û dur û le’leyên di berhemên wî de li ber çavan raxistin.

Li hemberî vê yekê hinek kes mîna şevşevokên ku tav li nav çavên wan dide zivêr bûn. Hinekan got, “Ne pêkan e ku kurdek berî ewrûpiyan, berî serdema ronakbûna li Ewrûpayê rabe qala mijara neteweyî bike.” Heta hinekan ji wan angaşt ku ew gotin ji hêla neteweperwerên kurd ve li berhema Mem û Zînê hatine zêdekirin. Lê belê hewldanên wan pûç û vala bûn, lewre destxeteke ku piştî koça dawîn a Xanî bi çend salan hatiye nivîsandin, derkete holê û di wê destxetê de jî heman fikir û raman hebûn.

Îcar nivîskarê vê berhemê H. Mem berî gelek kesan dest avêt mijara ronîkirin û ramanên zêrîn ên Ehmedê Xanî. Ew bi vê yekê jî nema bi kûrahî xwe berda nav zeryaya bîr û ramanên Xanî û gelek aliyên ku di berhemên wî de di tariyê de mabûn dan ber tîşkên ronahiyê. H. Mem bi salan e, li ser Ehmedê Xanî lêkolînê dike û berheman dinivîse. Ev berhema li ber destê we, wergera pirtûka wî ya bi navê “Xani ve Memzaları” ye.

H. Mem her çiqas bi lorîk û çîrokên kurdî mezin bûbe jî, ji ber ku bi tirkî perwerde bûye, berhemên xwe bi tirkî nivîsandine. Ev yek jî pirî caran bûye mijara nîqaş û rexneyan, lê ew tu caran bi van rexneyan dilgiran nebûye, her tim wate û girîngî daye vê helwestê û ji ber vê yekê jî xwestiye ku xebatên wî di zûtirîn demê de li kurdî werin wergerandin. Ev berhema wî jî ji hêla heja Zana Farqînî ve li kurmancî hatiye wergerandin.

Di vê xebatê de hinek aliyên Xanî ku berê nedihatin zanîn li ber çavan hatine raxistin. Bo nimûne berê gelek kesan wisan bawer dikir ku Ehmedê Xanî tu car nezewiciye, lê belê birêz H. Mem di vê berhema xwe de bi hinek delîl û palpiştan diyar dike ku ew zewiciye, lê hevjîna wî wefat kiriye.

Di vê xebatê de babet û têgiheke nû jî têgiha “memza” ye, ji vê têgihê mebest û armanca H. Mem ew kes in ku îro li ser şopa hizir û ramanên Ehmedê Xanî dimeşin û wekî wî doza azadiya gelê kurd dikin. Di xebatên H. Mem de, bi tenê bîr û raman bi awayekî rijî nayên pêşkêşkirin, hevîrê bîr û ramanan bi ava hest û dilînan, hin caran bi hêstir û rondikan tê strandin. Dibe ku ji bal hinekan ve wekî kêmasiyekê xuya bike, lê belê Ehmedê Xanî bi xwe bîr û ramanên xwe ne di forma berhemeke felsefî de, belkî di forma mesnewiyeke evînî de pêşkêş kiriye.

Birêz H. Mem û nifşê wî di bin mercên giran de, bi derfetên kêm xebatên xwe kirine, deriyê zanîngehan li kurdan hatibû girtin, derfet tune bûn ku kurd xwe bi zimanê xwe perwerde bikin û xebatên xwe jî li gorî pîvanên akademîk pêk bînin. Her wekî Ehmedê Xanî gotî, lêkolînerên kurd jî bi piranî bi kurdî “ne perwerî, xudriste ne.” Ligel vê yekê jî wan ji me re berhemên hêja hiştin, loma jî em spasdarê wan in. Daxwaz û hêviya me ev e ku ciwanên kurd anku Memza berhemên nû û nûjen li ser Ehmedê Xanî binivîsin û vê kelepora dapîr û kalan ji hinek kurtêlxuran re nehêlin.



Bi vê bîr û baweriyê ji bo çapkirina vê berhemê em kêfxweşî û serfiraziyan xwe diyar dikin û ji birêz H. Memî re temenî dirêj dixwazin, ji heja Zana Faqînî re jî ji bo vê keda wî dibêjin bila destên te ter û şîn bin."



Samî Tan - enstîtuya kurdî ya stenbolê



Here lînkê



28.03.2015 14:26 | mergehez

29. derheqa wî û êzîdiya hûn dikarin di vê lînkê de bixwînin: Here lînkê

nizanim çiqas raste, lê eger rast be, ehmedê xanî û êzîdî wê dûri hev bin



18.12.2015 16:26 | hola êzîda

30. Wehm eylemezem sehmê bela, qewsê felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem
Başimda bela berg û meşeqqet semerimdir

-Şêx Ehmedê Xanî

(bnr: qewsê felek)
(bnr: sehmê bela)
(bnr: nexlê bela)



07.03.2017 01:13 ~02:33 | rûbar

31. (bnr: mîrname)



07.03.2017 22:28 | bûtîmar

32. Ehmedê Xanî beriya J.J. Rousseau berhemek ji bona zarokan nivîsiye bi navê Nûbihara Biçûkan. Ev berhem ji bona xwendina zarokan hatiye nivîsîn lê berhema Rousseau ji bona zarokan hatiye nivîsîn lê gerek mezin ji zarokan re bixwînin. Xeynî vî bi navê Hevpeyvîna Civakê piranî jî piştî Xanî hatiye nivîsîn lê Xanî beriya gelekan qal û behsa yekîtî û qala dewletbûnê dike...



08.03.2017 00:15 | roberz

33. Xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye

-Ehmedê Xanî
(Zahidê Helwet Nişîn)

Ji bo insanên ku qedr û qîmetê mirovên nirxdar nizanin, nagirin re werê ev werger. Wan insanan evqas şîret dane jibo ko mirov baş bin, pêşvebiçin, bizanin. Lê insanên ku xwe tiştek dihesibinîn jê wan sûd nagirin. Tenê dizanin pozê xwe bilind bikin. Ji ber xwe, xwebixwe, ber hewayê dibejin û tavêjin. Li bendê bisekinin, em jî di nava ku li bendê de disekinînin de ne. Emê dê bibînin.

Vaktini Xanî ile zayi etme ey kendinibilmez/cahil! faydasızdır/abestir.
Talepsiz hissedar/ortaklık/paydaşlık parçası olmazsın ey hevesli!

Birtek saniye ki yoktur bir ihtiyacı onun birine
(-Saniye yoktur ki "Mutlak olanın" kimseye ihtiyacı olsun)
Onun lütuf ve ihsanı da talepedenin kendisi hakkındadır/talepedenindir.



08.03.2017 22:46 ~22:47 | rûbar

35. Ha wilo, ev qas. Gotinên baş bêjin cigerê min bixwûn.



08.03.2017 23:10 | rûbar

36. Bere dîsa werê bîra me û qet dernekeve;

Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te ra
‘ilm bixwîn hem ‘emelê tu bike sin’et ji xwe ra

-Ehmedê Xanî



09.03.2017 01:52 ~01:52 | rûbar

38. Cehaletiya xanî efû bikin. Sedemê paşvemayetiya me tev tawanê wî ye. Heke gotibûba element çarin wulen ne pêncin em kurd niha di asîmanan de firokeyên xwe bijotin. Lê vêga kurd kurd dikuje û dibe hem pêş hem jî merge. Ax xanî ax te li me çi çêkir dibînî?!



09.03.2017 02:23 | rûbar

39. Nuştoxê Kurdan ra...


Ehmedê Xanî serre 1650- 51 de qezayê Colemêrgî Cukurca de ameyo dinya. Name Ehmedê Xanî, hem name dewê ey ra hem zî eşîrê ey ra yeno. Name babîyê ey Şeyh Îlyas o û name dadîyê ey Gulnîgar a. Ehmedê Xanî serre 1707 de dinya ra bar kerdo. Nika mezelê ey Agirî de yo.



30.01.2020 00:11 | bazêçewlîg

40. (bnr: namê cukurca çelê yo)



30.01.2020 01:30 | tîrêj zana 21

41. (bnr: kamiran alî bedirxan) wusa behsa ehmedê xanî dike: "Jixwe ehmedê xanî berî sêsed salî vê rêye ji me re vekirî bû. lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn." (bnr: hawar) 1932

gelo kamiran ev rewşa niha ya paşî û nevîyên ehmedê xanî bidîtiya dê çi bigota, gotinek wî dê hebûya ji bo vê rewşa trajîk a paşîyên xanî.

birayê kamiran, (bnr: celadet alî bedirxan) jî ji bo Xanî baba wiha dibêje: "belê xanî jî xudan kitêb e. lê xanî pêxember e jî. pêxemberê diyaneta me ya milî, pêxemberê ola me ya nijadîn." (bnr: hawar) 1934.

li gorî (bnr: amir hassanpour) jî fikra netewî ya kurd cara pêşîn ehmedê xanî di (bnr: mem û zîn)a xwe de formule kirîye.



07.02.2020 10:51 | lehî baranyan

42. havarî û şopînerê fikr û ramanên ehmedê xanî (bnr: hacî qadirê koyî) ye. her du, du neteweperwerên kurd ên sedsala 19 û 20an e. her du divê bo me hemû kurdan bibin du referans, du pêxember wekî celadetî gotî.



07.02.2020 10:55 | lehî baranyan

43. Bi vê helbesta xwe roja mina gebsoyî xweş û geş kir:
"Fate 'umri fi hewa ke, ya hebibî kulle hal (erebî)
(Ey xoşewîsta min! Bi eşqa te ve temenê min bihûrî)
Ah û nalem hemdemem şod der firaqet mah û sal (farisî)
(Bê te derbas bû meh û sala, hevalê min bû êş û jan)
Ger benim kanim dilersen, çokten olmiştir helal(tirkî)
(Heke xwîna min diviya bî, ev xwîna min bo te bû helal)
Mest û serxwoş im ji eşqê min nema 'eql û kemal (kurdî)

Ente fikrî fi fuadî, ente ruhî fî'l-cesed
(Di dilê min de tu yî, giyanê tenê min tu yî)
Leşkere xemxay-i to milkê dilim wîren kerd
(Bi leşkerên xem ve siltana dilê min wêranker tu yî)
Dade geldim işq elinden isterim senden meded
(Ji ber vê eşqê dicwazim dadê, divê kesî alîkar bibî tu yî)
Van tetaran kirne talan eql û dîn û milk û mal

Tale xemmî, zade hemmî, şa'e sirri fî'l-mela
(Xem dirêj bû, derd zêde bû, sirên min di civakê de belav bû)
Teşne-i camê wîsalem, çûn şehîdê kerbela
(Wekî şehîdên kerbelayê livên min ji bo bêriyê tî bû)
Yoksa sen divane oldun, nice halin ey dila!
(Gelo tu evîndar bûyî ey dilê min, ew çi rewş e te pêça ye)
Ya ji nû ve' îşweyek da min hebîba çavxezal

Bîttu mehcûren hebîbî lestî mînnî 'alîmen
(Ez di nav hîcranê me xweşewîsta min! Nezanî ji rewşa min)
Murdem ez derd-i fîraqet xafil î ez ha-li men
(Ji destê cihêtiyê hatim, ji halê min bê agah î rewşa min)
Can û dilden erzi kildim halimi canane ben
(Min ji can û dil rewşê xwe rave kir ji bo xweşewîstê)
Erdêhala min tu xafîl qet nepirsî 'erdihal

Hel lena mîn nî'meti'l-wesli hebîbî mîn nesîb
(Bo hevdîtina wan parek nîmeta me jî heye gelo?)
Ufdatem ber deret bîçare sergerdan, xerîb
(Ketim ber derî; bêçare, şaş û metel im ez)
Derdimin çok olduğundan ona yoktur hîç tebîb
(Derdê min ewqas zehf in ku bijîşk jî kêr nayê)
Ey tebîbê min! Dewayê derdê xanî her wîsal

Nîşe:
*ji vê şêweyê re "mulema" tê gotin. Û li hink ciyan çargoşe jî derbas dibe.
*ji nivîsa "mulema û çargoşeya Ehmedê Xanî" ya Metînê K. Dilxêrî.



05.04.2020 13:34 ~14:12 | rizgarm

44. camêr bi sedan sal berê ku hê behsa neteweyan tinebû tifaqa kurdan dikir. Ku mirov bibe zana tiştekî wiha ye



06.04.2020 01:24 | bedirxan

45. Li Bazîdê li cihê ku hatiye veşartin bi ser navê xwe mizgeftek daye çêkirin li ser kêl anku kîtabeya mizgeftê jî bi kurdî

محضا اثر خيري ندهات ژ دست احمد
توفيق ندايا وی گر پادشاهێ امجد

گلبانك ژ غيبێ هات لڤر كونگهه تاريخ
معبود عنايت كر چيبووه اڤ معبد
١١٠٢

Mahzâ eserê xeyri nedihat ji destê Ehmed
Tewfiq nedaya wi ger padişahê Emced

Gulbang ji xeybê hat livir kongehe tarix
Me’bud inâyet kir çêbuwe ev me’bed (1102)

" Ehmed bi serê xwe nedikarî vê berhemê pêk bîne
Piştgiriya padişahê emced(xwudê) nebûya

Bangek ji xeybê hat ku li vir cihê gotina dîrokê ye
Xwudê alîkarî kir ji bo çêbe ev mizgeft (1102)

Bi hesabê ebcedê li gorî salnameya Hicrî 1102 derdikeve ev jî li gorî salnameya mîladî 1690-91 e.

Tişta ecêb salên nodî dewleta tirk vê mizgeftê bi ser navê restorasyonê ji binî ve hildiweşîne û ji nû ve çêdike lê ev kêla li ser mizgeftekê ji hingî ve winda ye. Prof. Dr. Yüksel Bingöl di pirtûka xwe ya li ser qesra Îshaq Paşa de cih daye wêneyên vê kêlê.

Rojekî Kurdistan serbixwe bibe û bi serê xwe bimîne divê li her qorzî û quncikeka vî welatî navê Ehmedê Xanî wek alayekî bê daçikandin.

https://mufity.blogspot.com/2018/10/sex-ehmede-xaniseyh-ahmed-el-hani.html?m=1



23.03.2022 22:07 ~22:06 | endazer

46. Bi gotina bayîzdiyan xanî baba. Bo kurdan çend armanc diyar kiriye, pêdivî ye em mîmarê dîwarê xwe bin, xwe saz bikin. Em helbesta bibin asts herî jor, banê gerdunê. Em bikin ku rom û ereb û ecem xulamiyê ji me re bikin. Xanî. Na wellehî tu qesr î bo me, heke îro em behsa netewbuna xwe dikin sedem jê tu yî ku li pişta me yî. Anku gelên xwedî şairên mîtanî xanî mezin dibin netewe.



12.12.2022 02:22 | hêvî

47. di wêjeya rojavayê de navê seydayî wek ahmad khani dinivîsin. û di encyclopaedia iranicayê de wek ahmad-e kani nivîsandine.

sernavê wî yê di encyclopaedia iranicayê de hêjayî xwendinê ye. nivîsek ewqas kurt be û ewqas birêkûpêk be, mirov encax di karên rojavayiyan de dibîne, sed mixabin. Here lînkê



20.06.2023 00:43 ~19:30 | mirovekirind

48. Ehmedê xanî kî ye?




13.09.2023 21:45 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê nalbend
» xanîyê malê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî