Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keça kurd - tirşik
keça kurd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke ku ez ne xelet bim ji rojavayê kurdistanê ye, xwediyê pirtûk û ferhengeka bi navê ferhenga etîmolojiya kurdî ye, ji nav weşanên nûbiharê derçûye, pirtûka çapkirî hêja neketiye ber destê min, lê beşek ji pirtûke bi forma pdf li cem min heye, û ji wê beşê dikarim bêjim ku ferhengeke serkeftî ye..

mixabin ji ber navê wê yê mustear ku naveke têra xwe popûler e, li ser înternetê zehmet e mirov xwe bigihîne zanyariyeke berfireh derheqê wê de, min tenê karî çend nivîsar û gotarên wê yên di çend kovarên ku li rojavayê kurdistanê neşr dibin, bibînim..



15.04.2015 13:47 | endazer

2. Helbesta mamoste cigerxwîn e. Ji bo keçan hişmendiyek netewî dide. Gelek cara bûye motîvasyon ji bo min.
(bnr: motîvasyona kurdên xwandevan)

Ji aliye Şêrîn Perwer bûye sitranek gelek xweş.






Keça kurd


Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?

Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî

Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî

Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî

Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?

Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî

Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî

Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî

Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî

Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî



16.03.2021 09:27 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça bi heft zimanan dizane
» kurd1

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî