1. wergera ku ger tirşikvanên ku dikarin wergera li soranî bikin hebin, wê pêkan be. |
|
13.04.2015 22:26 |
simurg56
![]() |
2. wergera ku wê tirşikê bike ''shorbe'' ne lazim e.. ne tenê ji bo soranî ji bo dimilî jî ne lazim e, ez ne ku dibêjim illeh divê bi kurmancî be, soranî, dimilî an kurmancî ji min re ferq nake, heta bi soranî an bi dimilî be ji bo min çêtir e, belkû hingî hînî çend lefzên zaravayeke din bibim.. bawerim bi vî awayî ji xwe ji her zaravayekî kurd dikarin ji tirşikê fêhm bikin.. ji roja roj de hej dam û dezgehên sanal yên pir-ziman û zaravayî nakim.. |
|
13.04.2015 22:37 |
endazer
![]() |
3. fonksiyona ku ji aliyê nivîskarên dimilî hatibû xwestin. |
|
13.04.2015 22:40 |
simurg56
![]() |
4. wergera zazakî ji ber talûkeya li ser zazakî hewce ye. ya soranî ne hewce ye. mêrika hegel, kant, descartes kes nehiştine ku wergerînin. lê zazakî li bakurê kurdistanê li bin siwana kurmancî de werar dibe, em qebûl bikin jî nekin jî zazakî pêşiyê bindestê tirkî ye pey re bindestê kurmancî ye. ango bindestê bindesta ye. |
|
14.04.2015 01:11 |
serhednişîn
![]() |
5. tiştê ku ez jî dixwazim çêbibe.û bawer nakim çi gengeşî jî derkevin.ez bixwe jî hêdî hêdî hîn dibim dimilkî yê û bawerim bi vî avayî dê bo min baştir bît. |
|
14.04.2015 01:19 |
vêca çiyeeee
![]() |
6. Here lînkê |
|
14.04.2015 10:46 ~19:13 |
shorbevan
![]() |
7. Pêdivîyek e. Piștî ku hevaleke soran ji bo emdambûnê alîkarî ji min xwest, min tê anî der ku tirșik bi soranî naxebite. |
|
05.04.2017 23:50 ~2017.04.06 00:25 |
gumgumok
![]() |
8. tinebûna wergera tirşikê a soranî |
|
06.04.2017 00:13 ~00:14 |
bûtîmar
![]() |
9. kengî têdikevim hêla çepê hema hema vala ye. a zazakî bidin alîkê, kurmancî nayê nivîsandin. ez ditirsim tirşik têkbiçe û bê girtin, mêrxasan terika soraniyê girtiye. xeyal xweş e bile. * |
|
06.04.2017 15:09 ~15:09 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. wan deman wek fikreke belesebeb hatibû lê niha dema difikirim dibêjim çima na? divê soran jî bi şertê alfabeya latînî bitirşikînin. |
|
02.05.2020 00:39 |
endazer
![]() |
11. hewce ye, pêwîst e, lezim e. divê tirsik.net wekî navê xwe wekî tirşikê be û zaravayên kurdî di nav xwe de bihewîne. Tiştê tê xuyan çend heval soranî dizanin, bila alîkariya wan di demeke kin de çima nebe. belkî tirsik bibe encama fêrbûna kurmancî ji bo başûriyan û fêrbûna soranî ji bo kurmancan. ya bi xêr. |
|
29.10.2021 20:15 |
pênûsa westiyayî
![]() |
12. berî demek dirêj me bi yekî soran re li hev kiribû û min pelên zimên yên tirşikê şandibû ji bo wergerê lê deng jê derneket. kesek bikare an jî pêşnîyarek hebe ez dikarim pelên zimên bişînim jê re. |
|
29.10.2021 23:09 |
simurg56
![]() |
13. Wergera ku heye piştî çêbûna wê hinek soran serî li tirşikê bidin û rê li ber geşedan û gengeşeyên nû vebe. Têkiliyên her du parçeyan xurtir bibe. Lê birastî ne pir bi hêvîdar im. Lewra em halê soranan di derbarê kurdayetiyê dibînim. Gava werin tişikê bawerim wê mijarin bi vî rengî vekin: |
|
30.10.2021 15:13 |
tîrêj zana 21
![]() |
14. silav û rêz , dibêjim çi xema we ye ez li vira me ji bo zaravayê soranî û berê dema serîda hatim bo tirşikê min go ez dixwazim arîkarî bidim û bo zimên ez ê hemî tiştekî bikim û berê min çend karên wergerandin jî kiriye di navbera zaravayên zimanê şîrîna kurdî de û ez ê pir dilxweş jî bibim lê nizanîbûm cem kê ye? karê wergerandinê û pêwendiyê dirist bikin wate naxwazim her gotin be yên ku karên wergerandinê dikin li vir hêvîdar im peyamên min bibînin ez jî çiqas ji destê min were bikim ez ne soran im yan kurmanc ez kurd im * ji hewlêrê ve rêz û hez kirin bo we. |
|
30.10.2021 20:16 ~20:20 |
hewlêriha
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |