Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
imc tv - tirşik
imc tv
(3) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. imc tv kanalek kurda ye bi tirkÎ weşanê dike...



25.07.2013 15:10 | arami

2. kanala ku bi qasê zanim* girêdayî hdk yê ye .

ji aliyê gel ve gelek tê ecibandin û bi rastî jî weşanek baş dike . ji ber ku herdem dibe dengê sitembaran ji aliyê hinek tirkan jî tê şopandin û ecibandin .



25.07.2013 15:17 | brusk56

3. her çendî weşanek baş bike jî, têkiliyên di navbera xabatkar û rêveberina qanalê de gelek pirsgirêk heye. http://bianet.org/bianet/medya/144668-imc-tv-de-isten-cikarma-ve-sendika-bilmecesi



25.07.2013 16:07 | xewnname

4. televîzyona ku herî zêde lê temaşe dikim. kêmcivakan. di bernameyên xwe de cih dide kurdan, ermenîyan, lgbti ûhwd.bernameyên wê î dîyarbakir soyleşileri , ankara soyleşileri, dîrok, kultur mantari u gelek bernameyên din î xweş hene.



31.07.2013 05:39 | seydayê_peyvan

5. televîzyona ku her ku diçe baştir dibe. tabî xwezî komple bi kurdî bûya lê dîsa jî hebûna tvyeke wisa baş e. mîna televîzyonên din yên kurdan yên heremî 24 saet wan reklamên dermanên derewîn û hingiva sexte nake. bernameyên xweşik lê heye: (bnr: gundem muzakere) nûçeyên wê ne xerab in û hwd.



17.01.2014 21:10 | simurg56

6. "çêbûyî" ye.

weke televîzyoneke ku bi tirkî weşanê dike, serkeftî ye. tê de programên gelek kêrhatî yên gûftûgoyê tên amadekirin. li gorî texmîna min wê ev qenal her ku biçe popxwlertir bibe. bawer nakim ku weke tvyên din yên kurdî yên beredayî were jibîrkirin/girtin.



07.08.2014 22:38 | simurg56

7. Em dikaren bejin kanala Hdpye.li ser şopa hdp dimeşe



08.08.2014 13:06 | quşxaneli

8. îşev saet 22:30ê de birêz mesûd barzanî tevlî bernameya ayşegül doğana imc özelê bibe.



09.04.2015 20:19 | remlavêj

9. kanalek tirka ye. zimanê xwe jî tirkî ye. kêyfa xwe bi kurda dike.



17.06.2015 10:56 | kaşanî

10. li gorî min sedhezar car ji rûdawê çêtir e. û qenal a kurda ye. kurdewar e jî.



17.06.2015 11:01 | ciwanqoser

11. ji bo siyaseta kurdên tirkiyê tvyeke pir pêwîst e û bi rastî mîsyoneke giran jî daye li ser milên xwe. lê dema ku li ser ekranê banu güven dibînim bêhemdî dev ji temaşekirinê berdidim.



17.06.2015 13:04 | nazim tolhildan

12. Qenala ku weşana wê ya li ser peyka Turksatê îro hatiye rawestandin e. Yên dixwazin temaşe bikin ger ji bilî Turksatê li ser peykên dî weşana wê hebê lazim e frekansên wê yên li ser peykên dî ( weke hotbird, eutelsat, nilsat) bikevin cîhazên xwe. An jî hûn dikarin li ser internetê jî bi şopînin.



26.02.2016 18:40 | nan û av

13. meraq dikim; yên hê jî tv'yê temaşe dikin he ne?

di tv'yan de heta ku nûçeyekê belav dikin ango pêşkeşî dikin hezar tiştên berredayî bi lêv dkin û meriva zentere dikin, loma ev bû çend sal in hama bêje qet tv'yê temaşe nakim û nûçeyan ji tv'yê naşopînim,

nûçeyeke tv'yan bi qasî saetekê ye lê di nava saetekê de meriv bi halekî bêtir azad dikare deh qatên ji agahiyên ji tvyê seh dikin, hîn bibin, pê hay bibin, helbet ev ji bo na kesên internetê bi kar tînin derbasdar e

tê gotin ji çanaxa berredayî ya tirkan hatine avêtin ango qedexe bûye, de bila be, tirk çil sal li paş medeniyetê û însaniyetiyê tên, êdî meriv hîfza xwe ji dîtina tirkekî dike



26.02.2016 22:00 | ferhenga şikestî

14. qenala ku bi sedemên virt û vala hat girtin. ya rasttir ji turksat ê hat avêtin. tabê ew jî nesekinîn û xwe avêtin bextê hotbirdê. aniha di hotbirdê de weşana xwe didomîne.





01.03.2016 22:53 | brusk56

15. qenala hikumet naxwaze tirk lê temaşe bikin, ji ber ku hemu tiştên ew naxwazin vedibêje û dibe ku kêm tirkên ku dixwazin rastiyê hîn bibin dibe ku bi xeletî rastî vê qenalê bên. loma ya baştir bila biçe hotbirdê ku temaşevanên med nûçeyê guhdarî bikin.



01.03.2016 23:10 | azadixwaz

16. Qenaleka ku bi Tirkî weşanê dikê ye û ez nizanim çima kurdên me evqasî ji xwe re dikin derd.

Serê her sibehê ji rojnameyên kemalîst yên weke Mîlliyet, Cumhuriyet, Bugun, Evrenselê nivîsan dixwênin û dirîn mejiyê Kurdên me de..



01.03.2016 23:27 | nan û av

17. mixabin piştî girtinê, her çiqas di hotbirdê de weşana xwe bidomîne jî wê rastî krîzek ekonomîk jî were. ji ber ku çend 3-4 fîrmayên mezin yên ku reklamê didan wan jî wê êdî reklam nedin.



02.03.2016 20:59 | simurg56

18. a ku di hotbirdê de bi van agahiyan weşanê dike:



frekans: 12520

rêjeya sembolê: 27500

plarîzasyon: Vertical

fec: 3/4



02.03.2016 22:26 | simurg56

19. televîzyonek tirkî-ziman e.



03.03.2016 15:38 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» imc tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî