17. zARAVAYÊ KU LI GOR ANFÊ ZIMANEKÊ JI KURDÎ CÛDA YE.. dI NÛÇEYA XWE DE BEHSA ÇALAKIYEKA KU JI BO ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ HATIYE KIRIN DIKÊ. dI DESTPÊKA METNA NÛÇEYÊ DE BEHSA ÇEND ZIMANA KIRIYE Û KURDÎ Û ZAZAKÎ WEKE DI ZIMANÊN CÛDA NIVÎSIYE..http://www.ajansafirat.com/news/guncel/polis-anadil-gununde-bildigi-tek-dili-konustu.htm |
|
22.02.2014 00:48 |
nan û av
|
18. navÊ wÎyÊn dimilkÎ(ikinci kol), dualkÎ(ikinci taraf,berÊ hinkÎyan li diyarbekir wusa digotin), kirmanckÎ u kirdkÎ xuyaye ku milÊ kurdÎye u birayÊ kurmancÎye. lÊ em kabul bikin, zaravayÊn dinra u kurmancÎye ra pir dur ketÎye. ji bo wÎ li gor min zazakÎ jÎ zimankÎ din e. ya jÎ wusa bÊjin, dinavberÊ flemenkÎ u hollandayÎ fark çika be, dinavberÊ kurmancÎ u kirmanckÎ(zazakÎ dimilkÎ vs) ev kas fark heye. |
|
14.04.2014 16:04 |
hun çawane heval:)))))))
|
19. zaravayekê kurdî ya herî kevnare lê mixabin ji ber ku gelê zazayan jiyana xwe ji civakê hinekî dûr xistiye ji ber vê yekê jî di hin waran de qels maye. bi ya min dive her kurmanc zazakî hîn bibe ango li zazakî xwedî derkeve û hêdî gotînên pûç û vala yên derheqê zazayan de neyê gotin. ev yek bêrûmetiyeka mezin e. |
|
14.04.2014 21:24 |
renas
|
20. ji bo ku ez hîn bibim wextê min zaningeh dixwand heyvekê ez çom kurdi-der ê. fahmkerdo lê nikarim qalkerdo. |
|
30.10.2014 13:33 |
ciwanpiroz
|
21. gotinên spekûlatîf hene ku hinek dibêjin zazakî zimaneke serbixwe ye, hinek jî dibêjin yek zaravayên kurdî ye. bi rasti ez naxwazim di vê mijarê de zêde tişt bêjim. bila mafê gotinê yê birayên me yên zaza be lê ez dibînim ku serê wan jî tevlîhev buyê. |
|
30.10.2014 16:18 |
serkeft
|
22. parastın û pêşvebirina zaravayê zazakî bi taybetî ji bo me kurmanc a farz. zaza bi piranî kurmancî dizanin lê mixabın em kurmanc ji vî mijarî de gelek bê xem in. Xwedê me efû bike. |
|
06.12.2014 21:46 |
azad30
|
23. ziwano ke pey dar û pelan tim û tim yeno veşnayîş.deniz gunduz yeno mi vîrê ke vatêne; şima bizane maya şima ha mirena şima ayê war verdênê yan zî cayê ayê de mendênê.mesleyê ziwanê zazakî no yo.ha merdimî zî estê der û dormaleyê zazakî de gêrenê ke xo rê berêk bivîne.malmîsanij înan af biko!ma teyna qayîlê ke pey ziwanê xo rojêk welatê xo de keyfê xo bîyarê, axir. |
|
06.12.2014 22:44 |
ladyzazarus
|
24. zaravaya ku dema ez zaro bûm min dilê xwe jê girtibû, jê re xeyîdî bûm.. |
|
14.04.2015 21:10 |
ferhenga şikestî
|
25. Ne zaravayê Kurdkî an jî Kurmanckîye. Kurdkîye kêvne,dibê ku hezar û penc sed salan hebuna vê ziman çûye. Kurdan berê hezar salî bi vê zimanê kise dikirin,piştî fermanê ser Kurdan tenê Kurmanc man(rewendan) u bi xwe gotina xwe anin. |
|
07.02.2016 16:58 |
soraxwin
|
26. li gorî min, nêrînên li ser têkiliyên kurmancî-soranî-zazakî-goranî ya herî aqilane ev e: kurdiyek tune ye, ev çar beş zimanên kurdî ne. yekî ne asta berê yan jî dawiya din in. ji xalek derketine û geşedana wan nêzîkî hev du bin jî her yek ser bi xwe ne. ev fêmkirina kêm a hev du yên kesên beşên cuda diaxivin jî vedibêje. |
|
08.02.2016 11:29 |
biruya hayao miyazaki
|
27. Carinan dibêjim ezê êdî bi vî zarvayî binîvîsim lê paşê dîsa hizra reşbîniyê min radipêçîne. Gelo ji bo çi? Bo kê? Bêbersiv e... dilê min jî pê dişewite ez dibêm qey çend sal şûnde wê qet nikaribim pêjnekê ji vî zarvayî nebihîsim. |
|
11.07.2016 22:39 |
ferhenga şikestî
|
28. Çi zimanekî feqîr e... hê kes li ser androîdê jê re sepaneke ferhengê jî çênekiriye. |
|
31.07.2016 00:28 |
ferhenga şikestî
|
29. Ez zî zaza me. Lê famkirina min ya zazakî zav kêm e. Kî dixwazin zazakî hîn bibin an zimanê xwe xurttir bikin dikarin herin zaningeha mêrdîn artukluyê. Ne hewce ye ku hûn herin heta bajarê mêrdînê. Li hemberê komputera xwe de waneya/dersa zindî temaşe bikin! sertîfîkaya serkeftî zî, hûn li kîjan bajarê bin, di dawîya kursê de ew ji we re dişînin. Ez zî zav dixwazim bi zimanê xwe bikarim qise bikim û binivîsim. |
|
01.02.2018 02:36 ~02:38 |
mirovekirind
|
30. çend roj verê ez bawkalê xwu ra persaya. Mi va “bawo şima verê xwu û ziwanê xwura vatenî çi?” Hina va “ma xwu ra vatenî dimil, zaza. ziwanê xwu ra zî vatenî zazakî la kurmanc ma ra vatenî dimilî.” |
|
07.12.2019 17:13 |
kajav
|
31. zimanê bav u kalê meye |
|
04.05.2020 22:32 |
hak buddy
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |