Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
şark ve kurdistan - tirşik
şark ve kurdistan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojnameyeka kurdan a kevn e, bi herfên erebî û bi zimanê osmanî neşr bûye, hejmara wê ya yekê 20ê mijdara 1908ê derçûye, nayê zanîn ka çend hejmar ji rojnameyê neşr bûne, heta niha tenê hejmarên 1,2 û 5ê li ber dest in, ehmed şerîfê hersekî mesulmidurê rojnameyê, bedriyê melatyayî jî sernivîskarê rojnameyê hatine destnîşankirin di kûnyeya rojnameyê de.. her hejmareka rojnameyê 4 rûpel e, heftiyê du caran hatiye neşrkirin.. mottoya rojnameyê jî ev e; ''şarkın siyasi vaziyeti ile garbın insaniyete karşı şaibelerini tasvir eden gazetedir'' yanî ''ev rojname teswîra rewşa siyasî ya şerqê û şaîbeyên xerbê yên derbarê insanetiyê de dike''

nivîsareke xweş û têr û tijî ji pênûsa seîd veroj li ser rojnameya şerq û kurdistanê; Here lînkê



15.04.2015 00:42 | endazer

2. Rojnameya ku bedîuzzeman tê de nivisîye ku Nivîseke bedîuzzeman seîdê kurdi ya ku di sala 1908 û 3 yê meha berfanbarê de di vê rojnameya "şark ve kurdistan gazetesi" hejmara 1emîn de hatiye weşandin. Piştî ku min vê nivîsê xwend, min fehm kir ku em sedsal ji bedîuzzeman paş de mane. Tiştên ku îro yeko yeko hatine serê kurdan, wî sedsal berê dest nîşan kiriye. Û çareseriyekê peyda kiriye. Vaye nivîs:



(Hişyarî!!! Ev gotar berî ku di rojnameyê de bê weşandin weke daxwaznameyê ji siltan evdilhemid xan ra hatiye şandin. Piştî şandina daxwaznameyê siltan gazî dikê da ku dev ji doza xwe berde. Lê bediuzzeman digel teklîfên mezin jî vê yekê napejirîne û dawiya dawiyê wî wekî dînan davêjin timarxaneyê. Piştî ku dixtor wî muayne dike, wê rapora xwe ya meşhûr dinivîse " eger ku viya dîn be nexwe li rûyê dinê mirovek biaqil nîn e")



(Hişyarî!!! Tiştê ku min ji vê wergerê fehm kir hişê bedîuzzeman bi kurdî dişixule. Lew her çend hevokên dirêj û tevlihev hebin jî wergera wê ya ber bi kurdî asan bû û hevok di qalibê xwe yê kurdî de rûniştin)



Kurd hewceyê çi ne?



ehwalê gelê kurdistanê ku di nav miletê osmanî de beşekî girîng pêktînin ji hêla hukûmetê ve herçend bê zanîn jî, da ku di derheqê xizmeta muqaddesa ilmê de hinek daxwazan rapêş bikim musaade dixwazim.

di vê cîhana medenîyetê de û di vê sedsala pêşveçûn û pêşbaziyê de, wekî birayên xwe yên din da ku bi yekahengî pêşve biçin, herçend bi alîkariya hukûmetê li gund û bajarên kurdistanê avakirin û te'siskirina mekteba bi heman spasdariyê li holê be jî, ji vê yekê tenê zarokên ku bi lîsanê tirkî dizanin îstîfade dikin.

- nezanîna lîsanê tirkî ya zarên kurdan, ji ber ku dersên ilmî weke kan û madena kemalê dizanin û neserwextbûna li ser lîsanê kurdî ya muallîmên wan ên mekteban dibe sedem ku ji perwerdeyê mehrûm bin. ev yek jî bi xwe re hovîtiyê, geremol û keşmekeşê û herwekî nîqaş û mudaxaleyên rojavayî vedixwîne.

- û him jî dibe sedem ku gel di merhaleya destpêkê de bi teqlîd û hovîtî bimînin. ev yek jî wan dixe binê bandora guman û şubheyê.

- ji berê de kesên ku bi her awayî ji kurdan paş mabûn, îro ji vî halê wanê ku di tewaqqûf û seknê de mane îstîfade dikin. ev yeka han ehlê xwedî xîret difikirîne. û ev her sê mijar ji bo kurdan di rojên pêş de wê wekî ku derbeyeke ecêb amade bike, ehlê besîretê êşandiye.*

çareseriya vê yekê

ji bo ku bibe mînakeke berbiçav û sedema teşwîk û terxîbê li cihên cuda cuda yên kurdistanê ;

yek jê: li devera beytuşşebab ya ku navenda eşaîra ertûşiyan e...

ya din: di navbera motkan, belkan û sasonê de...

yek jî: li wan a ku di navbera heyderan û sipkan de ye:

bi navê ku wê medrese bê zanîn, îlmên dînî û bi funûnên ku lazim in re - qene qet nebe pênciye pêncî telebe hewandin û bi qasî ku debara xwe ya jiyanî bikin ji hêla hukûmeta berz ve mesrefên wan bên dayîn - divê sê zaningehên bilind bên avakirin.

em dikarên bêjin ku vejandina hinek mamosteyan ji bo temînata îstîqbala jiyana kurdistanê, gellekî girîng e. bi vê yekê bingeha perwerdeyê wê ava dibe. û ji vê destpêka avabûnê wê hevgirtin pêk bê; hêza mezina ku ji ber îxtîlafa hundurîn mehf bûye digel ku wê bidin destê hukûmetê, û vê hêzê da ku ji bo derva bi heqqî xerc bikin çawa layiqê edaletê û qebûla medeniyetê bin... dê cewhera xwe ya fitrî jî nîşan bidin.





Mele seîdê meşhûr







Nivisa orjînal û resen



KÜRDLER NEYE MUHTAÇ

(Şark ve Kürdistan Gazetesi

Sayı: 1 İstanbul

19 Teşrin-i Sani 1324 3 Aralık 1908)



Millet-i Osmaniye meyanında mühim bir unsur teşkil eden Kürdistan ahâlisinin ahvâli hükümetçe ma’lûm ise de, hizmet-i mukaddese-i ilmi­yeye dair bâzı metalibatı arz etmeğe müsaade dilerim.

Şu cihan-ı medeniyette ve şu asr-ı terakki ve müsabakatta yekaheng-i terakki olmak için, himmet-i hükümetle Kürdistanın ka­saba ve kurasında mekatib te’sis ve inşa’ buyrulmuş olduğu ayn-ı şük­ranla meşhûd ise de, bundan yalnız lisan-ı Türkiye âşina etfal istifade ediyor. Lisana âşina olmayan evlâd-ı Ekrad yalnız medaris-i ilmiyeyi mâden-i kemâlat bilmeleri ve mekatib muallimlerinin lisan-ı mahalliye adem-i vukufiyetleri cihetiyle maariften mahrum kalmaktadır. Bu ise; vahşeti, keşmekeşi... dolayısıyla garbın şematetini davet ediyor. Hem de ahalinin vahşet ve taklid, hâl-i ibtidaisinde kalmaları cihetiyle evham ve şükûkun te’siratına hedef oluyor. sair ihvan gibi

Eskiden beri herbir vecihle Ekradın madûnunda bulunanlar, bu gün onların hâl-ı tevakkufta kalmalarından isti­fade ediliyor. Bu ise ehl-i hamiyyeti düşündürüyor. Ve bu üç nokta Kürtler için müstakbelde bir darbe-i müthişe hazırlıyor gibi ehl-i bâsîreti dağidar etmiştir.

Bunun Çaresi: Numune-i imtisal ve sebeb-i teşvik ve terğib olmak için, Kürdistanın nukat-ı muhtelifesinden;

Biri: Ertûşî aşâiri merkezi olan Beytüşşebab cihetinde...

Diğeri: Motkân, Belkân, Sason vasatında...

Biri de: Sipkân ve Hayderan vasatında olan nefs-i Van’da:

Medrese nâm-ı me’lûfîyle ulûm-u dîniye ve fünûn-u lâzîme ile bera­ber, –hiç ol­mazsa, ellişer talebe bulunmak ve oraca medar-ı maişetleri hükûmet-i senîyece tesvîd edilmek üzere– üç dâr-üt talim te’sis edilme­lidir.

Bazı medarisin dahi ihyası maddî ve mânevî Kürdistanın hayat-ı istikbâliyesini te’min eden esbâb-ı mühimmesindendir. Bununla maarifin temeli teessüs eder. Ve bu mebde-i teesüsten ittihad takarrur edecek, ih­tilâf-ı dâhilîden dolayı mahvolan kuvve-i cesimeyi hükûmetin eline vermekle, harice sarf ettirmek için hakkıyla müstehakk-ı adâlet ve kâbil-i medeniyet oldukları gibi... Cevher-i fıtriyelerini göstereceklerdir.

Molla Said-i Meşhur

(Asar-ı Bediyye sh: 464)



15.04.2015 14:36 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» şark ve kurdistan
» kurdistan li ku ye?

Kategoriyên mijarê:: rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî