1. Filmekî ser gerillayê bakurê hatîye çêkirin. |
|
24.04.2015 11:45 |
zergahemzaerdaldilbirîn
![]() |
2. Ew belgefîlmê ku bi aliyê dewletê ve li mîhrîcana fîlman de li Stênbolê hatibû qedexekirin.Ji firagmanên vê tê fêhm kirin ku gelekî xweş û zehmetkêş Fîlm qala gerîlayên Pkk-ê dike ên qampên çiyayên bakurê Kurdistanê. |
|
24.04.2015 12:12 |
mîrzayêbiçûk
![]() |
3. dema derketî min pir mereq kiribû lê min nekarî temaşe bikim îro bi xêra global kurdish film festival min temaşe kir. bawerim bi xêra atmosfera wan deman ku pêvajoya çareseriyê hebû herdu derhêneran Ertuğrul Mavioğlu û Çayan Demirel karîn xwe li projeyeke wiha biqelibînin. xuya ye ji bo propagandayê hatiye çêkirin lê min tu carî propagandayeke ev qasî dûrî armanca xwe temaşe nekiribû di her kêliyeka belgefîlmê de yên diaxivîn bi min antîpatîktir dihatin her ku diaxîn bêtir ji wan dûr diketim min hestên xwe yên empatiyê ji dest didan. ew xwezaya xweş ya kurdistanê ji ber vê belgefîlmê li ber dilê min reş bû. |
|
21.04.2021 16:28 |
endazer
![]() |
4. belgefîlmeke li ser gerîlayên pkk hatiye çêkirin. hin hevala gotine me hêj nû darî kiriye, lewra qedexe filan bûye. lê min ji zûde lê darî kiribû. hem di youtube de bêyî vpn derdikeve. vêca belgefîlm bi awayek amator û nexweş amade bûye. pêşî bi lîstikeke gerîlla dest pê dike û paşê hinekî behsa kurdistanê tê kirin. piştî wê ji axaftinên fermandarê hpg û pkk hin beş derdikevin û di navbera wê de jî lîstika eware tê lîstin. yanî dema min li vê belgefîlmê darî kiribû, wekî hevala jî gotine dijberî sempatiyê, ez bêhtir ji wan sar bûm. yanê dema ji ber vê dewleta dagirker tehde û zilmê bibînim û zor bigihêje min û herim tevlî nava refên wan bibim, ma ezê bi tirkî biaxivim? bi tirkî perwerde bibînim? bi tirkî lîstika bilîzim? fermandarên tirk û tirkîaxiv dê emr û fermana bidine min? ma divê wan îdeolojiyê pûç û vala weke ayetê quranê jiber bikim û hergava mîkrofon li min hat dirêjkirin, jibere bixwînim? werhasil û kelam, partiyeke hêza xwe ji bindestî û netewa kurd distîne, bi zimanê biyanî û bi fikrên pûç nikare bala netewê bikşîne û sempatiyekê çê bike. dema gerîla bi tirkî diaxifin, heç wekî li ber çavên min dibin kesên xerîb û ne ji netewa min. wekî ku ev hemû têkoşîn têk çûye û ewqas şehîd belasebeb jiyana xwe ji dest dane. dema mirov li pêvajoya partiyê dinehêre û dibîne ku çiqas xwe ji kurdî vedikişînin piştgiriya wan ya ji aliya netewê kêm dibe. weke mînak di salên notî de, dema siyasetmedar kolan kolan digeriyan û di mitîngan de bi kurdî diaxivîn û propogandayê dikirin, piştgiriya netew gihaştibû lûtkeyê. helbet hin sedemên din yên weke zext, kuştin û qedeyan jî hebûn lê belê bi min bandora herî mezin axaftina kurdî bû. |
|
21.04.2021 18:13 |
tîrêj zana 21
![]() |
5. belgefîlmeke propagandîst e. divê xebatên wiha hebin lê ne weke reklamên amatorane. heyf ku ji ti aliyê ve xurt nîne, bîleks bi aqilê sedsala 20an hatiye amadekirin. |
|
21.04.2021 21:07 |
asîmanê sêwî
![]() |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |
![]() |
vivaldi [6] |
![]() |
heye ku [1] |
![]() |
hovalak [1] |
![]() |
seks [1] |