Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
lal laleş - tirşik
lal laleş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestvanê kurd, gerînendeyê weşanxaneya lîsê, li amedê dijî



25.07.2013 12:50 | arami

2. Laleş di sala 1975’an de, li Qosera Mêrdînê çêbû. Li Amedê, Zanîngeha Dîcleyê, fakulteya perwerdehiyê, beşa dîrokê qedand. Di navbera salên 1993-2006’an de, li şanoyên bi navên “Tiyatro Anadolu”, “İmgesel Düşler Tiyatrosu” û “Teatre Orient” wekî dramaturg, rejîsor û gerînendeyê giştî yê hunerê xebitî.



Berbejna Rê, helbest (Weşanên Belkî, 2003)

Deqên Qesas, helbest (Helbest, Weşanên Lîs, Avrêl 2009)

Matmayinên Ronyayê, helbest (Weşanên Lîs, 2012)



werger:

Barûdî, Küçük İskender (Helbestên bijarte, Pirtûkxaneya Piya, Nîsan 2003)

Gul e Rojhilata Rûyê Te / Yüzünün Dogusu Gül, Ahmet Telli (Helbest, Weşanên Lîs, Nîsan 2005)

Bêbaran / Yağmursuz, A.Hicri İzgören (Li gel Yaqob Tilermenî – Helbest, Weşanên Lîs, Cotmeh 2005)

Sema Kaygusuz, Efsirî/Üşüyen (Çîrok, Weşanên Lîs, Tebax 2oo7)

Balgîfa Mar / Yılan Yastığı, Murathan Mungan (Helbest, li gel Îrfan Amîda, Weşanên Lîs, 2007)

Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin (Helbest, li gel Kawa Nemir)



25.07.2013 12:56 | arami

3. helbeskar, mêrdînîye. li zanîngeha dîclê beşa mamostetiya dîrokê xwendiye. ji helbestên wî xuyaye ji mîtolojîyê hez dike.



(bnr: berbejna rê)

(bnr: deqên qesas)

(bnr: matmayînên ronyayê)



25.07.2013 12:59 | seydayê_peyvan

5. dixwaze bi destekî du kîvroşkan zevt bike, lê zehmet e. Nivîskariya wî li hêlekê, weşangeriya wî li hêlekê



11.03.2014 21:40 | bavê salih

7. Ne ji weşanxaneya wî ba...



26.03.2015 19:55 | cîncoqo

8. Deqên Qesas..



26.03.2015 20:07 | lalûte

9. 19 awrêlê Lal Laleş Li Stebolê ye. Here lînkê

Here lînkê



19.04.2015 00:08 ~21:01 | seydayê_peyvan

10. avakar û rêveberê (bnr: wêjegeh amed)ê ye.



05.02.2020 04:04 | lehî baranyan

11. şeqşeqçî û şelafê tirka ye.



24.07.2021 15:59 | asîmanê sêwî

12. tevî ku di weşangeriya kurdî de dixebite nivîsên wî tev tirkî ne û pirtûkekê bi tirkî jî weşandiye. niha haya min jê çêbû ku di pirtûka xwe de ji kurdistanê weke "doğu" qal dike. heyf.



25.07.2021 00:02 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» lalîkfir

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî