Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
agnostîk - tirşik
agnostîk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesên ku li gorî rêbazê felsefî agnostîzmê tevdigere..



(bnr: albert einstein)

(bnr: charles darwin)



27.04.2015 16:20 | rûbar payîz

2. li gorî agnostÎkan eger xwudê hebe jî mirov nikare bi hiş û aqil bi ser ve bibe, ji ber wê tu carÎ mirov nikare bersiveke rast ji bo pirsa ''Xwudê heye'' bibÎne, yanî ne wekê ateîstan rasterast dibêjin ''xwudê nîne'' û ne jî wekê deîstan dibêjin ''xwudê'' heye, dibêjin xwudê hebe jî nebe jî mirov nikare bizanibe..



27.04.2015 22:54 | endazer

3. Li ser riya rast rawestgehek e.

mirovekî oldar piştî fikirîna li ser hebûn/tunebûna xwedê, tê vê rawestgehê û dibeje ez nikarim tiştekî bêjim li ser hebûn an jî nebûna wî şexsiyetî. Hinek li vê rawestgehê xaniyekî kelpîçî ava dike hinek jî dibeje erdê vê derê ne saxlem e û rêwitiya xwe didomîne diçe li xakeke xwedan temelekî saxlem digere..



Nîşe: li xaka ku jê hatiye xetereya erdhêjê heye. we kê wî/wê dît, hişyar bike ku bila venegere..



28.04.2015 01:54 ~01:55 | mergehez

4. (bnr: pascal's wager)

(bnr: qumara pascalî)



28.04.2015 16:48 | mergehez


6. weke teîzm û ateîzmê baweriyek an jî fikrek felsefîk e. lê li gorî alîgirên wê, dibe ku carina zanistî be jî.



hinek dibêjin: li gorî agnostîzmê mirov qet nikare bizane ka xwedayek heye an na.

hinke jî dibêjin: li gorî agnostîzmê mirov vê gavê nikare bizane ka xwedayek heye an na.



agnostîkên li gorî raveya yekemîn, alîgirên fikrek/baweriyek in lê yên di beşa duyemîn de mirov dikare bibêje ku xwediyê nêrînek zanistî ne. ji ber ku bi rastî jî vê gavê di destê mirovahiyê ji bo bawerîpêanîn an jî înkarkirina xwedê tu delîlek zanistî tune.



28.04.2015 19:50 | simurg56

7. kesên kû ne qulluwellah di xweynin ne jî eûûzûbîllah. dibêjin em li erdû esman xwedê nabînin diben belkî kû hebe jî dibe kû tunebejî belê kurtasî dibên xwedê hebe tûnebe jî xwedê zane



03.05.2015 12:13 | shorbevan

8. Yên li ser baweriya "Agnostîzm"ê.



Agnostîzm baweriyek felsefî ye ne ol e. Pir merî dibêjin qey ateîzm û agnostîzm heman bawerî nin, lê kesên agnostîk dibêjin hebûn û tunebûna xwedê nayê zanîn û wê nikaribe were zanîn. Ateîst (xwedênenas) dibêjin xwedê tune ye, tiştek wiha nabe.



03.05.2015 12:24 ~2016.01.03 16:34 | arya jîyanda

9. kalkê min e. bi vê yeke tu dua nizanibû lê nimêj dikir.



03.05.2015 18:47 | sîyaûyê bekirî

10. Ez bawerim piraniya bisilmanên îro agnostîkin. Ji tirsa hebûna Xwedê nimêj dikin û rojî digirin. Lê çiqas tiştên ku Xwedê qedexe kiriye jî dikin, derewa dikin, Didizin, dikujin, bênamûsin pirê wan, porno, faîz û hwd her awayên xirab di wan de henin. Dibe ku ji ber baweriya wan nîvî be van tiştan dikin. Ku baweriya wan bi temamî hebûya ez bawerim van tiştên ku Yezdan gotiye nekin wê nekiribana.



25.04.2020 00:58 | afa

11. agnostîk: meriv bi kurtasî dikare bêje, însanên bê qerar. ne hebûna xudê qebûl dikin, ne jî hebûna wî red dikin. dibêjin: em bi hebûn û nebûna îlahekî nizanin.



25.04.2020 13:33 | raman

12. Agnostîk; merivên di hebûna xwedê de bêalî be, ne hebûna xwedê ne jî tinebûna xwedê dipejirînin. Agnostîzm di her tiştan de li dû peyîtandinê ye. Xwedê jî tev her çi neyê peyîtandin, qebul nakin. Herwiha xwedê red jî nakin wek ateîsta.



25.04.2020 13:49 | ozjan xwenas

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» agnostîk

Kategoriyên mijarê:: oldin felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî