Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
ehmedê xanî - tirşik
ehmedê xanî
(10) (4) (5)
di mijarê de bigere

20. Cara ewil Ehmedê Xanî dest bi xebata ferhengî kiriye û vê yekê cara ewil em di berhema wî ya bi navê nûbihara biçûkan de dibînin.



08.09.2014 13:59 | xwelî li ser

21. Herçî bire şûrî destê hîmmet

Zebt dikir ji xwe re bi merî dewlet

Bê ceng û cîdal û bê tehewwur

Qêt vê şuxlê nekin tesewwur



Ehmedê Xanî



21.01.2015 17:09 | xwelî li ser

22. Şêx ehmedê Xanî. zatê muhterem, şair û ramanyarê kurd. Divê em berhemên wî xitim bikin.





22.01.2015 02:27 | seydayê_peyvan

23. Ev strana şeban silêman e ku bang li Ehmedê Xanî dike.

(bnr: rabe xanî)



22.01.2015 02:37 | xendekî

24. "Hin kes di dema xwe de nayên fehmkirin, jixwe ew jî xebata xwe ji bo siberojê dikin; bi hêviya ku dê nifşên bên armanca daxwaza wan fehm bikin. Dema ku nemir Ehmedê Xanî berî 300 salî

“Safî şemirand vexwarî durdî

Manendê durrê lîsanê kurdî

Anî nîzam û întizamê

Cefa kêşa ji bo yê amê” got, dizanibû ku gelek zana û alimên wê demê jî di nav de, kes tu wateyê nade van kirin û gotinên wî, lê wî dîsan jî wî “Ne ji bo sahibrewacan belkî ji bo biçûkêd kurmancan” ev berhemên xwe nivîsandin. Wî bi vê xebata xwe bi bîr û baweriya ku “her kes mîmarê dîwarê xwe ye” yek bi yek kevirên şehkirî danîn ser qesr û qonaxa kavilkirî ya hizir û ramana kurdîniyê.



Bîr û raman jî wekî pêdiviyên daringî ne, kê pêdiviya xwe bi çi hebe, li wî tiştî digere û di encamê de jî fikir û ramanên ku di bin toz û xubara bi sedan salan de mane, piştî sed salan ji nû ve ronahiyê dibînin. Gelê kurd jî kengê serê xwe ji xewa giran rakir, bi pey mafên xwe yên rewa ket, hingî kesên mîna Ehmedê Xanî hatin bîra wî. Têkoşer û rewşenbîrên kurd li berhemên Ehmedê Xanî vegeriyan û dur û le’leyên di berhemên wî de li ber çavan raxistin.

Li hemberî vê yekê hinek kes mîna şevşevokên ku tav li nav çavên wan dide zivêr bûn. Hinekan got, “Ne pêkan e ku kurdek berî ewrûpiyan, berî serdema ronakbûna li Ewrûpayê rabe qala mijara neteweyî bike.” Heta hinekan ji wan angaşt ku ew gotin ji hêla neteweperwerên kurd ve li berhema Mem û Zînê hatine zêdekirin. Lê belê hewldanên wan pûç û vala bûn, lewre destxeteke ku piştî koça dawîn a Xanî bi çend salan hatiye nivîsandin, derkete holê û di wê destxetê de jî heman fikir û raman hebûn.

Îcar nivîskarê vê berhemê H. Mem berî gelek kesan dest avêt mijara ronîkirin û ramanên zêrîn ên Ehmedê Xanî. Ew bi vê yekê jî nema bi kûrahî xwe berda nav zeryaya bîr û ramanên Xanî û gelek aliyên ku di berhemên wî de di tariyê de mabûn dan ber tîşkên ronahiyê. H. Mem bi salan e, li ser Ehmedê Xanî lêkolînê dike û berheman dinivîse. Ev berhema li ber destê we, wergera pirtûka wî ya bi navê “Xani ve Memzaları” ye.

H. Mem her çiqas bi lorîk û çîrokên kurdî mezin bûbe jî, ji ber ku bi tirkî perwerde bûye, berhemên xwe bi tirkî nivîsandine. Ev yek jî pirî caran bûye mijara nîqaş û rexneyan, lê ew tu caran bi van rexneyan dilgiran nebûye, her tim wate û girîngî daye vê helwestê û ji ber vê yekê jî xwestiye ku xebatên wî di zûtirîn demê de li kurdî werin wergerandin. Ev berhema wî jî ji hêla heja Zana Farqînî ve li kurmancî hatiye wergerandin.

Di vê xebatê de hinek aliyên Xanî ku berê nedihatin zanîn li ber çavan hatine raxistin. Bo nimûne berê gelek kesan wisan bawer dikir ku Ehmedê Xanî tu car nezewiciye, lê belê birêz H. Mem di vê berhema xwe de bi hinek delîl û palpiştan diyar dike ku ew zewiciye, lê hevjîna wî wefat kiriye.

Di vê xebatê de babet û têgiheke nû jî têgiha “memza” ye, ji vê têgihê mebest û armanca H. Mem ew kes in ku îro li ser şopa hizir û ramanên Ehmedê Xanî dimeşin û wekî wî doza azadiya gelê kurd dikin. Di xebatên H. Mem de, bi tenê bîr û raman bi awayekî rijî nayên pêşkêşkirin, hevîrê bîr û ramanan bi ava hest û dilînan, hin caran bi hêstir û rondikan tê strandin. Dibe ku ji bal hinekan ve wekî kêmasiyekê xuya bike, lê belê Ehmedê Xanî bi xwe bîr û ramanên xwe ne di forma berhemeke felsefî de, belkî di forma mesnewiyeke evînî de pêşkêş kiriye.

Birêz H. Mem û nifşê wî di bin mercên giran de, bi derfetên kêm xebatên xwe kirine, deriyê zanîngehan li kurdan hatibû girtin, derfet tune bûn ku kurd xwe bi zimanê xwe perwerde bikin û xebatên xwe jî li gorî pîvanên akademîk pêk bînin. Her wekî Ehmedê Xanî gotî, lêkolînerên kurd jî bi piranî bi kurdî “ne perwerî, xudriste ne.” Ligel vê yekê jî wan ji me re berhemên hêja hiştin, loma jî em spasdarê wan in. Daxwaz û hêviya me ev e ku ciwanên kurd anku Memza berhemên nû û nûjen li ser Ehmedê Xanî binivîsin û vê kelepora dapîr û kalan ji hinek kurtêlxuran re nehêlin.



Bi vê bîr û baweriyê ji bo çapkirina vê berhemê em kêfxweşî û serfiraziyan xwe diyar dikin û ji birêz H. Memî re temenî dirêj dixwazin, ji heja Zana Faqînî re jî ji bo vê keda wî dibêjin bila destên te ter û şîn bin."



Samî Tan - enstîtuya kurdî ya stenbolê



Here lînkê



28.03.2015 14:26 | mergehez

25. derheqa wî û êzîdiya hûn dikarin di vê lînkê de bixwînin: Here lînkê

nizanim çiqas raste, lê eger rast be, ehmedê xanî û êzîdî wê dûri hev bin



18.12.2015 16:26 | hola êzîda

26. Wehm eylemezem sehmê bela, qewsê felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem
Başimda bela berg û meşeqqet semerimdir

-Şêx Ehmedê Xanî

(bnr: qewsê felek)
(bnr: sehmê bela)
(bnr: nexlê bela)



07.03.2017 01:13 ~02:33 | rûbar

27. (bnr: mîrname)



07.03.2017 22:28 | bûtîmar

28. Ehmedê Xanî beriya J.J. Rousseau berhemek ji bona zarokan nivîsiye bi navê Nûbihara Biçûkan. Ev berhem ji bona xwendina zarokan hatiye nivîsîn lê berhema Rousseau ji bona zarokan hatiye nivîsîn lê gerek mezin ji zarokan re bixwînin. Xeynî vî bi navê Hevpeyvîna Civakê piranî jî piştî Xanî hatiye nivîsîn lê Xanî beriya gelekan qal û behsa yekîtî û qala dewletbûnê dike...



08.03.2017 00:15 | roberz

29. Xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
Bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

Saniê Mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
Lutf û îhsana Wî jî derheq telebkarê xwe ye

-Ehmedê Xanî
(Zahidê Helwet Nişîn)

Ji bo insanên ku qedr û qîmetê mirovên nirxdar nizanin, nagirin re werê ev werger. Wan insanan evqas şîret dane jibo ko mirov baş bin, pêşvebiçin, bizanin. Lê insanên ku xwe tiştek dihesibinîn jê wan sûd nagirin. Tenê dizanin pozê xwe bilind bikin. Ji ber xwe, xwebixwe, ber hewayê dibejin û tavêjin. Li bendê bisekinin, em jî di nava ku li bendê de disekinînin de ne. Emê dê bibînin.

Vaktini Xanî ile zayi etme ey kendinibilmez/cahil! faydasızdır/abestir.
Talepsiz hissedar/ortaklık/paydaşlık parçası olmazsın ey hevesli!

Birtek saniye ki yoktur bir ihtiyacı onun birine
(-Saniye yoktur ki "Mutlak olanın" kimseye ihtiyacı olsun)
Onun lütuf ve ihsanı da talepedenin kendisi hakkındadır/talepedenindir.



08.03.2017 22:46 ~22:47 | rûbar

30. Ha wilo, ev qas. Gotinên baş bêjin cigerê min bixwûn.



08.03.2017 23:10 | rûbar

31. Bere dîsa werê bîra me û qet dernekeve;

Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te ra
‘ilm bixwîn hem ‘emelê tu bike sin’et ji xwe ra

-Ehmedê Xanî



09.03.2017 01:52 ~01:52 | rûbar

32. Cehaletiya xanî efû bikin. Sedemê paşvemayetiya me tev tawanê wî ye. Heke gotibûba element çarin wulen ne pêncin em kurd niha di asîmanan de firokeyên xwe bijotin. Lê vêga kurd kurd dikuje û dibe hem pêş hem jî merge. Ax xanî ax te li me çi çêkir dibînî?!



09.03.2017 02:23 | rûbar

33. Nuştoxê Kurdan ra...


Ehmedê Xanî serre 1650- 51 de qezayê Colemêrgî Cukurca de ameyo dinya. Name Ehmedê Xanî, hem name dewê ey ra hem zî eşîrê ey ra yeno. Name babîyê ey Şeyh Îlyas o û name dadîyê ey Gulnîgar a. Ehmedê Xanî serre 1707 de dinya ra bar kerdo. Nika mezelê ey Agirî de yo.



30.01.2020 00:11 | bazêçewlîg

34. (bnr: namê cukurca çelê yo)



30.01.2020 01:30 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê mala musa
» xanîyê malê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî