Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bavê nazê - tirşik
bavê nazê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bavê Nazê, nivîskarekî kurd e.



Li sala 1946 li gundê Kucuka li bakurê Kurdistanê ji dayika xwe bûye. Sala 1953 çûye binxetê (Kurdistana Rojava) û li bajarê Amûdê- li wir dest bi xwendina xwe ya seretayî kir.

Sala 1957 mala wa bi temamî diçe binxetê, destpêkê li Amudê ma û dûre mal hate bajarê Hesekê û li wir xwendina lîsê sala 1967 bire serî.

Sala 1969 ji bo xwendinê ew diçe Soviyetê û sala 1980 an de li zankoya Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora parast. Sala 1977 li gel rehmetiyê Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û Seadeldîn Mela me (Rabîtet Kawa lîlseqfe Alkurdiye) damezirand û di paşerojê de beriya vê destegehê wi berhemên xwe weşandin. Dûre jî li welatên curebecur berhemên wî di sê waran de hatine weşandin:



Werger

Amedekirin

Afirandin





Di warê wergerê de ev pirtûk



Îstişhad albetel alkurdî, Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî.

Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978.

Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.

Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl.

Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988.

Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004.

Pêseka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî.

Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.

Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.



Di warê amedekirinê de



Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996

Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010

Dîroka edeba Yunanî ya kevinar 2010

Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013

Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013

Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013

Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013

Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013

Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.



Berhemên di warê afirandî de



Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-sala 1978 bi zimanê erebî, sala 1981 bi zimanê rusî- sala 1988 bi zimanê kurdî.

Hêsir û baran-kurteçîrok-sala 1996

Miriyê heram-kurteroman-2009

Dara pelweşiyayî-roman-2011

Ji berhemên afirandî ku nehatine weşandin

Tahliya rastiyê

Dengê ji dûr ve tê nayê bihîstin.

Ji vekolînên jy hatine belavkirin

Çi bi Kurdistana sor hat?

Ber bi zimanekî yekbûyî ve.

Roman çiye.

Ehmedê Xanî-weku pêşke di dîwana wî de hate weşandin.



25.07.2013 13:05 | arami

2. careke hatibû rojên wêjeye ya batmanê, mirovek dilnizm bû.



25.07.2013 13:55 | arami

3. (bnr: nazê kî ye)



25.07.2013 14:01 | simurg56

4. mêrê diya nazê ye.



30.07.2013 16:58 | gurê manco

5. ji kal û pîran her tê neqilkirin ku rojek ji rojan rehme li dê û bavê guhdaran, rojekê bavê nazê xir û cirekê li ser romana me ya gewrik daye dest pê kirin û bi xwe jî gotiye romana me tune ye, lê agahiyên ku li ku gotiye û ji çi re gotiye, ji qîza xwe nazê aciz bûye an 3 ç 3 k nehatin bi dest xistin. binqise, camêr ji romanê fam dike, di ser de jî ji çîrokan fam dike, helal be jê re dibêjim, şîrê dayka te jî li te xweş helal be.



22.08.2013 22:11 | înano lo

6. daçeke bavê nazê windabûye ji kerama xwe re kê ditiye bila bîne mizgefta miriyê heram.



05.09.2013 18:00 | tivirloismail

7. nivîskarekî pirr wêrek e, di çîrok û romanên xwe de qala dijberiya nav civata kurdan dike ku gelek kêfa min ji wê meseleyê re tê.. dilsoz û şareza ye



22.10.2013 20:14 | elomelo

8. di miriyê heram de qala siyaset û hunerê û têkiliya wan dike. ev roman ji bo rastiya civaka kurda mînakeke muhîm e.



23.10.2013 09:19 | arami

9. edebiyatnas, akadêmisyên û nivîskarekî kurd e. eva jî hevpeyvînekê wî ligel newzad keskîn di dunya tv. de ye.







07.01.2015 00:32 | seydayê_peyvan

10. xerabtirîn romannivîsê kurdî ye, ku min romaneke wÎ bi zor û heft belayan xelas kir.

(bnr: dara pelweşiyayî)



18.09.2015 13:11 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bavê min çû şînê diya min çû xêl/dawetê
» nazê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî