Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kawayê hesinker - tirşik
kawayê hesinker
(2) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. di mîtolojiya kurdan de kesê ku dijî zalimê dehaq serî hildide ye .

Kawayê Hesinker, îtolkesê sereke yê mojiya Newrozê ye. Li gorî mîtolojiyê, Kawayê Hesinker, li dijî serdarê zordest Dehak serî hil dide piştî ku Dehak têk dibe agirekî mezin ku ji her çar aliyê welat ve tê dîtin dadide. Ji wê rojê ve ye her tim gelê vê xakê, agir dadidin û vê rojê pîroz dikin. Ev roj rastî 21'ê adarê tê û navê wê newroz (Roja Nû) e. Li Kurdistanê her sal di 21'ê adarê de tê pîrozkirin.



25.07.2013 15:14 | brusk56

2. kesê ku li efrînê rojavayê kurdistanê peykerê wî hatiye çêkirin e .

http://gelawej.net/index.php/component/content/article/198-kurdi-nuce-u-niviskar/7037-li-efrine-peykere-kawaye-hesinkar-hat-danin.html



25.07.2013 15:26 | brusk56

3. di youtube ê de videoyek wisa HEYE DI DERBARÊ EWSANEYÊ DE





19.09.2013 00:34 | brusk56

4. bavê bêjen (bîjen) e. li gor şahnameya axayê firdewsî navekî wî yê din jî gîv e û haya kesî pê heye nizanim di xebroşkên kurmancî de wek gêv, gêvo yan gêvoyê goderz¹ derbas dibe. Here lînkê

Û helbet di helbestên melayê cizîrî de jî remzê wî heye, lê balkêş e cihê ku mela behsê jê dike qonaxa birca gayî ye, ku ga bi fariskî gav e Ango bitewîne gêv:

Romê pişt dit ‘ecemî bête fireng
Lê ne wek waqi‘eya Gêw û Peşeng
Hilbitin qenc-i ji nêv ateşê ceng


¹goderz di şahnameyê de bavê gîv (kawayê hesinker) e ku di kitêbê de wek serokê malbata goderziyan derbas dibe. ev malbat û malbata pêşdadiyan gelek lehengên wan hene. Here lînkê

(bnr: dehaq)

ezê behsa yek ji wan tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe jî, bikim.

(bnr: kurdalaegon)

li gor mîtos û çîrokên osetan kurdalægon xwedêyê hesingerî û hesinê ye. tiştê balkêş lehengê neteweyî yê kurdan jî xweyî heman merîfetê ye.

lê ev jî heye. Here lînkê



31.08.2020 14:56 ~2020.10.30 08:40 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawayê hesinker

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî