Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    qêmîşkirin - tirşik
    qêmîşkirin
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    1. peyva ku di pirtûka ronî war ; dewrêşê evdî û edûlê de 2 caran derbas dibe.. *

    (bnr: kıyamamak)



    ji bo ku yên tirkî nizanibin: ev peyva ti zimanê tirkî de wekî "heyf li tiştekî neanîn" tê bikaranîn, lê qey vê peyva nehatiyê bîra ronî beg ku çûye kelîmeyê tirkî bikaraniye.. hem jî kelîmeyê bi "mîşk" *



    (bnr: tirkmancî)



    2015.04.25-23:56 ~23:58]| rûbar payîz

    2. li ba me de jî tê bikaranîn. mînak: keçikekê ew qas delal bû te qêmîş nedikir lê binêrî.



    wekî wê çend peyv jî hene bi kurdên serhedê û kurdên êzidî yên li ermenistan* û gurcistanê* jî tê bikaranîn êpêce, begem kirin damîş bûn hwd.



    *jêrenot: jixwe kurdên li ermenistan û gurcistanê dijîn, ji herêma serhedê hatiye nefî kirin.



    2015.04.26-00:00 ~01:55]| mîr

    3. qêmîşkirin ne peyveke nûye û ji zû de ye li gelek deverên kurdîstanê tê bikaranîn. her çiqasî peyvek -mişlî jî be û bi me re nexweş be, ketiye zimanê kurdî.



    2015.04.26-00:45 | giyanstêr

    4. Gotineke xweru tirkî û ji hinek hereman ve hatî qebulkirin. Weke hemu peyvên tirkî û bi kurdan ve weke kurdî bin tên bikar anîn hişê min jê diçe. Li ser peyveke wisa bi nivîskareke rojavayî re jî ketibum heftûheşteke biçuk.

    (bnr: dêmek)



    2015.04.26-16:40 | azadixwaz

    5. serenot: ji ber hawara shorbevanî vê entryê dinivîsim*

    niha ev lêkera ha ji tirkî ketiye kurdî wek li jor jî hatiye gotin ji kıyamamaka tirkî bi awayekî deforme ketiye nava kurdî..

    bi kurdî em ji bo vê rewşê dibêjin destê min naçe

    mesela: qêmîş nakim te şiyar bikim/ destê min naçe te şiyar bikim..

    karanîna wê xelet e lê ferqa vê lekerê ji yên dî yên ku bi vî şeklî xira bûne, ew e ku ev lêker bi hawî nivîskî jî ketiye vî zimanî, ango lêkerên din ên tirkî bi tenê devê xelkê de jîndar in lê ev lêker di paxşanê de jî he ye..

    rojeke ji rojan min ji nivîskarekî pirsî; mi go yav tu vê lêkerê bi kar tînî, lê ne şaş e? got belê şaş e lê mesele dirêj e ji bela ku cihê vê lêkerê bi formeke kurdî nayê dagirtin, em jî bi kar tînin..

    wek encam: bi kar nêyînin hevalên hêja hama qet vê rewşê jî di nava hevokên xwe de nexebitînin, ma zimanê we jêbe? helbet na! dest neçûyîn heye û bi a min têra xwe jî dikare cihê vê rewşê dagire



    2015.05.04-19:39 | ferhenga şikestî

    6. (bnr: qiyme)



    2015.05.04-19:40 | elegez

    7. peyva kû pêwiste ezjî hinek pêxwazîya xwe nîşan bidim vê peyvê bidizim. wan bi hezara peyva ji me dizîne em hebekî bi dizin ewê dinya xerabibe.

    peyva kû bûye sedema hewara shorbevan û spasîya kesê kû li hewarê çûne.



    2015.05.04-20:03 | shorbevan

    8. ''Ez dil nahêlim û ez dil nadim'' gotinên zaf xweşin ku meriv dikare di şûna qêmîşkirin da bikarbîne jixwe me'ne jî h ev digre.



    2017.05.23-01:11 | roberz

    9. (bnr: dil nehiştin)
    (bnr: guneh kirin ku ... kirin)



    2017.05.23-19:45 | simurg56

    10. Qêmîşkirin her çiqasî peyvek bi tirkî be jî. Peyvek gellek xweşe. Peyvek bi watedar e. Belkî ew peyv her zimanî tine. Peyvek ku alîkî jî balkêş e.
    Kurdîya wê êşandin e.
    Hûn dikarin hîn jî dirêj bikin.
    * dil nehiştin
    *heyf tiştekî naynin
    Ez dikarim mînak bidim



    2021.01.06-01:03 ~01:05]| dilreş

    dengdanên dawîn (yên din..)
    delîl dîlanar [1]
    konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xwe...
    google translate [1]
    bi lêzêdekirina soranî wê pirra di navbera kurmancî û soranî de xurtti...
    kuvark [3]
    Dema tu ne li hişê xwe bî, dibêjî qey îro li tirşikê qala (paldayi: su...
    kuvark [1]
    (bnr: karî)...
    kuvark [1]
    Eger hebin, amade bin ez dixwim lê nebin li wan jî nagerim. Ji bo min ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » qêmîşkirin

    Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî