1. şekir in: |
|
22.04.2015 20:45 |
xendekî
![]() |
2. neteweya zarokan nîn e, zarokên kurd jî mîna zarokên netewên dî yên cihanê xweşik û şêrîn in.. |
|
02.04.2016 21:37 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. ev wêne, mehmet özcan kişandîye. hun dikarin li ser înstagramê wî teqîb bikin. |
|
03.04.2016 16:58 |
bûtîmar
![]() |
4. zarokên xurt, saxlem û bihêz in. ji ber ku ji seleksiyona xwezayî derbas dibin û sax dimînin. jixwe di her maleke kurdan de 10 zarok dibin, lê %50 ê wan ji seleksiyona xwezayî derbas nabin û rehma xwedê dikin. %50 ên yên mayî jî ji seleksiyona êrîş, bombebaran û guleyên dewlata hov de rehma xwedê dikin. ma %25, bi vî avayî helbet zarokên kurdan yên xurt, bihêz, saxlem bin. |
|
04.04.2016 12:15 |
nazim tolhildan
![]() |
5. Ewên kû kalên wan bi tirki û ew bi kurdî nizanin. |
|
06.04.2016 15:58 |
gumgumok
![]() |
6. ji ber ku li her malbata kurd 4-5 zarok hene ger bibin tirk em dikarin bibêjin di sala 2030 de kurd li bakurê namîne |
|
07.02.2018 23:45 |
mindal
![]() |
7. Bêxwedî nin, piraniya wan, dê û bavên wan hema rabûne ser hev wan çêkirine û dev ji wan berdane, ku mezin bibe bibe meriv divên keça min layê min, ku tiştek jê dernekeve û ji gelekan jî dernakeve, îja divên şixo tu ji biçûkiya xwe de beredayî bûyî. |
|
24.08.2020 04:34 |
afa
![]() |
8. zarokên ku nivîskarê li jor welê behsê kiriye heçku we peyama nijadperest û neyar kudekî bi kurdî xwendiye li we tê.Eynî wekî perspektîfa nijaperestekî klasîk yê ku bi çend bûyerên spesîfîk şîroveya gelemperî hatiye kirin nivîsiye. Bawer e ev yek mînakek herî baş ya hişmendiya makenîzmeya bindestiyê ye.Qey maye di bin tesîra fîlm û rêzefîlmên li ser "töre"yê. Keçên xwe difiroşin ha.Brawo welleh ! |
|
24.08.2020 06:42 ~06:44 |
berbest
![]() |
9. Zarokên li gor netewên din zûtir mezin dibin. Hêj di 13-14 saliya xwe de dest bi kar û xebatan dikin. Bi malbata xwe re diçin deryaya reş, bo hevdana bindeqa. Diçin di înşaata de dixebitin. Li kuça boyaxa sola dikin. Diçin çolê çapê dikin, pembo didin hev. Piştî çend sala tên zewicandin û hêj berî ku zarokatiya xwe bijîn, dibin xwedî zarok. Bi çûkantî de tox dikeve stuyê wan. Ji ber hindê dilê wan tim zarok e. |
|
24.08.2020 11:28 |
tîrêj zana 21
![]() |
10. li ewropa millet di temenê 30-35 de dizewicin helbet yên 35+ henin.. |
|
24.08.2020 17:27 |
shwinsherm
![]() |
11. piranîya van bi tûnebûnê û belengazîye mezin dibin, qet bîrnakim waxtê em zarbûn bo alîkarîyê me, mamosteyê me hat sinifê û got kesen ku bê mont, sol, fahike piştê dersê bila warin hinda min û navê xwe binivîsînin, em 30 heb bûn me giştî jî navê xwe nivisî. |
|
24.08.2020 18:17 ~18:22 |
doesntmatter
![]() |
12. Zarokên ku bê kurdî mezin dibin. |
|
24.08.2020 21:38 |
brzn
![]() |
13. (bnr: tirkmancî) |
|
01.09.2020 20:54 |
mihemedcan
![]() |
14. Di vê bobelatê de ji ber li mal mane û bêtir kurdî axivîne baş bûye (dibe kû nêrînek teng be). Lê her çi be jî ji perwerdehiyê mane. Ez di navberê de me, nava hest û ramanên têkel de me :( |
|
02.09.2020 00:30 |
rizgarm
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |