Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ehmedê xanî - tirşik
ehmedê xanî
(10) (4) (5)
di mijarê de bigere

35. (bnr: kamiran alî bedirxan) wusa behsa ehmedê xanî dike: "Jixwe ehmedê xanî berî sêsed salî vê rêye ji me re vekirî bû. lê heyf paşîyên wî pê ve ne çûn." (bnr: hawar) 1932

gelo kamiran ev rewşa niha ya paşî û nevîyên ehmedê xanî bidîtiya dê çi bigota, gotinek wî dê hebûya ji bo vê rewşa trajîk a paşîyên xanî.

birayê kamiran, (bnr: celadet alî bedirxan) jî ji bo Xanî baba wiha dibêje: "belê xanî jî xudan kitêb e. lê xanî pêxember e jî. pêxemberê diyaneta me ya milî, pêxemberê ola me ya nijadîn." (bnr: hawar) 1934.

li gorî (bnr: amir hassanpour) jî fikra netewî ya kurd cara pêşîn ehmedê xanî di (bnr: mem û zîn)a xwe de formule kirîye.



07.02.2020 10:51 | lehî baranyan

36. havarî û şopînerê fikr û ramanên ehmedê xanî (bnr: hacî qadirê koyî) ye. her du, du neteweperwerên kurd ên sedsala 19 û 20an e. her du divê bo me hemû kurdan bibin du referans, du pêxember wekî celadetî gotî.



07.02.2020 10:55 | lehî baranyan

37. Bi vê helbesta xwe roja mina gebsoyî xweş û geş kir:
"Fate 'umri fi hewa ke, ya hebibî kulle hal (erebî)
(Ey xoşewîsta min! Bi eşqa te ve temenê min bihûrî)
Ah û nalem hemdemem şod der firaqet mah û sal (farisî)
(Bê te derbas bû meh û sala, hevalê min bû êş û jan)
Ger benim kanim dilersen, çokten olmiştir helal(tirkî)
(Heke xwîna min diviya bî, ev xwîna min bo te bû helal)
Mest û serxwoş im ji eşqê min nema 'eql û kemal (kurdî)

Ente fikrî fi fuadî, ente ruhî fî'l-cesed
(Di dilê min de tu yî, giyanê tenê min tu yî)
Leşkere xemxay-i to milkê dilim wîren kerd
(Bi leşkerên xem ve siltana dilê min wêranker tu yî)
Dade geldim işq elinden isterim senden meded
(Ji ber vê eşqê dicwazim dadê, divê kesî alîkar bibî tu yî)
Van tetaran kirne talan eql û dîn û milk û mal

Tale xemmî, zade hemmî, şa'e sirri fî'l-mela
(Xem dirêj bû, derd zêde bû, sirên min di civakê de belav bû)
Teşne-i camê wîsalem, çûn şehîdê kerbela
(Wekî şehîdên kerbelayê livên min ji bo bêriyê tî bû)
Yoksa sen divane oldun, nice halin ey dila!
(Gelo tu evîndar bûyî ey dilê min, ew çi rewş e te pêça ye)
Ya ji nû ve' îşweyek da min hebîba çavxezal

Bîttu mehcûren hebîbî lestî mînnî 'alîmen
(Ez di nav hîcranê me xweşewîsta min! Nezanî ji rewşa min)
Murdem ez derd-i fîraqet xafil î ez ha-li men
(Ji destê cihêtiyê hatim, ji halê min bê agah î rewşa min)
Can û dilden erzi kildim halimi canane ben
(Min ji can û dil rewşê xwe rave kir ji bo xweşewîstê)
Erdêhala min tu xafîl qet nepirsî 'erdihal

Hel lena mîn nî'meti'l-wesli hebîbî mîn nesîb
(Bo hevdîtina wan parek nîmeta me jî heye gelo?)
Ufdatem ber deret bîçare sergerdan, xerîb
(Ketim ber derî; bêçare, şaş û metel im ez)
Derdimin çok olduğundan ona yoktur hîç tebîb
(Derdê min ewqas zehf in ku bijîşk jî kêr nayê)
Ey tebîbê min! Dewayê derdê xanî her wîsal

Nîşe:
*ji vê şêweyê re "mulema" tê gotin. Û li hink ciyan çargoşe jî derbas dibe.
*ji nivîsa "mulema û çargoşeya Ehmedê Xanî" ya Metînê K. Dilxêrî.



05.04.2020 13:34 ~14:12 | rizgarm

38. camêr bi sedan sal berê ku hê behsa neteweyan tinebû tifaqa kurdan dikir. Ku mirov bibe zana tiştekî wiha ye



06.04.2020 01:24 | bedirxan

39. Li Bazîdê li cihê ku hatiye veşartin bi ser navê xwe mizgeftek daye çêkirin li ser kêl anku kîtabeya mizgeftê jî bi kurdî

محضا اثر خيري ندهات ژ دست احمد
توفيق ندايا وی گر پادشاهێ امجد

گلبانك ژ غيبێ هات لڤر كونگهه تاريخ
معبود عنايت كر چيبووه اڤ معبد
١١٠٢

Mahzâ eserê xeyri nedihat ji destê Ehmed
Tewfiq nedaya wi ger padişahê Emced

Gulbang ji xeybê hat livir kongehe tarix
Me’bud inâyet kir çêbuwe ev me’bed (1102)

" Ehmed bi serê xwe nedikarî vê berhemê pêk bîne
Piştgiriya padişahê emced(xwudê) nebûya

Bangek ji xeybê hat ku li vir cihê gotina dîrokê ye
Xwudê alîkarî kir ji bo çêbe ev mizgeft (1102)

Bi hesabê ebcedê li gorî salnameya Hicrî 1102 derdikeve ev jî li gorî salnameya mîladî 1690-91 e.

Tişta ecêb salên nodî dewleta tirk vê mizgeftê bi ser navê restorasyonê ji binî ve hildiweşîne û ji nû ve çêdike lê ev kêla li ser mizgeftekê ji hingî ve winda ye. Prof. Dr. Yüksel Bingöl di pirtûka xwe ya li ser qesra Îshaq Paşa de cih daye wêneyên vê kêlê.

Rojekî Kurdistan serbixwe bibe û bi serê xwe bimîne divê li her qorzî û quncikeka vî welatî navê Ehmedê Xanî wek alayekî bê daçikandin.

https://mufity.blogspot.com/2018/10/sex-ehmede-xaniseyh-ahmed-el-hani.html?m=1



23.03.2022 22:07 ~22:06 | endazer

40. Bi gotina bayîzdiyan xanî baba. Bo kurdan çend armanc diyar kiriye, pêdivî ye em mîmarê dîwarê xwe bin, xwe saz bikin. Em helbesta bibin asts herî jor, banê gerdunê. Em bikin ku rom û ereb û ecem xulamiyê ji me re bikin. Xanî. Na wellehî tu qesr î bo me, heke îro em behsa netewbuna xwe dikin sedem jê tu yî ku li pişta me yî. Anku gelên xwedî şairên mîtanî xanî mezin dibin netewe.



12.12.2022 02:22 | hêvî

41. di wêjeya rojavayê de navê seydayî wek ahmad khani dinivîsin. û di encyclopaedia iranicayê de wek ahmad-e kani nivîsandine.

sernavê wî yê di encyclopaedia iranicayê de hêjayî xwendinê ye. nivîsek ewqas kurt be û ewqas birêkûpêk be, mirov encax di karên rojavayiyan de dibîne, sed mixabin. Here lînkê



20.06.2023 00:43 ~19:30 | mirovekirind

42. Ehmedê xanî kî ye?




13.09.2023 21:45 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê dîn
» xanîyên axî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî